Li Brukselê civîna 'Tirkiye û Kurd'
Çarşem 25 Sibat 2026 - 03:00

Bi malovaniya endama Parlamenta Ewropayê (MEP) Evîn Încîr wê civînek bi sernavê "Turkey and the Kurds in Dialogue: Peace, Reconciliation and Democracy" di 25'ê Sibata 2026'an de roja Çarşemê li Brukselê bê lidarxistin. Civîn wê li salona SPINELLI 3H1 a Parlamenta Ewropayê saet di navbera 17:00-19:00 de pêk were. Moderatoriya bernameyê wê ji aliyê rojnamevan Amberîn Zaman ve bê kirin. Di civînê de ku axaftin wê bi zimanên Îngilîzî, Elmanî û Îtalî bêne wergerandin, endamên Parlamenta Ewropayê yên ji komên siyasî yên cuda, akademîsyen û siyasetmedar wê biaxivin. Li gel Evîn Încîr wê endama destreya rêveberiyê ya EUTCC Dersim Dagdevîren, Andreas Schieder, Parlamenterê Partiya Demokrasî û Wekheviyê ya Gelan Mîthat Sancar, Leoluca Orlando, Per Clausen, Thijs Reuten û Dr. Ayhan Işik jî tevlî bibin.
Parêzera Mafên Mirovan Şîrîn Ebadî ya ku Xelata Aştiyê ya Nobelê wergirtiye, Qasida Nêta Baş a Konseya Ewropayê Bianca Jagger û Xelatgira Saskharovê Leyla Zana piştevanên civînê ne.
Tê payin ku di civînê de çareseriya demokratîk a pirsgirêka Kurd a li Tirkiyeyê, jinûve avakirina pêvajoya aştiyê û rola gengaz a Ewrûpayê ya di vê pêvajoyê de bêne nirxandin.
NAVENDA NÛÇEYAN















