Divê Kobanê bibe rojeva cîhanê

Duşem 2 Sibat 2026 - 03:58

Şervanê YPG’ê Baran ê li Kobanê diyar kir ku wan li dijî hovitiya DAIŞ’ê ne tenê Kurd hemû gelên cîhanê parastine û divê raya cîhanê dîsa berê xwe bidin Kobanê. Şervanê YPG’ê Baran, di daxuyaniya xwe ya bi Îngilîzî de got ku ew di pêvajoya Berxwedana Kobanê ya sala 2014’an de tevlî refên YPG’ê bûye. Baran ku eslê wî ji Bakurê Kurdistanê ye, di salên ku li Îngilîstanê mezin bûye û perwerde dîtiye de êrîşên DAÎŞ’ê yên li ser Kobanê ji nêz ve şopandiye û piştî van êrîşan biryar daye ku tevlî refên YPG’ bibe. Baran bal kişand ser vê yekê ku HTŞ, ku wê demê parçeyek ji DAIŞ’ê bû û li Kobanê têk çû, bi gelek rêxistinên cîhadî yên radîkal ên mîna El Qaîdeyê re têkiliyên kûr û domdar hene û got:“HTŞ ku wê demê parçeyek ji DAÎŞ’ê bû, îro jî bi heman zihniyet û rêbazan tevdigere û li Şam’ê sazûmaniyeke dewletê ava kiriye.” 

Heman hişmendî heman komkujî 

Baran bal kişand ser komkujiyên li ser Dûrzîyan li Sûweydayê, li ser Elewiyan li peravên rojavayê Sûriyê û li ser Kurdan li Helebê. Baran, diyar kir ku piştî ku HTŞ bi pêşengiya Colanî li Şamê bi cih bûye, hewl dide xwe wekî reform û guherîn nîşan bide, lê her çiqas al û unîformayên DAÎŞ’ê ji holê rakiribe jî, siyaseta komkujiyê berdewam dike. Baran bi bîr xist ku di pêvajoya Berxwedana Kobanê de YPG ne tenê gelê Kurd, hemû gelên cîhanê li hemberî hovitiya DAIŞ’ê parastiye û got ku wekî wê demê, îro jî divê balê bikişînin ser Kobanê û rayagiştî ya cîhanê dîsa li ser Kobanê kom bibe.

Divê seferberî xurttir bibe 

Şervanê YPG’ê Baran ku ji mevzîyên Kobanê bang dike, diyar kir ku seferberiya civakî û tevlîbûna berxwedanê divê ne tenê bi parvekirinên medyaya dîjîtal sînordar bimîne. Herkes divê li cihê xwe ya ku lê ye, bi awayê herî baş beşdarî bibe û bang li tevlîbûna çalakî û berxwedanê kir.

MA/NAVENDA NÛÇEYAN

parvê bike

   

Yeni Özgür Politika

© Copyright 2026 Yeni Özgür Politika | Mafên belavkirinê parastî ne.