32 salên berxwedana Mexmûrê: Ji koçberiyê ber bi vegerek bi rûmet (II)

Pêncşem 27 Tebax 2026 - 16:30

  • Cara ewil di heman wargehê de bi berxwedanek bê hempa karîn statûya penabertiya siyasî bi dest bixin. Lê bi standina statûyê re, tevî ji gundên xwe derketin, dewleta Tirk dîsa dev ji wan berneda û êrişî wan kir û sê mehan di bin ambargoyê de man!

 

Penaberên Mexmûrê êdi ji gundên xwe derketin û neçarî koçberbûnê hatin kirin. Ewil li kampek bi navê Bihêrê ya li nav Başûrê Kurdistanê bicih bûn. Kampa Bihêrê, li Başûrê Kurdistanê, di nav sînorên parêzgeha Dihokê û li herêma Badînanê de ye. Ev kamp li devera çiyayî ya navçeya Zaxoyê, li nêzîkî herêma Heftanînê li ser erdeke asê û hênik hatibû avakirin. Ev kamp pir nêzîkî xeta sînorî ya Bakur û Başûrê Kurdistanê bû. Dûrahiya wê ya rasterast ji sînor tenê çend kêlometre bû. Ji Deriyê Sînor ê Fermî yê Xabûrê (Îbrahîm Xelîl), bi rêyên çiyayî jî ne gelek dûr bû.

Êdi ji gundên xwe derketin, bi çavên tije hêstir û tirs, mal û warê xwe berdan. Ji ber ku dewletê dem da bûn, eger dernekevin wê bi ser wan de bombeyan bibarîne û komkujiyên mezin pêkwerin. Lewma ev civak berê wê ket Başûrê Kurdistanê. Bi hêviya ku li Başûrê Kurdistanê rêveberiyek Kurd heye û wê li wan xwedî derbikevin, rêya wan ket ser sînor û derbasî Başûrê Kurdistanê bûn. Di encam de di sala 1994’an de piraniya xwe jin, zarok, kal, ciwan û kesên xwedî pêdawîstiyên taybet, zêdetirî 14 hezar kes koçberî Başûrê Kurdistanê bûn.

Cara ewil di heman wargehê de bi berxwedanek bê hempa karîn statûya penabertiya siyasî bi dest bixin. Lê bi standina statûyê re, tevî ji gundên xwe derketin, dewleta Tirk dîsa dev ji wan berneda û êrişî wan kir. Li wargehên ewl gelek penaber di encama êrişan de hatin qetilkirin, 3 mehan dibin ambargoyê de man!

Piraniya xwe xelkê Herêma Botanê bûn û ji van gundan pêk dihatin; ‘‘Hilal, Mijîn, Şirîş, Şêxan, Sêgirgê, Kadûn, Ziravik, Delaka, Bileh, Nêrweh, Aloş, Kalgê, Şiwêd, Kiror, Mêrgeh, Qilaban, Repin, Kalhesîna, Helet, Nêrweh, Dêrahînê, Pîran, Roboskî, Zevyan, Mehravî, Aroşkê, Xêrka, Holê, Kalê, Deryan, Ayvan, Çeqçeqo, Bacrid, Girekê, Dehla Hinara, Çalan, Mehujkê, Xirbgê Best, Aqêr, Tolga Memiran, Gundikê Melê, Biryan, Nerex, Spêndarok, Gundikê Remo, Serê Dehlê, Heştan, Gîlindor, Akêd, Zorava, Kîron, Bilika, Şax, Hewlerî, Bespîn, Silopya, Çelê, Oramar, Çem, Dostky, Talane, Zerene, Mate, Zêrê, Kînyanîş, Sêvê, Ziyanîş, Bêlat, Guzereş, Marufan, Deştan, Bêtkar, Marunîs, Bilêcan, Biryê, Gever Merkez, Cizîrê, Qesirga Gêlî, Bane, Şehrîka, Zivingê, Zêvkê, Şikaka, Deşta Dara, Kobex, Hespist û Dêrşew.’’

Dewletê jî pêşiya wan vekir da ku gundên xwe biterikînin, bi taybet di meha Adar, Nîsan Gulan û Hezîrana sala 1994’an de koç dewam kir. Piştre dewletê rê girt. Ji xwe di salên 92’ê dejî ji ber heman sedeman gelek malbat koçî Başûrê Kurdistanê bibûn û li derdora Zaxo û Dihokê bicih bibûn.

