
- Gelek cihên li bajarên Kurdistanê şahidîyek mezin ji şaristaniyên curbecur kirine. Bûne ronahiya dîrokî ya şaristaniyê. Keleha Wanê jî yek ji van cihan e. Keleha Wanê ya wekî ‘Textê Nemir ê Rojhilat’ tê pênasekirin, bi dîroka xwe ya 2850 salî tabloyeke giranbiha ya mezin a şaristaniyên herêmê ye.
Ev şaristaniya mezin heta roja îro bi gelek bîranînên giranbiha hatiye. Keleha ku li ser zinarekî kilsî yê asê li rojhilatê Gola Wanê bilind dibe, di serî de şaristaniya Urartûyan, çanda Kurdan, Pers, Bîzans, Sasanî û Osmaniyan di nava xwe de dihewîne. Li Kurdistanê ku cihê şaristaniyeke mezin e, kelehên dîrokî di her bajarî de hene û hebûna xwe diparêzin. Ev parastin jî hêjayî pesindayinê ye.
Keleha Wanê jî mîna ‘Textê Nemir ê Rojhilat’ tê pênasekirin, yek ji van kelehan e ku ji serdema Ûrartûyan maye. Ev keleh ji aliyê gele kesî ve eleqeyeke baş dibîne. Dîroka kelê bi hêzbûna Keyaniya Urartûyan (Biainili) a di Serdema Hesnî de dest pê dike. Keyayê Yekem Sardûr di B.Z. 840–825an de navçeya Tûşbayê ya Wanê ku keleh lê ye, wekî paytext daxuyand û ev keleh çêkir. Ev keleh di heman demê de hafizayeke civakî jî di nava xwe de vedihewîne. Birca Sardûr a bi blokên mezin ên bêxerc hatiye avakirin, 6 nivîsên bizmarî yên Asûrî dihewîne û ev wekî belgeyên yekemîn ên dîroka Urartûyan tên qebûlkirin. Di sedsala 6'an a B.Z. de, herêm ket bin kontrola Împaratoriya Persan. Elbet bandora vê yekê ya li ser kelehê jî heye. Bîrdariya herî mezin a vê serdemê nivîsa Kserkses e ku bi sê zimanan hatiye nivîsandin. Piştre keleh di navbera keyaniyên Helenîstîk, Bîzans û Sasaniyan de dest guherand û wekî qereqoleke sînorî hat bikaranîn. Ev keleh di warê dîtineke stratejîk û dîmenî ve jî xwediyê cihekî girîng e.
Em dikari bibêjin li her bajarên Kurdistanê lehengiyek û efsaneyek veşartî heye. Dibe ku Keleha Wanê jî lehengî û efsaneyekê di nava xwe de vedihewîne. Hêzên misilman û Selçûqiyan jî ev der bi salên dirêj kontrol kirine û di serdema wan de sûrên kelehê hatine xurtkirin. Mîrên Kurdan ên ku di kelehê de dijiyan, salên dirêj xweser mane û li herêmê desthilat bûne. Lê di sala 1548'an de Mîrên Kurdan xwe bi Împaratoriya Osmaniyan ve girê didin û keleh dibe navenda ‘Mîrêmîran a Wanê.’ Di vê serdemê de Mizgefta Silêman Xan li lûtkeyê ava bû û sûr ji bo çekên nûjen hatin stûrkirin. Ev keleh bi şikeftên xwe jî navdar e. Gorên li ser mîmariyekê hatiye avakirin jî yek ji mijara Keleha Wanê ne.
Keleha Wanê bi qasî balkişandina xwe ya di warê dîrokî de gelek pirsnîşanan jî di nava xwe de dihewîne. Her wiha em dikarin ev keleh di dîrokê de bûye şahidê gelek rûxandinan û şeran jî. Li quntarê başûr a kelehê ‘Bajarê Kevn ê Wanê’ hebû ku bi sedsalan bû navenda jiyana hevpar a kurd û ermeniyan. Li vir Kûlliyeya Husrev Paşa ya Mîmar Sînan, Mizgefta Kaya Çelebî û dêrên ermeniyan cih digirtin. Ev jiyana hevpar di Şerê Cîhanê yê Yekemîn de (1915) bi hatina Ûrisan û şerên herêmî re bi dawî bû; bajarê kevn bi temamî hat şewitandin û rûxandin. Gelê ku sax ma, bajarê nû yê Wanê 5 kîlometre dûrî kelehê ava kir. Keleha Wanê ku di sala 2011'an de ket Lîsteya Demkî ya UNESCO'yê, îro wekî mûzeyeke vekirî bala geştyar û lêkolîneran dikişîne. Keleha Wanê di heman demê de wekî portaleke çandî jî dikare bê destgirtin. Dema zivistanî berf dibare jî dibe xwediyê dîmen û ahengeke cuda.
Keleha Wanê di demsala biharê de jî cihê xwe ji dîmenekî din ê xweş vedike. Bi rengîniya xwe bi şênkayiya xwe çavên geşdaran ronî û tije dike. Elbet dîmenê şevê yê Keleha Wanê jî wateyeke dinê li jiyanê û li hêviyên geştaran bar dike. Keleha Wanê niha jî bi hemû heybeta xwe li ser piyan e û cihê geştiyaran e. Di binê kelehê de kaniyeke bi sedsalan e diherike jî heye. Ava ku ji bin kevirên mezin ên kilsî yên Keleha Wanê diherike, bi zexteke mezin ji şikeftên kûr derdikeve, di nav valahiyên keviran de dengan derdixîne. Ev deng bi awayekî domdar û bihêz wek xorîna mirovekî di xewa kûr de tê bihîstin. Ji ber vê yekê ev kanî û herêm wekî Xorxorê hatiye binavkirin. Lêkolînên arkeolojîk nîşan didin ku ev cih di serdema Urartûyan de navenda herî girîng a avê ya paytexta Tuşpayê bûye. Kupên mezin ên bi motifên geometrîk û kanalên kevirî yên avê, pêşketina endezyariya avê ya wê serdemê diyar dikin. Em dikarin bibêjin ev keleh bi vî rengê xwe dibe îlhamek mezin jî. Kesên diçin Keleha Wanê bêhna wan fireh dibe. Dîroka kelehê meraq dikin. Ev keleh dibe sedema serdan û hatina gel hev a gelek mirovan.
Divê mirov her tim girîngiyeke mezin bide dîrok û ekolojiyê. Çimkî ev her du hebûn, hafiza û rastiya civakan diparêzin. Ew di heman demê de siberojek in. Lê belê niha li derdorê Keleha Wanê park û cihên keskahî hatine çêkirin û ev der bûye cihê seyran û gerê. Welatî ji bo seyranê tên van parkan lê derdorê xwe qirêj dikin. Tevî hemû hişyariyan jî welatî gilêşên xwe kom nakin û şaredarî jî di paqijkirina van deran de kêm dimîne. Ev jî dibe sedema cihê xemgîniyê. Ji ber ku dîrok û ekolojî eynika civakekê ye.
NAVENDA NÛÇEYAN







