
- Got, yek diçe mala destbirakê xwe û wê şevê li wir dimîne. Odeyek malê heye. Jixwe malên berê odeyek bûn. Him ji rûniştunê re û him jî ji raketinê re bû.
Hêwanek hebû; ew jî serşok û cilşok tê de bûn, hêlek jî medbex bû. Zexîre û xurekên malê jî lê bûn. Got, dema razanê livînan datînin, dê giş li wê odeyê radikevin. Got, livîna mîvan û zilamê malê, li jora odeyê û yên mayî jî li jêra odeyê datînin. Dergûşê jî dikin navbirî. Zaroka dergûşê heft mehkî ye. Got, kûçikekî malê jî heye, wek hirçekî ye. Serê wî bi qasî sîtilekê ye, ku humînî jê tê mirov diqutufe. Got, nivê şevê, destava mîvên tê. Got, radibe diçe ber derî, kûçik dike himînî, hiimmm û hiummm…. Got, çend caran diçe û tê, taqet nake ku derkeve derve. Li xwe dînane ku bang mazûvan jî bike. Got, ditengije û carekê li ber derî … dike û dixe nav pêçeka dergûşê. Dayik sibê zû radibe, derdorê dide hev, heywanên xwe didoşe, çêlekan bera naxirê dide. Got, berîya amadekariya taştêyê bike, diçe ku pêçeka pitika xwe veke û vedike ku çi
bibîne!! Dibêje: “Weee, ma çima g..yê zarok wisa ye, wek ê mezina ye ! Dê dinya xirab bibe!” Got, bang hevserê xwe dike, hevserê wê tê, ecêbmayî dimînin. Got, mîvan jî li ber derî ye, sola xwe kiriye pê, dibêje:
- Heta ev kûçik li devê deriyê we be, dê g..yê zarokên we wisa be.
Û di derî re derdikeve.
Yek ji yekî/ê re dibêje: “Heta ev kûçik li ber deriyê we/wan/wî/me/… be, dê
halê we/wan/wî/wê/me.. e wisa be.”
Belê, heta ev ……. li ser me rêvebir bin, dê halê welatiyan wisa be!
AHMET YALÇINKAYA / JI PIRTÛKA MESELOK







