Rojava xeta me ya sor e

Sêşem 10 Sibat 2026 - 03:55

  • Bi sedan Kurd û dostên xwe li seranserî Ewrûpayê daketin qadan û xwedî li Rojavayê Kurdistanê derketin. Çalakgeran di peyamên xwe de gotin Rojava xeta me ya sor e.

Li Îngîlîstan û Elmanyayê Kurd û dostên xwe daketin qadan û xwedî li Rojavayê Kurdistanê derketin. Çalakgeran gotin divê statuya Rojavayê Kurdistanê divê were nasîn.

LONDON

Li paytexta Îngilistanê Londonê bi hezaran Kurdistanî li ber avahiya BBC’yê hatin bal hev û êrîşên li ser Rojava protesto kirin. Çalakgeran bang kirin ku statuya siyasî ya Rojava bê mîsogerkirin û Îngilistan di vî warî de gavan biavêje. Bi bangawaziya Kurds United ku Kurdên ji her çar parçeyên Kurdistanê tê de cih digirin, çalakiyek hat lidarxistin û daxwaza statuya siyasî ji bo Rojava û rakirina dorpêça li ser Kobanê hat kirin. Her wiha bêdengiya BBC’yê ya li hemberî Rojava hat protestokirin, sloganên “Shame on you” hatin berzkirin û dowîz hatin hildan. Di axaftinan de hat ragihandin ku gelê Kurd ji Hewlêrê heta Mahabadê, ji Amedê heta Kobanê dê bibe yek beden û yek deng û peyama “Heta mafên me yên rewa neyên mîsogerkirin em ê qadan neterikînin” hat dayîn. Li ser navê Kurds United, Salman Kurda daxuyaniya hevpar xwend û bal kişand ser dorpêça giran a li ser Kobanê û got:’’Bêdengiya Koalîsyona Navneteweyî û hêzên cîhanê, şirîkatiya van wehşetan e.”

MANCHESTER

Bi pêşengiya Meclîsên Gel ên Kurd ên Bakurê Rojava, li bajarê Manchesterê yê Îngilîstanê ji bo naskirina statuya Rojava meşeke girseyî hat li dar xistin. Bi hezaran Kurd û dostên Kurdan ên li All Saints Parkê kom bûn, heta Piccadilly Gardensê meşiyan. Li ser navê Liverpool TCŞ û Tekojînê Cûdî Hesekê û Viyan Hesekê axivîn û destnîşan kirin ku pergala demokratîk a li Rojava li ser bingeha azadiya jinê hatiye avakirin û li dijî DAÎŞ’ê mirovahî parastiye; lewma statuya Rojava nabe mijara bazarê. Nûnerên Socialist Youth diyar kirin ku konfederalîzma demokratîk li ser bingeha azadiya jinê, ekolojî û demokrasiya rasterast bilind dibe û êrîşên li ser Rojava armanc dikin ku hêviyên gel bifetisînin. Endamê Meclîsa Şaredariya Manchesterê John Warmisham diyar kir ku tekoşîna gelê Rojava rewa ye, divê piştgirî bidin berxwedana ji bo pêşerojeke demokratîk û azad û banga mezinkirina piştevaniyê di asta rêveberiyên herêmî de kir. Di axaftina li ser navê Revolutionary Communist Group (RCG) de hat destnîşankirin ku statuya Rojava ne tenê ji bo gelê Kurd, ji bo gelên cîhanê jî xwedî girîngiyeke jiyanî ye. Nûner diyar kir ku lawazkirina Rojava wê bibe sedema kaos û pêvajoyeke nû ya şer û banga xurtkirina piştevaniya navneteweyî kir. Di dema herî bi bandor a çalakiyê de keçikeke 8 salî axivî û got ku li Rojava civakeke li ser bingeha azadiya jinê, ekolojî û demokrasiya rasterast tê avakirin. Zarokê diyar kir ku ev azadiyên bi tekoşîna li dijî DAÎŞ’ê hatine bidestxistin îro di bin êrîşan de ne û banga jibîrnekirina fedakariya şehîdan kir.

BERLÎN

Li paytexta Elmanyayê Berlînê, bi sedan Kurdistanî û dostên wan, bi armanca protestokirina êrişên dagirkeriyê û dorpêça li ser Rojava ya berdewam dike stand vekirin, afîş û broşur belav kirin. Di standa ku bi pêşengiya Tevgera Ciwanên Şoreşger (TCŞ) û Jinên Ciwan ên Têkoşer (Teko-JIN) li ber birca saetê ya Alexanderplatzê hat vegirtin de, êrişên dagirkeriyê yên li ser Rojava hatin şermezarkirin û ji bo berjewendiya Heyva Sor xebatên agahdarkirin û piştevaniyê hatin meşandin. Di çarçoveya çalakiyê de ji aliyê ciwanan ve şanoyeke kurt hat pêşkêşkirin.

HAMBURG

Li bajarê Hamburg ê Elmanyayê, ji aliyê RiseUpForRojava ve meşekî girseyî hate lidarxistin. Di axaftinên çalakiyê de banga tavile rakirina dorpêça li ser Kobanê û naskirina statuya demokratîk a Rojava hate kirin. Li ser navê ciwanan Zelal Amed axivî û wiha got:“Parastina Rojava, parastina fikra azadiyê ye. Rojava xeta me ya sor e. Divê em vê îro, sibê û heta dawî li kolanan bi dengê bilind nîşan bidin. Bijî berxwedana Rojava.”

NAVENDA NÛÇEYAN

parvê bike

   

Yeni Özgür Politika

© Copyright 2026 Yeni Özgür Politika | Mafên belavkirinê parastî ne.