Statûya siyasî wergirtin

Mamosta Hiseyn Kara di axaftina xwe de behsa bicihbûna wargeha yekem kir. Kara dibêje; ‘‘Em cara ewil li kampa Bihêrê bicih bûn. Ev wargeha me ya ewile. Dema ku em liwir bicih bûn, Neteweyên Yekbûyî hatin û alîkariyek mirovî bi mere kirin. Piştre ji bo ku em statûya penaberiyê bistînin, li Zaxoyê em 29 rojan ketin greva birçîbûnê. Nêzi 200 kes divê çalakiyê de cihê xwe girtin. Di encama berxwedana xelkê wargehê de Neteweyên Yekbûyî statûya penabertiya siyasî da me. Cara yekem û li wargeha yekem ya Bihêrê me karî em bi fermî bibin penaberên siyasî û NY ev statû qebûl kir. Piştre NY gotin ku emê ji bo we kampek fermî ava bikin û hemû pêdawîstiyên we pêşwazî bikin. Herwiha soz dan ku me ji metirsî û êrişan biparêzin.’’

Dema ku xelkê Mexmûrê ji Bakurê Kurdistanê derket û li wargeha Bihêrê bicih bû, dewleta Tirk dîsa ji wan negeriya. Êrişî wan kir, ji Kêriya Reş ve ku li ser sînor bû, dewleta Tirk bi hewanan êrişî xelkê wargehê dikir. Yanî dewleta Tirk li penaberiyê jî, ji wan negeriya, tevî ev civak ji sînorên Tirkiyeyê derketibûn jî, lê dewleta Tirk dev ji wan ne berda û êrişî wan kir.

Mamosta Hiseyn Kara got ku dema ew li Bihêrê bicih bûn, dewletê xwest wargehê belav bike, lewma dest bi êrişan kir. Kara got; ‘‘Ji xwe piştî me statûya penabertiya siyasî wergirt, dewleta Tirk zextên xwe zêdetir kir. Xwest wargehê yekser belav bike. Lewma êriş dikir. Em li Bihêrê weke hejmar gelek bûn, êriş hebûn, di warê tenduristiyê de xeterî hebûn, xeteriyên nexweşiyên mezin hebûn. Di aliyê jiyanî de gelek zehmetî hebûn, ji ber em dibin laylon û kêmek çadir de bûn. Em li derve bûn û rewş her diçû xirabitir dibû. Lewma me got emê wargehê bikin du beş. Nîvî li Şeraneş bicih bûn û nîva din jî li Bihêrê man. Me digot, li ser kijan wargehê xeteriyek mezin çêbibe, emê derbasî ya din bibin.

NY li wargeha Şeraneşê alîkariyek kêm dida, ji xwe piştî NY statûya siyasî da penaberan, vê carê dewleta Tirk tirsiya û xeletiya xwe dît. Zanî ku wê zextek li ser dewletê çêbibe. Lewma kete nava liv û tevgerê, dewleta Tirk xwest yekser wargeh belav bibe. Ji bo vê jî zextek mezin li NY û PDK’ê dikir. Rêyên me girtin, sînoran girtin. Dewleta Tirk bi balafiran derdora wargehê bombebaran dikir, helîkopteran dişand û gef li wargehê dixwar. Heta carek rayedarên NY xwestin ji Qesrokê derbasî nava wargehê bibin, dewleta Tirk wan da ber topan. Rayedaran bi zorê xwe rizgarkirin, yanî dewleta Tirk rê nedida NY jî bikeve nava wargehê.

Ji ber van xeteriyan piştre biryar hate girtin ku em wargeha Bihêrê berdin. NY ji mere gotin ku em nikarin alikariya we bikin, ji ber jiyana karmendên me di metirsiyê deye. Lê gotin me eger hun cihê xwe biguherin û ji sînorê Tirkiyeyê durbikevin, emê alîkariyê bidin we. Dema NY alîkarî ji me qutkir, firseta êrişê ket destê dewleta Tirk. Lewma xelkê wargehê biryar da ku ji wargeha xwe biguherînin.

