
- Sekreterê Giştî yê Egitîm-Senê Zulkuf Guneş diyar kir ku ew ê tekildarî 21’ê Sibatê Roja Zimanê Dayikê yê Cîhanê Sempozyomeke Navneteweyî li dar bixe û got:“Armanca me ew ê ku bi vê sempozyomê re mafê zimanê dayikê li Tirkiyeyê bikin rojev.”
Sendikaya Kedkarên Perwerde û Zanistê (Egîtîm-Sen) di 21’ê Sibatê de li Enqereyê ji bo balê bikşînê ser mafê zimanê dayikê wê 3’emîn Sempozyoma Zimanê Dayikê ya Navneteweyî li dar bixe. Ji Lubnan, Kafkasya, Afrîkaya Başur, îrlanda, Îskoçya, Îspanya (Bask-Katalonya), Holanda, Almanya û Rojava (zoom) kesên ji mijarê re alaqadar wê tevlî sempozyomê bibin û serpehatiyên xwe parve bikin. Sekretere Giştî yê Egîtim-Senê Zulkuf Guneş tekildarî Sempozyomê ji Ajansa Welat (AW) re axivî. Zulkuf Guneş diyar kir ku bi beşdariya gelek kesên ji welatên cûda yên cîhanê wê bi rêya sempozyomê balê bikşînin ser mafê zimanê dayikê û got:“Kesên tevlî dibin di asta navneteweyî de wê serpehatiyên xwe parve bikin. Em dixwazin van serpehatiyan li Tirkiyeyê jî guhdar bidin guhdarkirin. Li Tirkiye jî bila her kes karibe bi zimanê xwe yê dayikê perwerdehiyê bibine û di saziyên dewletê de karibe zimanê xwe bi kar bîne.”
Sempozyûm bi pirzimanî pêk tê
Zulkuf Guneş anî ziman ku sempozyûma wan wê bi pir zimanî be û got:“Li Tirkiye çend ziman hene wê li sempozyûmê de cih bigirin. Em plansazî dikin ku bi Lazkî, Çerkeskî, Kurdî, Erebî û zimanê hemû pêkhateyan, di sempozyûmê de cih bigirin. Zimanê dayikê ne tenê ji aliyê pedegojîk ve ji aliyê dîrokî, çandî, jiyanî û hemû aliyan vê mafekî bingehîn e. Em ê hemû nûnerên gelên li Tirkiyeyê dijîn vêxwînin sempozyomê û ew dê di sempozyomê de daxwazên xwe bînin ziman. Ew ê her kes bi reng û zimanê xwe tevlî bibe. Her wiha çapemenî, zanyar, zimanzan û gelek aktivîst jî wê beşdarî sempozyomê bibin.”
Heta maf bê bidestxistin têkoşîn didome
Zulkuf Guneş destnîşan kir ku piştî 21’ê Sibatê jî li Tirkiyeyê ji bo mafê zimanê dayikê ji bo hemû gelên li Tirkiyeyê dijîn pêk were ew ê xebatên xwe bidomînin û got:“Di sala 2012’an de ji bo xebatên me yên zimanê dayikê doz jî sendikaya me hat vêkirin. Her wiha şaxên me yên Amed, Mêrdîn, Şirnex û hemû şaxên me jî xebatên zimanê dayikê berdewam dikin. Di 21’ê Sibatê de jî tekildarî wateya rojê hemû şaxên me li gor taybetmendiya xwe wê bernameyan li dar bixin. Her wiha Cejna Zimanê Kurdî, Roja zimanê Lazkî û Roja Zimanê Çerkezî jî em xebatan li dar bixin. Heta li Tirkiyeyê mafê hemû zimanên dayikê pêk were, bibin zimanê perwerdehiyê û di saziyên fermî de cih bigirin em ê xebatên xwe bidomînin.”
Qedexeya ziman cihêkarî ye
Zulkuf Guneş anî ziman ku qedexeya perwerdehiya bi zimanê dayikê di navbera şagirtan de cihêkariyê çêdike û got:“Dema min dest bi dibîstanê kir Tirkî ji min re biyanî dihat û min ji aliyê fêrbûnê ve gelek zahmetî kişandin. Bi milyonan şagirtên Kurd jî rastî vê yekê hatin. Dema tu zimanekî nizanê ji aliyê fêrbûnê ve gelek zahmetiyan dikişînî û ew jî dibe sedem ku di fêrbûnê de qeslbûn çêbibe. Mafê her zarokî heye ku bi zimanê xwe yê dayikê perwerdehiyê bibine. Bi zimanê xwe binivîsê û bixwînê. Ew mafekî gerdûnî ye. Bêparmayina perwerdehiya zimanê dayikê di navbera zarokan de ne wekhevî û bê edaletiyê çêdike. Ji bo ew bêedaletî ji holê rabe û di navbera zarokan de wekhevî çêbibe, divê hemû zarok bi zimanê xwe perwerdehiyê bibînin. Xebat û têkoşîna me jî ji bo vê yekê ye.”
Mafê ziman bingehîn e
Di dawiya axaftina xwe de Zulkuf Guneş bal kişand ser pêvajoya Aştî û Civaka Demokratîk a li Kurdistan û Tirkiyeyê dest pê kiriyê û got:“Pêvajoya Çareseriyê û Aştiyê pir girîng û bi wate ye. Em dixwazin ku ew pêvajo li gor edalet û wekheviyê bigihijê encamê. Ji bilî vê yekê jî çareserî ne pêkan e. Ne tenê li Tirkiyeyê li Sûriyê, Iraq û Îranê jî di navbera gelan de wekhevî, edaletê û çareseriyê pêş bikeve. Bi pêkanîna mafê gel pêvajo dikarê encam bigirê. Mafê bingehîn jî ziman e. Divê mafê zimanê dayikê bê mîsogerkirin.”
AW/MAHMÛT ALTINTAŞ














