
- Gelek cihên dîrokî yên Kurdistanê hene. Dilê mirov geş û xweş dike. Yek ji cihên dîrokî yê Kurdistanê Çiyayê Nemrûdê ye. Çiyayê Nemrûdê bi dîmenên xwe yên efsûnî bala mêvanan dikşîne.
Çiyayê Nemrûdê xwediyê şopên dîrokî ye. Yek ji dewlemendiyeke dîrokî ya Kurdistanê ye. Çiyayê Nemrûdê ku di Lîsteya Mîrateya Cîhanê ya UNESCO’yê de ye û par 230 hezar geştiyaran serdana wê kiribû, bi heybeta xwe li benda mêvanên xwe ye. Mêvanên diherin Çiyayê Nemrûdê ji ber dîmenên bi heybet gelekî kêfxweş dibin û di binê bandora wê dîrokê de dimînin.
Her çend Kommagene bi xwarina xwe ya ecîn ve tê girêdan jî, ew di rastiyê de padîşahiyek e ku şopa şaristaniyek kûr a bi hezaran salan hildigire. Çiyayê Nemrûdê, ku di navbera Semsûr û Meletiyê de ye, yek ji mîrateyên herî berbiçav ên vê şaristaniyê ye. Ev çiya, bi peykerên xwe yên mezin ên li lûtkeya xwe, dîmenê xwe yê bêhempa û rabirdûya xwe ya efsûnî balê dikişîne. Her çiqas erdhej gelek caran bandora xwe li ser Semsûrê dike jî lê belê Çiyayê Nemrûdê dîsa jî efsûna xwe diparêze. Ew her tim malovantiyê dike. Çiyayê Nemrûdê ku li ser sînorê navçeya Kolik a Semsûrê ye û di Lîsteya Mîrateya Cîhanê ya UNESCO’yê de cih digire, her sal mazuvaniya sed hezaran geştiyaran dike. Li gorî daneyên Miduriyeta Çand û Tûrîzmê ya Bajêr a Semsûrê, par jê 25 hezar biyanî, bi giştî 230 hezar geştiyarî serdana Çiyayê Nemrûdê kiriye. Piranîya geştiyarên biyanî ji Japonya, Koreya Başûr, ji Almanya, Fransa, Îtalya û Îspanyayê hatine. Di 5 salên dawî de 686 hezar û 257 geştiyarî serdana Çiyayê Nemrûdê kiriye ku tê de sala herî kêm, sala 2023’yan bû ku tê de erdhej çêbûbû. Di sala erdhejê de tenê 45 hezar kesan serdana Nemrûdê kir. Çiyayê Nemrûdê her wiha dewlemendiyeke hafizaya civakî ye jî. Bi bilindahiya xwe di dîrokê de cihekî taybet digire.
Baweriya wan heye ku armanca peykerên mezin ên bi şiklê serî yên li Çiyayê Nemrûdê hatine dîtin, ew bû ku hemû ol û çandan di bin yek alê de bikin yek. Belgeyên dîrokî û bermayiyên derdorê û vedîtin nîşan didin ku ev peykerên mezin sembola xwedayên ku di wê serdemê de bawerî pê dihat anîn in. Tenê peykerê xwedawenda jin a heyî, ya xwedawenda bereketê Kommagene ye. Di navbera Qiral Antîokhos û Zeus de ye, li serê peykerê motîfên hinar û tirî hene ku sembola bereketê ne. Li gorî mîtolojiya Kurdî, avahiyên li ser Çiyayê Nemrûdê ku navê xwe ji qralê bi xedariya xwe navdar Nemrûd wergirtiye û di sedsala 1’emîn a Berî Zayînê (B.Z.) de ji aliyê Qralê Komageneyê Antiochusê 1’emîn ve hatine çêkirin. Li lûtkeya Çiyayê Nemrûdê, girê kevirî yê ku mirov çêkiriye (Tumulus) û bilindahiya wê 50 metre, beraya wê jî 150 metre ye, gora veşartî ya Qral Antiochus di nav xwe de dihewîne. Li aliyên rojhilat, rojava û bakurê Tumulusa li lûtkeya çiyê, 3 terasên ku pîroz têne qebûlkirin hene. Li van terasan peykerên ku ji kevirên kilsî hatine çêkirin û mezinahiya wan nêzî 8-10 metreyan e hene. Ev peyker wekî peykerên Qral Antiochus û xwedawendên Yewnanî û Persî têne qebûlkirin. Li gel van, peykerê şêr ku hêza li ser rûyê erdê temsîl dike û peykerê teyrê baz ku hêza li ezmên temsîl dike, li aliyê rast û çepê cih digirin da ku gora xwedawendan biparêzin. Dema ku hûn serdana Çiyayê Nemrudê dikin, divê cilên guncav ji bo şert û mercên hewayê werin tercîhkirin, pêlavên meşê yên rehet werin lixwekirin û pêdiviyên xwarin û vexwarinê yên pêwîst divê pêşwext werin peydakirin. Ya ku mirov divê lê xwedî derkeve jî ev dîrok bi xwe ye. Xwedîderketina li vê dîrokê xwedîderketina li dewlemendiyeke mezin e.
Li gor hinek çavkaniyan Çiyayê Nemrûdê û xirbeyên kevnar ên li ser wê, ku dîroka wan vedigere demên pir kevnar, heta sala 1881'ê nehatibûn keşifkirin. Di serdema antîk de, li terasa rojhilat îbadeta hilatina rojê û li terasa rojava jî îbadeta rojava dihat kirin. Îro jî ziyaretvanên ku eleqeyeke mezin nîşan didin, li van terasan li hilatin û hingora rojê temaşe dikin. Piştî ku bermahiyên hatine keşifkirin li çaraliyê cîhanê belav bûn, yekem lêkolîna cidî ji aliyê zanyarê Elman Otto Puchstein, endezyar Charles Sester û tîmek ji şeş kesan ve hat kirin. Di van kolandinên arkeolojîk de gelek berhemên dîrokî hatin derxistin. Ji ber bilindahiya herêmê û avhewaya wê ya dijwar di mehên zivistanê de veguhestin nîn e, ji ber vê yekê ji bo geştiyaran serdanên li Çiyayê Nemrûdê di meha Nîsanê de dest pê dikin û heta meha Mijdarê berdewam dikin.
NAVENDA NÛÇEYAN







