Mîrateya Gurbetellî Ersoz mezin bikin

Şemî 2 Tebax 2025 - 03:20

Endama MKG’ê Dîren Yûrtsever derbarê armanca pêşbirka Xelatên Rojnamberiya Jinan a Gurbetellî Ersoz de wiha got: “Mezinkirina vê mîrateyê ji bo me peywir e. Em bang li hemû hevalên xwe dikin ku xwedî li vê mîrateyê derkevin.”

Îsal ji aliyê Komeleya Rojnamegerên Jin a Mezopotamyayê (MKG) ve yekemîn Xelatên Rojnamegeriya Jinan a Gurbetellî Ersoz wê pêk bê. Merasîma xelatê wê li ser navê Gurbetellî Ersoz û xebatkarên jin ên çapemeniyê ku jiyana xwe ji dest dane pêk bê. Serlêdan di 17’ê Hezîranê de dest pê kirin, di 28’ê Îlonê de wê bi dawî bibin. Di 8’ê Cotmehê de jî wê xelat bên dayîn. Di beşa Kurdî, Tirkî, Wêne û Vîdeoyan de bi giştî di çar beşan de wê xelat bên dayîn.

Endama MKG’ê Dîren Yurtsever der barê mijarê de axivî.

Dîren Yurtsever da zanîn ku kevneşopiya çapemeniya azad dîrokî ye û wiha got: “Dîroka çapemeniya azad bi bedel û berxwedanan hatiye nivîsin. Ji bo heqîqet derkeve holê bedelên mezin hatin dayîn. Kevneşopiyek çapemeniya azad a ev bedel dane ber çavan heye. Bombekirina saziyan, înfazkirina rojnamegeran, surgun, zext. Rojnamegerên jin du car dibin hedef. Lê kevneşopiya çapemeniya azad her carê hîn bêtir xurt bû.”

Dîren Yurtsever di dawiya axaftina xwe de got wan mîrateya Gurbetellî Ersoz dewr girtine û got: “Ji bo xurtkirina vê xwedîderkertinê em wek MKG'ê vê pêşbirkê pêk tînin. Di 8’ê cotmehê de wê merasîm pêk bê. Di çar beşan de wê  xelat bên dayîn. Mezinkirina vê mîrateyê ji bo me peywir e. Em bang li hemû hevalên xwe dikin ku xwedî li vê mîrateyê derkevin.”

JINNEWS/STENBOL/ROZERÎN GULTEKÎN

parvê bike

   

Yeni Özgür Politika

© Copyright 2025 Yeni Özgür Politika | Mafên belavkirinê parastî ne.