Hevdîtin ji bo parastina kurdan e

Sêşem 17 Sibat 2026 - 03:50

Fermandarê Giştî yê HSD’ê bal kişand ser hevdîtinên li Konferasa Ewlehiyê ya li Munîhê û got: “Hêviya me ya heyî ew e ku li hemberî Rojava helwestek hevpar hebe. Me karî dengê xwe bigihîne her kesê û piştgiriya Rojava bike."

Fermandarê Giştî yê Hêzên Sûriya Demokratîk (HSD) Mazlûm Ebdî tev li Bernameya Taybet a Stêrk Tv bû û bersiva pirsên rojnamevanan da.

Fermandarê Giştî yê HSD’ê Mazlûm Ebdî ewilê bal kişand ser armanca hevdîtina li Munîhê û got: “Di meha dawî de gelek bûyer û êriş li Rojava çêbûn. Hêviyên me yên esasî ew e ku li hember rewşa niha ya heyî li Rojava helwestek hevpar hebe. Peymanek heye, ji bo neyê binpêkirin. Her kesê agahî ji vê hebe û piştgirî bike. Dîsa têkiliyên siyasî hebe. Me karî dengê xwe bigihînin herkesê û hinek dewlet û kesayetan bûn xwedî helwest.”

Fermandarê HSD’ê di dewamiya nirxandinên xwe de bal kişand ser van xisûsyetên taybet:  

“Wê bandorên xwe yên erênî hebin. Cara yekem e fermî tê vexwendin. Em weke Fermandrê QSD’ê tevlî civîna Konferansa Ewlehiyê ya Munîhê ya li Elmanyayê bûn. Hinek alî li dijî vê derketin. Ne dixwestin hebûna me li vir hebe. Ev qonaxeke nû ye ji bo Kurdan bi taybet Kurdên li Rojava. Ji bo statûya Kurd a li Rojava. Li gorî hevdîtinên hatin kirin, me nêzîkbûnek dît ku divê çareseriyek bê danîn ku herdu alî qebûl bike; Kurd û Hikumeta Sûriyeyê. Wê di dema pêş de gavên hatine avêtin wê bandorê xwe hebin.

Em ne cara yekê ye bi rayerdarên Hikûmeta Şamê re hevdîtinê dikin, lê li derve cara yekem e. Hedefa esasî yên li vir hatî kirin, çi şande û çi jî hevpar ên bi rayedarên Sûriyeyê re me di hemû civînan de anî ziman ku peymana 29’ê Çileyê hatiye kirin; me garantiya hemû aliyan taybet hêzên garantor xwestiye. Ji bo careke din peymana mîna 10’ê Adarê têk neçe.

Bertekê gelê me li ser bûyerên li Rojava di cih de bû. Hemû helwestên wan yên li dijî Amerîka û hêzên din di cih de bûn. Divê êriş nebûna, pêşî bihata girtin. Me di hemû civînan de got divê nebûna. Lê bû. Em vê bêjin, bi rabûna gelê me û helwesta xurt ya dostên me yên li Amerîka û senatoran kir ku helwesta hêzên navnetewî bêguhertin. Agirbesta hatî çêkirin bi saya vê bû. Zexta Trump kir ku ev agirbest derkeve holê. Berxwedana gelê me derket holê. Di firkir de guherîn hene.

Di encama pêvajoya aştî ya niha tê meşandin de, yek ji encamê wê agirbestek bi Tirkiyeyê re bi qasî 8 meh heye. Têkiliyek bi vê agirbestê re heye. Girêdana xwe bi pêvajoya aştiyê re ya bi PKK’ê û Tirkiyeyê re heye. Ji niha û vir ve jî wê bandorê bike. Wê encamên pêvajoyê bandorê li vir jî bike. Em dixwazin rola Tirkiye erênî be, berê êriş bû. Niha jî hinek caran dibe asteng. Em dixwazin Tirkiye ji vê rewşê derkeve, piştgirî bike.

Di vê pêvajoya borî de 2 name ji Îmraliyê hatin. Naveroka xwe ji bo peymana 10’ê Adarê pêk were bû. Berî 29’ê Çileyê ji bo Rêveberiya QSD’ê nameyek din hat ku çareserî pêk were. Îmralî bandoreke xwe ya mezin li ser van peymanan hebûn. Rola Îmralî di helwest û mijara Sûriyeyê de pir mezin e. Pêwîstî pê heye rêveberên Sûriyeyê Îmralî bibînin.  

Niha pirsgirêkek heye, hinek alî dixwazin şerê Kurd û ereban derxînin. Tiştên nebaş hatine kirin, hene. Ev nayê wateya Kurd û Ereb bibin dijmin. Heta niha di navbera Kurd û Ereban de ti pirsgirêk nîne. Kurd û Ereb li Kobanê û Cizîrê bi hev re jiyane. Di vê pêvajoya 2011’an DAIŞ û dewleta Sûriyeyê xwestin Kurd û Ereban li dijî hev bidin şerkirin. Demek e dirêj e Kurd û Ereb bi hev re dijîn. Her gava ku dixwazin şerê Kurd û Ereban derxînin ev pilanek e.

Helwesta gelê me û Diyaspora cihê serbilindiyê bû. Vê helwestê kir ku helwesta hêzên navneteweyî biguherînin. Ji bo me ev helwest girîng e, divê bê domandin.

Di hêza ewlekariya de wê jin cihê xwe bigirin. Wê li gorî wezareta Navxwe ya Sûriyeyê cihê xwe bigirin. Ji bo me hêza jinê xeta sor e. Li ser vê hevdîtin çêdibin.

NAVENDA NÛÇEYAN

parvê bike

   

Yeni Özgür Politika

© Copyright 2026 Yeni Özgür Politika | Mafên belavkirinê parastî ne.