Dixwazin penaberiyê ji Mexmûriyan bistînin!

Sêşem 23 Îlon 2025 - 16:45

  • Penaberên li wargeha Mexmûrê zêdetirî 30 sal in di bin êriş, astengî, ambargo û zexta derûnî de ne. Di rewşek ku di demên dawî de behsa vegerê tê kirin, PDK-Iraq û Tirkiye zextên li ser Mexmûrê zêde kirine. Vê carê komployek din di rê de ye, dixwazin bi nûkirina nasnameyan re, statûya wan a penaberiya siyasî jê bistînin.

Di dîroka Gelê Kurd de, xelkê wargeha Penaberan ya Şehîd Rûstem Cûdî (Mexmûr) weke sembola berxwedanê tên pênasekirin. Wan ji ber zilm û zordariya dewleta Tirk koç kirin û îro di têkoşîna azadiya Gelê Kurd de cihekî xwe yê girîng çêkirine.

Xelkê niha li wargeha Mexmûrê bi giştî 7 warên tije berxwedan, êş, zorî û zehmetî guherandine. Li her warek berxwedanek din a bêhempa, berxwedanek dijî zordarî, asîmîlasyon û nokeriyê nîşan dane. Ji ber vê jî zêdetirî 30 sal in serî li ber kesê netewandine, bixwe xwe bi rê ve dibin, ji bo azadiya Rêber Apo têdikoşin û rojek li benda vegerek bi rûmet a li ser axa welatek azad in.

Em ê di vê dosyaya xwe ya taybet de behsa komployek nû ya Iraq-PDK û dewleta Tirk a li hemberî penaberên wargeha Şehîd Rûstem Cûdî (Mexmûr) bikin û eşkere bikin.

Ji 17'ê Tîrmeha 2019’an de Rêveberiya PDK’ê ambargo daniye ser wargehê û rê nade ku tu kes ji wargehê biçe Hewlêr û herêmên din yên Başûrê Kurdistanê.

Beriya niha Şandeya Rêveberên Mexmûrê dema ji bo çareserkirina pirsgirêkên wargehê ji bo hevdîtina li gel rayedarên Iraqê Hevserokê Meclisa Gel ya Demokratîk ya Mexmûrê Ehmed Şehbaz û hevşaredar û endamê dîplomasiyê jî di nav de 14’ê Gulanê hatibû binçavkirin û 37 rojan di girtîgehê de hatibûn ragirtin.

Di 18’ê Îlonê de carek din Hevserokê Meclisa Gel a Mexmûrê Ehmed Şehbaz dema ji nexweşxaneyê vedigeriya, tevî ajokarê bi navê Gabar Nas hatine binçavkirin.

Tinekirina penabertiya siyasî

Nasnameyên xelkê wargehê herî dawî di sala 2020’î de hatibûn çêkirin û heya niha jî nehatine nûkirin. Nasname ji bo 3 salan hatibûn çêkirin û zêdetirî 2 sal in nasnameyên xelkê wargehê bi ser re çûne. Ji ber ku dema nasnameyan derbas bûye, xelkê wargehê di rê û rêbaran de rastî astengiyên mezin tên. Bi taybet nexweş û karkerên wargehê dema diçin dervey wargehê, zehmetiyên mezin dibînin. Seytereyên Iraqê rê nadin karker biçin ser karên xwe, gelek caran karker tên binçavkirin û bi mehan di girtîgehan de tên ragirtin.

Ji bo ku nasname werin çêkirin, nûnerên wargehê gelek caran hevdîtin bi rayedarên Iraqê re kirin, lê Iraq her carê hêcetekê nîşan dide. Gelek caran dibêjin kaxez nînin, yanî weke hêceta ‘keştî xirab e’ bi xwe jî ji vê hêceta xwe bawer nakin.

Lewma herî dawî şandeyek Iraqê di navbera 12-13’yê Îlonê de serdana wargehê kir û xwestin nasname werin nûkirin.

Xelkê wargehê bi vê kêfxweş bû, lê hatina şandeya Iraqê ne ya xêrê bû. Li gorî agahiyên ji rêveberên wargehê hatine standin, şandeya Iraqê ewil xwest hezar nasname werin çêkirin û yên din jî heya piştî demek dirêj werin çêkirin. Lê ev yek ji aliyê xelkê waregehê ve nehate qebûlkirin û welatiyan ragihand ku divê hemû nasname werin çêkirin.

Piştî nerazîbûna xelkê wargehê vê carê şandeyê got ku ew ê vê hejmarê heya 2 hezar û 500’an zêde bikin. Rayedaran ragihandin ku ew ê ewil 2 hezar û 500 nasnameyan çêbikin û piştre jî yên mayîn çêbikin. Hate zanîn ku xelkê wargehê vê daxwaza Iraqê qebûl kiribû. Lewma piştî erê kirinê, dest bi nûkirina nasnameyan hate kirin.

Lê heya kêliya dawî armanca Iraqê nedihate zanîn, beriya ku Iraq dest bi nasname nûkirinê bikin, hate zanîn ku Iraqê dixwest qanûna penaberên siyasî ya hejmara 51 ya sala 1971’ê ku li ser nasnameyê hatiye nivîsandin rake.

Yanî Iraq bi vê dixwest statûya penaberên siyasî ji destê xelkê wargehê bistîne û 30 salên têkoşîna wan ber avê de berde. Piştî ku xelkê wargehê vê hîlebaziya Iraqê zanî, biryar dan ku nasname neyên çêkirin û dan rawestandin.

Piştî hevdîtinan rayedarên Iraqê ragihandin ku ew ê carek din qanûna penaberên siyasî ya li ser nasnameyê danin û wê weke xwe bimîne.

Li gorî agahiyan piştî ku lihevhatin çêbû, ji ber ku plan û komploya Iraqê hate zanîn, vê carê piştî 3 rojan ku dest bi nûkirina nasnameyan hatibû kirin, şandeya Iraqê karê xwe daye rawestandin û ji wargehê derketiye.

Niha nûkirina nasnameyan hatiye rawestandin, nûnerên wargehê radigihînin ku ew ê ti carî bê rûmetiyê qebûl nekin û têkoşîna xwe ya ji bo azadiyê bidomînin.

Hêjayî gotinê ye di sala 1995’an de di encama berxwedana xelkê wargehê de Neteweyên Yekbûyî xelkê wargehê weke penaberên siyasî nasandibû. Ji wê rojê heya niha tevî wargeh dibin berpirsyartiya Neteweyên Yekbûyî de ye, lê Neteweyên Yekbûyî ji wargehê derketiye û xwedî li penaberan dernakeve.

ROJNEWS/NAVENDA NÛÇEYAN

parvê bike

   

Yeni Özgür Politika

© Copyright 2025 Yeni Özgür Politika | Mafên belavkirinê parastî ne.