Civîna ‘Diyaloga Tirkiye û Kurdan’
Pêncşem 26 Sibat 2026 - 03:42

Civîna ku ji aliyê Komîsyona Hemwelatiyên Tirkiyeyê ya Yekitiya Ewropayê (EUTCC) û Koma Sosyalîstên Pêşverû û Tifaqa Demokratan a Palamentoya Ewropayê tê lidarxistin, dê Îlham Ehmed û Fermandara Giştî ya YPJ’ê Rohilat Efrîn beşdar bibin.
Li paytexta Belçîke Brukselê di Parlamentoya Ewropayê de dê civînekî girîng bê lidarxistin. Di civîna maseya gilover a bi sernava “Tirkiye û Kurd di nava diyalogê de ne: Aştî, Lihevkirin û Demokrasî” a ku îro tê lidarxistin de, dê pêvajoya siyasî ya li herêmê û geşedanên dawî yên li Rojava bên gotûbêjkirin.
Civîna bi pêşengiya Komîsyona Hemwelatiyên Tirkiyeyê ya Yekitiya Ewropayê (EUTCC) û Koma Sosyalîstên Pêşverû û Tifaqa Demokratan a Palamentoya Ewropayê û bi pişgiriya gelek kesên girîng ên navneteweyî tê lidarxistin. Hate destnîşankirin ku dê kesên wekî Leyla Zana, xelatgira Nobelê Şîrîn Ebadî, Bianca Jagger û Noam Chomsky pişgiriyê bidin.
Herwiha dê Endamê Şandeya Îmraliyê ya partiya Wekhevî û Demokrasiyê ya Gelan (DEM Partî) Mîthat Sancar û Hevseroka Daîreya Têkiliyên Derve ya Rêveberiya Xweser Îlham Ehmed wek axêver beşdarî civînê bibin.
Herwiha dê tê payîn ku Fermandara Giştî ya YPJ’ê Rohilat Efrîn dê der heqê pêvajoya entegrasyona li Sûriyeyê û rewşa jinên herêmê beşdaran agahdar bike.
Di metna vexwendinê de, îşaret bi rewşa ku piştî banga 27’ê Sibatê ya Abdullah Ocalan derketiye holê hate kirin û hate diyarkirin ku dê tevkeriyên Yekitiya Ewropayê (YE) ya ji bo aştî û demokrasiyê bê gotûbêjkirin.
Herwiha hate destnîşankirin beşdariya xurt a ji bo aştiya herêmê girîng e û hemû endamên YE’yê hatin vexwendin.
MA / STENBOL















