Desteya Çandê ya kantona Cizîrê bi hevkariya Dîwana Wêjeyê ya Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê îro qonaxa sêyemîn (dawî) a Pêşbirka "Nivîskarê Pêşerojê" ya bi zimanên Kurdî, Erebî û Suryanî bi dawî kir. Di 110 zarokên ji tevahî bajarên Cizîrê tev li pêşbirkê bûn.
Armanca pêşbirkê ew e ku zarok teşwîqî xwendinê û afirîneriya wêjeyî bibin û jêhatiyên li gel nifşên nû werin dîtin.
Pêşbirka 5ˊemîn a ku salane tê lidarxistin di her sê qonaxan re derbas bû; ya yekemîn komîteya amadekar çîrok li beşdaran belav kir da ku bixwînin û naveroka wê vebêjin. Ya duyemîn, zarok naveroka çîroka ku xwendine bi kurdî dinivîsin, ya sêyemîn jî ku li hola Beylesan a li başûrê Amûdê hatiy lidarxistin, zarokan ji xeyala xwe çîrokek nivîsîn.
Di qonaxa dawî de 75 zarokan xebatên xwe yekser pêşkêş kirin. Dê zarokên din jî yên nehatine sibe li Navenda Çand û Hunerê ya her bajarekî berhemên xwe temam bikin.
68 zarok bi zimanê Kurdî, 37 bi zimanê Erebî û 3 bi zimanê Suryanî beşdar bûn.
Komîteya amadekar diyar kir ku dê di çend rojên bê de, piştî nirxandina nivîsan, devkî û aşopî yên her sê qonaxan bi dawî bû, encaman ragihîne. Wê 18 zarokên serketî; her 6 zarok ji zimanekî werin hilbijartin.
Pêşbirka "Nivîskarê Pêşerojê" ji bo vedîtina enerjiyên wêjeyî û jêhatiyên zarokan werçerxeke girîng e. Xebatên wiha çanda xwendin û nivîsandinê li gel zarokan xurt dikin û nifşekî afirîner ku dikare di aliyê çandî û afirîneriya civaka xwe de bibe piştevan amade dike.
ANHA/QAMIŞLO