Xeta Mizgînê berxwedan e

Duşem 13 Gulan 2024 - 02:35

  • Hozan Mizgîn di salvegera 32’an a şehadeta xwe de, li Ewrûpa, Mexmûr û Şengalê bi çalakiyan hate bibîranîn. Di bibîranînan de hate gotin: Hozan Mizgîn bi çanda ku afirand, li ser gelê Kurd û jinan bandoreke mezin çêkir.

Bi boneya 32’yemîn salvegera şehadeta Hozan Mizgîn ku di xebatên leşkerî û siyasî û bi taybet rêxistina hunerî de di nava refên têkoşîna azadiyê de pêşeng bû, li gelek deverên Kurdistan û Ewropayê çalakiyên bîranînê tên lidarxistin. Li bajarê Koln ê Elmanyayê bi boneya salvegera şehadeta Hozan Mizgîn çalakiya bîranînê hate lidarxistin. Nûnerên Navenda Civaka Kurd a Demokratîk, hunermendên TEV-ÇAND'ê, malbatên şehîdan û gelek Kurdistanî beşdarî bîranînê ya ji aliyê TEV-ÇAND'ê ve hat lidarxistin bûn. Bernameya bîranînê bi deqeyek rêzgirtinê dest pê kir û bi Koroya Zarokan berdewam kir. Piştî konsera koroyê li ser navê TEV-ÇAND'ê Dîrok Diyar axaftinek kir. Dîrok Diyar di axaftina xwe de wiha got:’’Bêguman dema ku em hevalên xwe yên ji bo me bûne dîrok, bi bîranînên xwe rêya me ronî kirine û bûne sedema serkeftinên mezin bi bîr tînin. Em wan di dilê xwe de hîs dikin. Xebatên hunerî yên ku heta roja îro li Koma Berxwedan, Awazên Çiya, Rojava, Başûr û Bakur berdewam dikin, li ser vê xetê ne. Bi berxwedana xwe bûne pêşengên me. Xeta ku wan hiştiye bi heman awayî didome. Heval Mizgîn sembolek pir watedar e. Heval Mizgîn nîşaneya rêya azadiyê ye. Gelek hevalên me yên weke Heval Sefkan, Heval Berçem, Heval Şîlan bûne nûnerên vê xetê. Ji bo ku em bigihîjin îdealên wan divê em vê xetê bidomînin. Divê em mizgîniya azadiyê bi serketineke mezin bidin wan. Ji ber vê em weke hunermendên TEV-ÇAND'ê soza xwedîderketina vê xetê didin. Ev xet berxwedan e. Hem hunermendên li vir û hem jî hemû hunermendên li derve em ê piştgiriyê bidin xeta heval Mizgîn, heval Sefkan. Ev peywireke li ser milê me ye. Divê em peywira xwe pêk bînin.” Piştî axaftinê Hozan Comerd, Zozan Zûdem, KOMAW Elî, Bermal Çem û Memo Gul derketin ser dikê û bi stranên xwe Hozan Mizgîn bi bîr anîn.

Bandor li herkesê kir

Hunermend Xelîl Xemgîn ku piştî konsera muzîkê derket ser dikê, behsa Hozan Mizgîn kir bal bire ser dilsoziya Hozan Mizgîn a ji bo Tevgera Azadiyê, helwesta wê ya Kurdistanî û jiyana wê û got:“Vegotina Heval Mizgîn zehmet e. Keçeke Kurd xwe pêşxist û bandor li mirovan kir. Bi çanda ku afirand bandorek mezin çêkir. Bi deng û ruhê xwe bandor li mirovan kir. Bandor li me hemûyan kir. Bi kesayeta xwe dişibiya Şehîd Sefkan. Dema ku min Heval Mizgîn nas kir, min di Heval Mizgîn de temsîliyeta nû ya jina azad wê çawa be, helwesta wêjeyî ya jina Kurd wê çawa be dît. Têkiliyên wê yên bi mirovan re jî wisa bûn. Bi malbatên me yên li vir re jî heman têkiliya wê hebû. Ez şahidê têkilî û hevaltiya wê me. Her tim tunebûna Mizgîn hîs dikim. Her kes dixwaze weke wê bibe şervan, weke wê bibe hunermend. Kesên bi kesayetiya wê pir kêm in." Piştî axaftina Xelîl Xemgîn sînevîzyona li ser jiyana têkoşînê ya Hozan Mizgîn hate pêşandan. Çalakiya bîranînê piştî konsera muzîkê ya hunermend Bengî Agirî, Narînxan û Dilara bi dawî bû.

Em ê hertim li ser rêya wan bin

Hunermend û şoreşgera Kurd Hozan Mizgîn di salvegera şehadeta xwe de li Navenda Çand û Hunerê ya Wargeha Şehîd Rûstem Cûdî (Mexmûr) hat bîranîn. Beriya ku bîranîn destpê bike, di kesayeta şehîd Mizgîn û hemû şehîdên çand û hunerê de ji bo tevahî şehîdên Tevgera Azadiya Kurdistanê deqeyek rêz hat girtin. Piştî rêzgirtinê têkildarî huner û têkoşîna Şehîd Hozan Mizgîn, Endama Stêra Zêrîn Helena Babat axivî û got: “Hevala Mizgîn hem bi şêweyê qehremanî û hem jî bi şêweyê hûnerî keda xwe ya ku di nava gerîla de dayî nîşandan em keda wê ya di çandê de bibîr tînin û bejna xwe li ber ditewînin. Emê her tim li ser rêya wan bimeşin.” Piştî axaftinê, sînevîzyona ku li ser jiyan û hunera şehîd Mizgîn hatibû amadekirin hat nîşandan. Piştî sînevîzyonê Koma Tevçand û Stêra Zêrîn stranên xwe pêşkêşî beşdaran kirin.

Hozan Mizgîn cara yekem li Şengalê ji aliyê jinên Êzidî ve hate bîranîn. Navenda Çand û Hunerê ya Jinên Êzidî, ‘Stiya Nexşa’ Hozan Mizgîn bibîranî. Endamên navenda Stiya Nexşa stranên li ser Hozan Mizgîn hatine gotin û stranên wê ji jinan re gotin.

NAVENDA NÛÇEYAN

parvê bike

   

Yeni Özgür Politika

© Copyright 2024 Yeni Özgür Politika | Mafên belavkirinê parastî ne.