Ehmed û Ebdî li Elmanyayê ne
Şemî 14 Sibat 2026 - 03:15

Hat ragihandin ku Fermandarê QSD’ê Mazlum Ebdî û Hevseroka Daîreya Têkiliyên Derve ya Rêveberiya Xweser Îlham Ehmed ji bo tev li Konferansa Ewlehiyê ya Munihê bibin li Elmanyayê ne. Hat diyarkirin ku Ebdî û Îlham Ehmed wê li vir bi Wezîrê Karên Derve yê Sûriyeyê Esad Şeybanî re hevdîtinê bikin. Konferans, di navbera 13-15’ê Sibatê de tê lidarxistin. Konferansa Ewlehiyê ya Munihê ku gelek lîderên cîhanê û pisporên ewlehiyê tevlî dibin, yek ji platforma herî xwedî prestîj a cîhanê tê qebûlkirin û polîtîkayên ewlehiyê tê de tên nîqaşkirin.
NAVENDA NÛÇEYAN















