Li Kamaraya Lordan Konferans
Şemî 14 Sibat 2026 - 03:58

- Di Kamaraya Lordan a Parlamentoya Îngilistanê de konferansa bi sernavê “Li Rojhilata Navîn a ku tê guhertin Kurd, hevsengiyên hêzê, rîsk û derfet” hate lidarxistin.
Di salvegera 27’an a komploya navneteweyî ya li hemberî Rêber Apo de, Centre For Kurdish Affairs (Navenda Lêkolînên Kurdî) li Kamaraya Lordan a Parlamentoya Îngilistanê panelek lidar xist. Gelek siyasetmedar, akademîsyen û sendîkavan û şexsiyetên Kurd weke guhdarvan beşdar bûn. Ji Partiya Karkeran Bambos Charalambus malûvanî ji panelê re kir. Parlamenterê Colemêrgê yê DEM Partiyê parêzer Onur Duşunmez, endamê Kamaraya Lordan Lord Maurice Glasman, lêkolînvana femînîst û nivîskar Rahila Cupta, yek ji pisporên Têkiliyên Navneteweyî Prof. Vassilis Fouskas û Berdevkê Têkiliyên Derve yê PYD’ê Salih Muslim weke axaftvan beşdar bûn.
Piştgiriyê bidin Rojava
Endama Centre For Kurdish Affairs rojnamevan Nejla Arî axaftina vekirinê ya panelê kir û got, ne tenê gelên wan, yên ku ewlehiya kûreyî parastin û li dijî DAÎŞ’ê di refên herî pêş ên têkoşînê de cih girtin jî, îro hatine terikandin û di bin gefê de hatine hiştin. Nejla Arî destnîşan kir ku rêveberiyeke girêdayî El Qaîdeyê li Sûriyeyê zû û bê lêpirsîn hate rewakirin, ev yek hem di aliyê exlaqî hem jî stratejîk de pirsgirêkên cidî çêdike û got:’’Di serî de Kurd, Durzî, Elewî, Asûrî û Êzidî, pêkhate û bi taybetî jin ji ber mafên xwe yên esas û ewlehiyê bi fikar in. Em bang li hikûmeta Îngilîz dikin ku mafên mirovan biparêze û piştgirî bide alternatîfên demokratîk û berfireh ên mîna Rêveberiya Xweser a Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê.”
Dewleta Tirk gav neavêtine
Piştre Parlamenterê Colemêrgê yê DEM Partiyê Onur Duşunmez mafê axaftinê girt û bal kişand ser banga Aştî û Civaka Demokratîk a ji aliyê Rêber APO û gavên stratejîk ên ku PKK û tevgera azadiyê ya Kurd avêtine. Duşunmez, da xuyakirin ku divê piştgirî ji bo pêvajoya Manîfestoya Aştî û Civaka Demokratîk a ku li Tirkiyeyê ji bo aştiya Rojhilata Navîn tê meşandin were dayîn û got:“Divê em piştgirî bidin gelê Kurd ên li Rojava ji bo bidestxistina statuyeke demokratîk û îdarî. Her ku piştgirî mezin bibe hêvî wê mezin bibe û azadî jî pê re nêz dibe.”
Divê Kurd stratejîk nêz bibin
Ji Beşa Têkiliyên Navneteweyî ya Zanîngeha Rojhilatê Londonê Profesor Vassilis Fouskas, destnîşan kir ku, li gorî teoriya realîst, hêzên mezin bi gelemperî bi dewletên bihêz re tevdigerin, ne bi aktorên ne-dewletî re. Fouskas, anî ziman ku ji ber vê aktorên wekî Kurd, divê ne tenê li ser argumanên exlaqî, lê di heman demê de bi ramana stratejîk û dîplomasiya piralî jî tevbigerin.
Li Kobanê dorpêç didome
Berdevkê Têkiliyên Derve yê PYD’ê Salih Muslim ê ku bi rêya telefonê beşdarî panelê bû, diyar kir ku tevî lihevkirinên dawîn jî hêzên hikûmetê ji hin herêman vekişiyane û got:’’Kobanê ev 25 roj in di bin dorpêçê de ye û rewşa mirovî gelekî cidî ye. Gel bi pirsgirêka av û xwarinê re rû bi rû ye. Her wiha têkildarî astengkirina hatina alîkariyên mirovî yên ji Kobanê re endîşeyên cidî hene. Rewş krîtîk e. Em bang li dostên xwe û serokên navneteweyî dikin ku ji bo rakirina dorpêçê û bi awayekî tam bicihanîna lihevkirina hatî îmzekirin li ser aliyên eleqedar zextê bikin. Em hêvî dikin ku eleqeya civaka navneteweyî ya berdewam dike, têkariyê li bicihanîna lihevkirinê û jiyana gelê herêmê ya bi ewle û rûmet bike.’’
Jin azad nebe civak azad nabe
Rojnameger û nivîskara femînîst Rahila Gupta jî bi gotina Rêber Apo ya ‘’heya ku jin azad nebin civak jî azad nabe’’ dest bi axaftina xwe kir û got:’’Birêz Ocalan, yek ji kêm wan serokan e ku meseleya azadiya jinan di navenda bernameya xwe ya siyasî de bi cih kiriye. Ocalan li hemberî avaniya homojenîkirina netewdewletê Konfederalîzma Demokratîk û modeleke piranîparêz a azadiya jinan esas digire, diparêze û çarçoveya siyasî ya vê fikrê ava dike. Yanî ez di wê fikrê de me ku Ocalan meseleya jinan ji daxwazeke mafî wêdetir, vediguherîne prensîba damezrîner a civakeke nû.’’ Rahila Gupta bi gotina; ‘’Jin, Jiyan Azadî’’ axaftina xwe bi dawî kir.
ANF/HÎKMET ERDEN












