Li Îngilistanê banga ji bo Rojava
Çarşem 11 Sibat 2026 - 03:35

Ji gelek partiyan zêdetirî 70 parlamenter û Lord name ji Wezîra Karên Derve Yvette Cooper yê hikûmeta Ingilistanê re şandin û diyar kirin ku li Rojava pêwîstiya parastinê ya gelê Kurd li heye û divê hikumet tavilê têkeve liv û tevgerê.
Li Îngilistanê ji Partiya Karker a li desthilatdariyê heta bi Partiya Muxafazakar a li muxalefeta bingehîn ji gelek partiyan zêdeyî 70 parlamenter û Lordan nameyek ji Wezîra Karên Derve ya Îngilistanê Yvette Cooper re şandin û diyar kirin ku li ser gelê Kurd ê li Rojava gefeke tundiyê ya nêz û rasteqîn heye. Di nameyê de ji hikumetê hate xwestin ku ji bo Kurdan tavilê bikeve nava liv û tevgerê. Parlamenter û Lordan di nameya xwe de wiha gotin: “Ev welat minetdarê gelek jin û mêr ên Kurd e ku bi salan li dijî terora DAÎŞ'ê bi wêrekî li ber xwe dan. Gavên ku di vê dema zehmet de bêne avêtin wê bibe bersiva herî kêm a vî deynê wan ê li me.”
NAVENDA NÛÇEYAN