Piştre hem wargeha Şeraneş hem jî ya Bihêrê bi hevre di 12’ê Îlona sala 1994’an de li wargeha Bêrsîvê bicih bûn. Li wir em nêzî 3 mehan ma, em hinek ji sînor dûrketin. Di rastiyê me ne dixwest em gelek ji Bakurê Kurdistanê dûrbikevin, ji ber me digot heya çareseriyek çêbibe, emê carek din vegerin ser gundên xwe! Piştî em li Bêrsîvê bicihbûn, NY carek din vegeriya nav wargehê  

NY ji mere got ku livê herêmê emê wargehek ji were ava bikin, lê PDK’ê ji ber zextên dewleta Tirk qebûl nekir. Ew herêm dibin desthilatdariya PDK’ê de bû.

Lewma piştî 3 mehan em mecbur bûn carek din berê xwe bidin cihek din. NY xwest em derbasî Etruşê bibin, Etruş ji sînor gelek dur bû, lê me herêm nas nedikir. Me gelek îtiraz kir, lê PDK rê nedida em li Bêrsîvê bimînin. Ji ber zextan carek din NY alîkariya xwe ya ser xelkê wargehê da sekinandin. Herwiha şert û mercên jiyanî gelek zehmet bûn. Lewma em neçar man ji Bêrsîvê jî biçin Etruşê.

Em çûn Etruşê. Li gorî dewleta Tirk ger em derbasî Etruşê bibin, wê têkiliya me û tevgera azadiyê qut bibe, emê bikevin derdê jiyanê, dev ji nasnameya xwe ya siyasî berdin. Yanî dewletê hêvî dikir em biçin Etruşê, emê belav bibin. Niyeta PDK’ê jî ew bû.

Zext dewam kirin: Armanc belav kirin bû

Dema dîtin me li Etruş jî kamp avakir, dîsa Neteweyên Yekbûyî hatin. Weke hemû wargehên din vê carê li Etruş jî gotin em nikarin we xwedî bikin. Ji me xwestin em li Etruşê jî bibin du kamp. Ji xwe li hemberî van zextan hertim çalakiyên me yên weke meş û nerazîbûnê hebûn. Di encam de li Etruş em bun du kamp. Nîvî li Geliyê Qiyametê bicih bûn, nîva din jî li Etruş. Di navbera me de 5 km hebû.

NY xebatên xwe domand, lê carek din zext û gef dewam kirin. Di encamê de NY gotin ku divê hun kampa B ya Etruşê qepat bikin. Li ser kampa Geliyê Qiyametê 3 meh ambargo danîn. Ambargoyek tund bû, rê nedidan kes bikeve nava wargehê û derbikeve. Xwarin vexwarin, xilas bû, derdora kampê MÎT û Parastina PDK’ê hebû. Liwir gelek komkujî pêkhatin, gelek welatiyên me liwir hatin qetilkirin.

Li Etruşê jî hemû zext dewam kirin, carek din NY gotin ku em nikarin rewşê kontrol bikin. Dewleta Tirk hertim zext li NY dikir, bi derewan dixwest NY destê xwe ji me bikişîne. Em li Etruşê 2 sal man. Yanî dawiya 94’ê heya 97’ê em li Etruş bûn.

Em dîsa hatin koçberkirin. NY carek din ji mere gotin ji Etruş derbikevin, emê li cihek din alîkariya we bikin. Me got em dikarin li Herêma Kurdistanê weke 4 cihan bicih bibin. Lê PDK carek din me qebul nekir, wan dixwest her 20-30 malbatek li cihek Herêma Kurdistanê bicih bikin. Yanî armanca wan belavkirina me bû. Ji ber zexta dewleta Tirk, PDK nehêla NY kampan ava bike. Ti çareyek me nebû, ti alternatif ji mere nehêlan, em mecbur hatin hiştin ku em jivir jî koç bikin.

IDRÎS KARA/ ROJNEWS/MEXMÛR

Sibe beşa 3

Piştî Etruşê jî xelkê Mexmûrê neçar ma berê xwe bidin wargeha Nînovayê, lê li Nînovayê jî heman zext û êriş dewam kirin. Rêveberiya Herêma Kurdistanê cih neda wan, deriyê xwe ji bo wan venekir. Ew bê çare mabûn, ti alternatîfek wan nemabû, tek çare Iraq bû. Belê Kurdan cih neda wan, lê Sedam jî ji bo mirinê çola Mexmûrê pêşkêşî wan kir. Emê di beşa sibe de behsa pêvajoya ji derketina kampa Etrûş û heya bicihbûna wargeha Mexmûrê bikin.

parvê bike

   

Yeni Özgür Politika

© Copyright 2026 Yeni Özgür Politika | Mafên belavkirinê parastî ne.