Ji Abya Yala'yê heta bi Kurdistanê
Şemî 14 Sibat 2026 - 03:52

Kombûna li Bogotayê ji Abya Yalayê heta bi Kurdistanê îradeya avakirina zemîneke têkoşînê ya hevpar a jinan a li erdnîgariyeke berfireh danî holê. Di konferansê de dirûşma "Jin, Jiyan, Azadî" hate qîrîn. Rûniştina duyemîn a konferansê bi sernavê "'Êrişên li dijî jinê û xakê û berxwedan" pêk hat. Destpêkê nûnera Feministas del Abya Yala Canîna ya ji Şîlî axivî û got:"Em tovên paşerojê ne. Divê em perspektîfeke femînîst a sînoran derbas dike mezin bikin." Ji heman torê Salema jî ji Abya Yala heta bi Kurdistanê işaret bi êrişên hevpar ên desthilatdariya dewletê û modernîteya kapîtalîst û bi taybetî polîtîkayên li Arjantînê yên li hemberî kedkar û jinan rexne kir û got:"Em ê nehêlin ku hêviya me tine bikin. Divê em li gund, bajaran, li her qadê têkoşîna bi hev re mezin bikin." Endama Meclîsa Gelên Xwecihî ya Hondûrasê Bertita Zuniga Caceres bal kişand ser êrişên li Rojava û Venezûelayê û peyama piştgiriya bi têkoşîna jinên Kurd da. Nûnera KJAR'ê mariyam Fatihi jî serhildana "Jin, Jiyan, Azadî" bi bîr xist û got, gelê Kurd sîstemeke konfederal dixwaze û destnîşan kir ku li hemberî hilweşîna ekolojîk divê têkoşîneke hevpar bê meşandin.
Rengê jinê di berxwedanê de
Rûniştina sêyemîn a konferansê bi rengê sê beşan pêk hat. Moderatoriya vê beşê jî ji aliyê endama tevgera jinê ya Mujeres y Las Sexta Kar Helena û ji Tora Jin Paşerojê Dihûnin Zîlan Diyar ve hate kirin. Ji Kolombiyayê Diana Lorena Montano Riasco anî ziman ku tundiya dewletê ya bi rêk û pêk a li hemberî jinên bi rengê reş û got:"Divê em mîrateya dîrokî ya jinan berxwedanê mezin bikin." Ji El Salvadorê Vidalina Morales, ji Tevgera Xwecihî ya Brezîlyayê Luta Popular û ji Haîtiyê Vanesa Jeudi di vê beşê de axivîn û qala zêdebûna tundiya ji ber destwerdanên navneteweyî kirin. Ji Rojava endama Kongra Star Bêrîvan Xalid qala tecrûbeya şoreşgerî ya li Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê kir ku bi pêşengiya jinan hate afirandin. Her wiha li hemberî êrişên li ser destketiyên jinê banga piştevaniya navneteweyî kir.
Zanayên qedîm û jîneolojî
Beşa duyemîn jî bi sernavê "Çavkaniya hişmendiya berxwedanê" pêk hat. Ji gelê Mapûçeyê Maçî qala rola zanayên qedîm û tip a xwezayî ya di berxwedana li dijî mêtingeriyê de kir. Endama Feministes Abya Yala Lolit jî ragihand ku qirkirina jinê û xwezayê bi rêk û pêk bûye û têkoşîna Kurdistanê silav kir. Endama Akademiya Jineolojiyê Dîrok Kahraman anî ziman ku jineolojî berhemek têkoşîna jinên Kurd e û zanista jinê xwe ji koka berxwedanê xwedî dike. Her wiha ragihand ku li gel êrişên li hemberî navendên jinan wê têkoşîna xwe dewam bikin.
Xweparastin û paşeroja hevpar
Di beşa dawî ya rûniştinan de pîvanên bingehîn ên têkoşîna jinê hatin nîqaşkirin. Ji Kolombiyayê Julia Rodriguez qala girîngiya mafê xweparastinê kir. Ji Meksîkayê Claudia Torres jî diyar kir ku li welatê wê rojane 12 jin têne kuştin.
Endama TJA'yê Jiyan Dogan jî bal kişand ser dewamiya dîrokî ya têkoşîna jinan a li Kurdistanê û anî ziman ku jin li her qada jiyanê bi rêxistin in. Ji MODEP'ê Claudia jî li hemberî sîstema bi serweriya mêr ji bo avakirina meclîsên xwecihî yên altenatîf bang kir.
ANF/BOGOTA















