Hevdîtin ji bo dîplomasiyê girîng bûn

Duşem 16 Sibat 2026 - 03:45

Şandeya Kurdan a tev li Konferansa Ewlehiyê ya Munihê bûye, di astên herî bilind de hevdîtinan dikin. Di konferansê de Wezîrê Karên Derve yê Amerîkayê Marco Robîo şert daniye ber şandeya Sûriyeyê ku Mazlum Ebdî û Îlham Ehmed jî bi wan re tev li hevdîtinê bibin. Marco Robîo peyama Trump gihand şandeya Sûriyeyê û Trump xwestiye ku Sûriye siyaseteke nerm bi Kurdan re bimeşîne û zû li hev bên.

Konferansa Ewlehiyê ya Munîhê ku ji 1963'yan vir ve li bajarê Munîhê yê Elmanyayê tê lidarxistin, dîsa hat lidarxistin. Nûnerên Kurdên Rojava û Başûrê Kurdistanê jî ji bo konferansê hatin vexwendin û Fermandarê Giştî yê Hêzên Sûriyeya Demokratîk (HSD) Mazlûm Ebdî, Hevseroka Daîreya Têkiliyên Derve ya Rojava Îlham Ehmed û Serokê Herêma Federal a Kurdistanê Neçîrvan Barzanî tev li konferansê bûn. Ji aliyê dîplomasiyê ve konferans xwedî giringiyeke mezin e û derfet e ji bo pêvendiyên bi welatên biyanî re.

Rojnameger Hemîd Ûrmiye ku li Munîhê konferansê dişopand, derbarê geşedanên dîplomasiya yên nûnerên Kurdan de. Hemîd Ûrmiye diyar kir ku nûnerên welatên biyanî gelek giringiyê didin vê konferansê û hewldanên dîplomasiyê li vê konferansê gelek zêde ne. Hemîd Ûrmiye anî ziman ku nûnerên Kurdan hem ên Rojava hem jî yên Başûr di asta herî bilind de gelek hevdîtinên dîplomatîk pêk anîn û got: “Taybetî senetorên Emerîkî bi nûnerên Kurdan re hevdîtinên girîng kirin. Şandeya Rojava bi şandeya Sûriyeyê re hat, lê hevdîtinên xwe cuda kirin. Nûnerên Rojava li vir hewl didin li gel serokên welatan hevdîtinan çêbikin û taybetî jî hewl didin pêywendiyên xwe li gel Fransayê zêdetir bikin da ku di siberojê de piştgiriya xwe ji bo statu û mafên Kurdan ên weke leşkerî, ziman, hiqûq û wekheviyê de zêdetir bikin.”

Hemîd Ûrmiye da zanîn ku di roja yekemîn a konferansê de Mazlûm Ebdî û Îlham Ehmed bi Emanûel Macron re hevdîtin kirin û ev tişt li axaftina xwe zêde kir: “Macron piştrast kir ku ew dê bi hemû hêza xwe ve piştgiriyê bidin Rojavayê Kurdistanê. Soz daye ku hemû mafên Kurd, Durzî, Suryan, Elewî hwd. biparêze û di nava Sûriyeya nû de cihê wan jî hebe. Herwiha Wezîrê Karên Derve yê Amerîkayê Marco Robîo ku weke nûnerê Amerîkayê li vir e, ji bo hevdîtinê şert danîbû ber şandeya Hikûmeta Demkî ya Sûriyeyê ku Mazlûm Ebdî û Îlham Ehmed jî bi wan re bin. Li ser vê yekê bi şandeya Sûriyeyê re rûnişt û gelek danûstandinên girîng kirin. Robîo peyama Serokê Amerîkayê Donald Trûmp gihand şandeya Sûriyeyê. Trump di peyama xwe de gotiye ku divê Hikûmeta Demkî ya Sûriyeyê siyaseta xwe ya bi Kurdan re nerm bike û bi lez li hev werin.”

Hemîd Ûrmiye bi lêv kir ku konferans bi giştî heta niha ji bo Kurdan gelekî baş çûye û wiha dawî li axaftina xwe anî: “Tevî şandeyên Kurd di hêla navdewletî de Komîserê Bilind ê Penaberan ê Neteweyên Yekbûyî (NY) Berhem Salih û li ser navê Îraqê Fuad Husên ku her du jî Kurd in beşdar bûne. Dema mirov lê dinêre ev yek gaveke gelek girîng e ji bo Kurdan. Beşdarbûna evqas Kurdan ya ji bo vê konferansê, encama berxwedana Rojava û xwedîderketina gelê Kurd a çar perçeyên Kurdistanê û Ewropayê ye.”

AW/WAN/BAZÎD EVRAN

parvê bike

   

Yeni Özgür Politika

© Copyright 2026 Yeni Özgür Politika | Mafên belavkirinê parastî ne.