Yekitiya Kurdan mîsogeriya hebûnê ye

Şemî 21 Sibat 2026 - 03:55

Platforma Yekitiya Jinên Kurd, têkildarî civîna neteweyî ya ku wê li Amedê bê lidarxistin, li Navenda Kongreyê ya ÇandAmedê daxuyanî da. Gelek jin tev li daxuyaniyê bûn. Metna daxuyaniyê, ji hêla Laleş Bîçîmlî ve hate xwendin. 

Metna daxuyaniyê ya bi sernavê “Yekitiya jin Kurd bingeha yekitiya demokratîk a neteweyî ye” wiha ye:’’Îro ji ser Îsraîlê bi piştgiriya hêzên emperyal tê xwestin ku ji nû ve teşeyeke bidin Rojhilata Navîn. Rejîma nû ya Sûriyeyê ku li ser bermahiyên DAIŞ'ê hate avakirin, tê xwestin ji aliyê hêzên hegemonîk rewa bên nîşandan. Ev çeteyên dijminê jinan, gelan, komên baweriyên cuda û hemû mirovahiyê ne, ji aliyê hêzên serdest hatin erêkirin û hate xwestin qirkirina Kurdan pêk bînin. Ev erêkirin di 6’ê Çileyê de, bi navbeynkariya DYE, piştgiriya Fransa û di bin çavdêriya Tirkiyeyê de li Parîsê di civîna Şam-Îsraîlê de pêk hat. Heman êvarê li Helebê, li taxên Şêxmeqsûd û Eşrefiyê, êriş li ser Kurdan hate kirin û heman xetere îro jî bi dorpêçkirina Kobanê didome.

Li dijî Kurdan komplo di dewrê de ye

Bi vê konseptê dixwazin ku sed sal piştî peymana Lozanê dîsa Kurdan li derveyî hiqûqê bihêlin. Ev hêzên kapîtalîst û mêtinger armanc dikin ku Şoreşa Rojava, ku şoreşeke jinan e, bêhna wê biçikînin, wê tune bikin û ji holê rakin. Ji ber vê yekê jî li Rojhilata Navîn ji bo îradeya gelan a jiyana hevpar û aştiyane asteng bikin, têk bibin komployek wiha ya navneteweyî xistin dewreyê. Divê eşkera were gotin ku ev komplo di pêvajoya ‘Aştî û Civaka Demokratîk’ de pêk hat. Ev rewşa heyî planek li dijî perspektîfa çareseriyê ya azadî, demokratîk û jiyana hevpar a birêz Abdullah Ocalan hatiye pêşxistin. Gelê Kurd bi xweparastina xwe ya mezin, bi berxwedana xwe; bi avakirina hêza xwe ya polîtîk û rêxistinî xwe îspat kiriye û hêz û hebûna xwe bi cîhanê daye qebûlkirin.

Kurdan sînor bê wate kirin 

Têkoşîna Azadiya Kurdistanê bi daneheviya xwe ya di 50 salên dawî de wergirtiye, nîşan da ku xwedî wê hêzê ye ku dikare hemû Kurd û Kurdistaniyan li dora hev kom bike. Îro em vê yekê bi zelalî dibînin ku li çar aliyên Kurdistanê û li her deverên cîhanê di dorpêçkirina Kobanê de Kurd demeke dirêj li qadan yek rêz dibin û bi yekdengî diqîrin. Berxwedana Kobanê û li hemberî vê dorpêçkirinê bêdeng nebûna gelê Kurd, ji aliyê civakî û hestiyarî ve girêdan û helwesteke hevpar û xurt di nava gelê me de ava kir, ji bo Rojava yekitiya neteweyî pêk anî û sînorên çêkirî yên li Kurdistanê hatine xêzkirin bêwate kir.

Ji bo Kurdan yekitiya neteweyî êdî bûye pêwistî û pêdiviyek jiyanî û jêneger, ev li her Kurd û Kurdistaniyan ferz e. Siyaseta Kurd jî ji aliyê gel ve bi pirsa ‘ku îro nebe, kengê?’ re rû bi rû maye, divê berpirsiyariya xwe pêk bîne.

Jinên Kurd hêza herî dînamîk in

Jinên Kurd û jinên Kurdistanê ku li hemû Kurdistanê û cîhanê têkoşîneke bêhempa û bênavber didin, xwedî zanîn, danehevî û hêz in ku pêşengiya yekitiya neteweyî ya gel jî bikin. Me gelek mînak dîtin ku kiryarên ne mirovahiyê ne û pêkanîna zihniyeta DAIŞ'ê ne ku li dijî ‘jinên şerker’ pêk hatin. Ji bo Kurdan jin û hemû tiştên li ser jinê pîroz in, lê ev hov û barbarên vê demê dixwazin wan tune bikin. Keziya Porê qutkirî ku wan parve kir û nîşan da, îro ji bo jinan bûye sembola azadiyê û çalakiya porhûnandinê ya jinên Kurd û jinên cîhanê tevgereke rêxistinî ya jixweber çêkir. Her wiha di nav hemû Kurdan de, birdoziya wî/ê çi be jî, hesta yekitiya neteweyî gihand asta herî bilind.

Divê sekna heyî mayînde bibe

Îro pêkanîna yekitiya demokratîk a gelê Kurd bi awayekî stratejîk li ser esasê îradeya azad a jinan û wisa girtina dest dîrokî ye. Ev stratejî ku ji aliyê jinan ve jî li ser bingeha peymana civakî were diyarkirin, ev garantiya jiyana hevpar a Kurdan û hemû cudahî, reng û dengan e. Ji ber ku yekitiya jinên Kurd, xerca yekitiya neteweyî û yekitiya neteweya demokratîk e. Li ser vê bingehê, di vê pêvajoya hesas, nazik û girîng de, bi ruhê ‘Jin, jiyan, azadî’yê em li hemû jinên Kurd ên li Kurdistan û yên ku li her devera cîhanê dijîn bang dikin û dibêjin; werin cem hev, bi pêşengiya ‘Yekitiya Neteweyî ya Kurd’ ji bo em bi hev re aştî û civaka demokratîk ava bikin;  em we vedixwînin civîna ku dê di 2’yê Adara 2026’an de li Amedê were lidarxistin.”   

MA/AMED

parvê bike

   

Yeni Özgür Politika

© Copyright 2026 Yeni Özgür Politika | Mafên belavkirinê parastî ne.