Owen li dij darizandina Kurdan derket
În 27 Sibat 2026 - 03:40

- Parêzera mafên mirovan a 94 salî Margaret Owen nerazîbûn nîşanî darizandina 6 kurdan a li Old Bailey a li Londonê da û got, "Ez nikarim bawer bikim ku li welatekî veguheriye dewleteke polîsan dijîm."
Doza li Old Baileyê dewam dike ku weke doza krîmînalîzekirina gelê Kurd ê li Londonê tê pênasekirin û şeş Kurd lê têne darizandin. Doza ku bi doza KCK'ê tê şibandin ku demekê li Tirkiyeyê weke 'absurt' dihate pênasekirin, dibe sedema nerazîbûna parêzvanên mafên mirovan.
Parêzer û parêzvana mafên mirovan a Îngilistanê Margaret Owen a 94 salî li ber Dadgeha Cezayê Giran a Old Bailey a li Londonê darizandin şermezar kir û nerazîbûna xwe nîşan da.
Margaret Owen ku heyrana fikrê Rêber Apo ye, rahişt flamaya Abdullah Ocalan. Margaret Owen operasyona li hemberî Kurdan bi zimanekî tund rexne kir û got, "Di Gulanê de ez ê bibim 94 salî û bawer nakim bê ev welat çawa guherî. Operasyona ku Kurdan krîmînalîze dike û wan weke 'terorîst' nîşan dide, ti aliyekî xwe yê mirovî û hiqûqî nîne. Ev welat êdî veguheriye dewleteke polîsan û nikarim bawer bikim ku li welatekî bi vî rengî dijîm."
Margaret Owen a 94 salî diyar kir ku wê operasyona li hemberî Kurdan a 27'ê Mijdara 2024'an ji bîr neke û got, "Em ê vê ti carî ji bîr nekin. Em ê ti carî ji bîr nekin bê sibehê saet di 03:15'an de polîsên bi çek çawa avêtin ser mal û saziyên Kurdan. Rojek piştî hevdîtina wezîrê me yê karên derve bi wezîrê karên derve yê Tirkiyeyê re serdegirtin li navenda civaka gelê Kurd hate kirin ku gelekî bêhempa ye. Di sermayê de mirov derxistin derve. Jin, zarok, ciwan hemû bi tundiya polîsên bi çek rû bi rû man, piştre şeş kes hatin girtin. Gelê Kurd ê bêhempa, hûn li ku dibin bila bibin; çi li vî welatî, çi li Tirkiyeyê, çi li Sûriyeyê, çi li Îranê, çi li Iraqê li her derê zilm û zext li we tê kirin. Û niha li vê derê, li vî welatî, li dadgehê Kurd têne darizandin, li vî welatî zilm li wan tê kirin. Kurd têne girtin û darizandin."
Margaret Owen ragihand ku Qanûna Têkoşîna li dijî Terorê ya li Îngilistanê bi rengekî nebaş tê bikaranîn û got, "Vê dozê nîşan da ku qanûn bi rengekî nebaş têne bikaranîn. Em zanin ku li Tirkiyeyê rêveberiya Recep Tayyîp Erdogan karên 'terorîstî' dike. Em hemû dibînin bê Tirkiyeyê li Sûriyeyê çi anî serê Rojava me ya bêhempa. Ez sê caran çûm Rojava û modela ku ji aliyê Abdullah Ocalan ve hate destnîşankirin ji bo cîhanê mînak bû. Modela ku Abdullah Ocalan pêşkêş kir ji bo aştiyê, wekhevî, azadiya jinê, ji bo gerstêrka me, ji bo azadiya baweriyê modeleke bêhempa ye."
Margaret Owen medya Îngilîz jî rexne kir û axaftina xwe bi vî rengî dewam kir, "Meseleya esasî ev e ku medya me jî zilma li Kurdan a li vî welatî nabîne, naxe rojevê. Ez nikarim ji vê bawer bikim." Margaret Owen flamaya Abdullah Ocalan nîşan da û got, "Serbilind im ku vê alê li ba didim."
Margaret Owen diyar kir ku bi dozê re mafên çandî û demokratîk ên gelê Kurd hatin krîmînalîzekirin û got, "Ev doza li hemberî gelê Kurd cihê şermê ye."
ANF /HÎKMET ERDEN / LONDON















