Qraliyetek li paş çiyayên bi heybet

Nûçeyên Jiyan/Civak

În 19 Hezîran 2026 - 14:00

  • Li çiyayên asê yên rojhilatê, li quntarê Gola Wanê qralîyetek bi navê Urartu di dîrokê de hate nivîsandin. Ev jî dîsa dewlemendiya dîroka li ser erdnigariya Kurdistanê nîşan dide.

 

Erdnigariya Kurdistanê malovantî jig elek şaristaniyan re kiriye. Bi gelek dewlemendiyê bi vê axê re herikbariya dîrokî guheriye.

Di sedsala 1200’î ya berî zayînê de, bi hilweşîna Hîtîtan re ev şaristaniya bi hêz ava bûye. Bi nivîsên li ser keviran hatine kolandin, bi kel û qelatên li ser lûtkeyên çiyayan hatine çêkirin û bi perestgehên pîroz ên ji bo xwedayê Xaldî hatine veqetandin, di dîrokê de cihê xwe girtiye. Ji sedsala 9’an a berî zayînê û pê ve, Urartuyan dest bi bilindbûnê kir û li ser axên ji Qafqasan heta navçeyên Îranê hebûna xwe berfireh kir, desthilatdarî kirin. Ev pêşketin elbet bi xwe re hinek guhertinên dîrokî jî anîne. Li derekê pêşketin hebe, guhertin jî heye.

Wexta em qala Urartuyan dikin divê em qala çand û hunera di wê serdemê de jî bikin. Her wiha şerên hatine kirin jî. Şerên bêwestan ên bi Asûriyan re, zîrekiya wan a leşkerî û endezyariyê hîn zêdetir xurt kir. Kitêbên bi nivîsa mîxî li ser keviran hatine kolandin, zimanekî bêhempa yê ku ji nivîsa Asûrî hatiye adaptekirin, eşkere kir. Gorên bi heybet ên wekî Altintepeyê û berhemên bronz ên bi hûrgilî hatine çêkirin, hostatiya Urartuyan di huner û pîşesaziyê de nîşan dide. Ev huner û pîşesazî di dîrokê de bû sedema cihekî taybet. Ev şaristaniya çiyayên bilind, di dawiya sedsala 7’an a berî zayînê de bi awayekî taybet ji dîrokê winda bû.

Urartuyan elbet efsane jî li dû xwe hiştine. Ev nayên jibîrkirin.

Kevir, bronz, bibîranîn û efsaneyên ku li pey xwe hiştin, di bîra Anatolyayê de dijîn. Urartu, di binê siya çiyayan de veşartî, dengvedana şaristaniyekê ye. Li vir hêz, efsûn û estetîzmek jî derdikeve pêş çavan.

NAVENDA NÛÇEYAN

 

 

 

parvê bike

   

Yeni Özgür Politika

© Copyright 2026 Yeni Özgür Politika | Mafên belavkirinê parastî ne.