Me di prensîbê de li hev kir

Şemî 18 Cotmeh 2025 - 03:35

Fermandarê Giştî yê QSD’ê Mazlûm Ebdî destnîşan kir ku wan di mijara entegrasyonê de, ji aliyê prensîbê bi Şamê re li hev kirine û da zanîn ku QSD wê weke hêzeke leşkerî ya hevgirtî, entegreyî artêşa Sûriyeyê bibe. Di daxuyaniya Mazlûm Ebdî ya ji bo Associated Press a ku navenda xwe li DYE’yê ye de, Ebdî ragihand ku aliyan di prensîbê de li hev kirine. Piştî xitimandina bi mehan ev rewş çerxerêyeke girîng a siyasî û leşkerî ye û wiha dewam kir:’’Bi deh hezaran hêzên me yên leşkerî û ewlekariya hindirîn hene. Ev hêz wê ne weke komên biçûk û yek bi yek, li gorî qanûnên Wezareta Parastinên destnîşan bike, tevlî artêşa niştimanî bibin.’’ Fermandarê QSD’ê destnîşan kir ku komîteyeke hevpar a ku bi rêveberiya Şamê re hatiye avakirin, bi wezareta parastinê û rayedarên bilind ên leşkerî re bixebitin. Komîte wê esasên hiqûqî, îdarî û leşkerî yên hevgirtinê destnîşan bike. Şervan û fermandarên QSD’ê wê di artêş û wezareta parastinê de ‘pozîsyonên di asta jor de’ bidest bixin. Mazlûm Ebdî di dewama axaftina xwe de got:’’Têkoşîna me ya li dijî DAIŞ’ê ku ji deh salan zêdetir e dewam dike, nîşan da ku leşkerên me tecrûbeyeke mezin bidest xistine. Ev tecrûbe, wê piştigiriyê bide xurtkirina artêşa Sûriyeyê.’’ Mazlûm Ebdî destnîşan kir ku hedefa QSD’ê di nava welat de li ser bingeha yekîtiyê, avakirina rêveberiyeke ne navendî ye û got:’’Em dixwazin di nava Sûriyeyeke yekpare de, berpirsiyarî û erkdarî di navbera navendê û eyaletan de bên parvekirin. Ev ne parçebûn e, modeleke rêveberiyê ya adil e. Li gorî peymanê, hemû saziyên sivîl, aborî û leşkerî yên li Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê, wê entegreyî binesaziya navendî ya li Şamê bêne kirin.’’ Ebdî derbarê pirsa nêzîkbûna Tirkiyeyê ya pêvajoyê jî ev bersiv da:’’Ger Sûriyeyî di nav xwe de li hev bikin, ji bo destwerdana Tirkiyeyê jî ti hincet namînin. Em dibînin ku di demên dawî de Tirkiye jî di vê mijarê de nerm nêzîk dibe.’’

NAVENDA NÛÇEYAN

parvê bike

   

Yeni Özgür Politika

© Copyright 2025 Yeni Özgür Politika | Mafên belavkirinê parastî ne.