Em dixwazin keda QSD'ê vala neçe

Duşem 24 Mijdar 2025 - 03:45

Fermandarê Giştî yê QSD'ê Mazlum Ebdî, diyar kir ku di mijarên leşkerî de bi Şamê re mitabaqetek heye lêbelê heta meseleyên esasî neyên çareserkirin dê peymaneke giştî jî çênebe. Mazlûm Ebdî, got: "Em dixwazin tiştên xwe biparêzin, keda şervanên QSD’ê vala neçe."

Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê ku ji ber cihê xwe yê stratejîk, çavkaniyên binerd û demografyaya xwe yek ji cihên girîng ên Rojhilata Navîn e, hem li hundir hem jî li derveyî welat yek ji rojevên sereke ya siyasetê ye. Serokê DYA'yê Donald Trump û Serokkomarê Hikûmeta Veguhêz a Sûriyeyê Ahmed El Şara, di 10'ê Mijdarê de civiyan û yek ji mijara sereke jî rewşa Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê bû. Pêvajoya entegrasyonê ya li Sûriyeyê û tevlibûna Hêzên Sûriyeya Demokratîk (QSD) a di nava vê pêvajoya entegrasyonê de, yek ji mijarên sereke ya civînê bû. 

Li gel vê, pêwendiyên di navbera Rêveberiya Xweser a Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê û Tirkiyeyê jî di rojevê de ye. Fermandarê Giştî yê HSD'ê Mazlum Ebdî, herî dawî li bajarê Dihokê yê Herêma Federe ya Kurdistanê tev li 6'emîn Foruma Aştî û Ewlehiyê ya Rojhilata Navîn bû. Di forumê de têkildarî Pêvajoya Aştî û Civaka Demokratîk û yekitiya neteweyî ya Kurd daxuyaniyên girîng da. 

Mazlum Ebdî, têkildarî geşedanên li herêmê nirxandin kir. Mazlûm Abdî bal bir ser Foruma Ewlehî û Aştiyê ya Rojhilata Navîn a li Başûrê Kurdistanê û wiha got:"Ew dawetî ji bo foruma Dihokê bû, beriya niha xwestibûn em tev li bibin. Em jî vê serdanê girîng dibînin. Wekî destpêkê pêvajoyeke nû dibînin. Di vê demê de li Dihokê formeke bi vî awayî amadebûn helbet ji bo Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê girîng bû. Em bawer dikin ev dê di têkiliyên me yên Başûr re bibe destpêkeke nû û pêşketin dê bê çêkirin. Pêşwazî germ bû. Têkiliyên me yên birayên me yên başûrê Kurdistanê şêwazek xwezayî dibînin."

Mazlûm Abdî qala hevdîtina bi Serokê PDK’ê Mesûd Barzanî û Serokê Herêma Kurdistanê Nêçîrvan Barzanî re wiha kir:"Bi giştî di mijarên diyalog û aştiyê de, tiştê Rojava eleqedar dikin û Bakurê Sûriyeyê eleqedar dikin, Kurdan giştî eleqedar dikin em li ser hemûyan axivîn. Encamên giştî erênî bû. Ev ne cara yekeme em bi rayadarên Hikûmeta Herêma Kurdistanê dibînin. Dewamiya ziyaretên berê bû. Gelek mijarên aktuel hebûn me li ser nîqaş kir. Mijarên hevbeş her du terefan eleqedar dikin hebûn. Bi giştî jî yekitiya netewî di rojeva me de ye. Pirsgirêka me ya esasî ew e ku di civînan de tiştên erênî tên axaftin lê di pratîkê de pêk nayên. Ev yek mişkîleyên me yên esasî ne. Em hevî dikin piştî civînên Washington çêbûn êdî gavên pratîkî werin avêtin. Pêvajoya pêşiya me de gavên pratîk werin avêtin. Tiştê em hêvî dikin ew e ku madem di mijara hêzên ewlekariyê ketiye rojevê; çarçoveya me li hev kiriye di civîna me ya dawî ya li Şamê de, em hêvî dikin ku hinek gavên pratîk biavêjin. "

Mazlûm Abdî li ser têkiliyên bi Ehmed Şara re wiha got:"Niha em li ser van dişixulin ku em bikaribin careke din civînên sê alî çêkin. Em û rayedarên Şamê û Amerîkî bi hev re çi li Şamê be, belkî jî derveyê Şamê bibe an jî cihekî sêyemîn be, em hevdu bibînin ji bo gavên nû.

Bernameyên me yên hevdîtinê hene. Diviya beriya çûna Washington navbera me Ehmed Şara de hevdîtin bihata çêkirin. Lê taloqî piştî civîna Washingtonê kirin. A muhîm ew e ku heyetên me yên muzakareyan hevdu bibînin, li ser tiştên pratîk bişixulin. Niha em li ser van dişixulin ku em bikaribin careke din civînên sê alî çêkin. Em û rayedarên Şamê û Amerîkî bi hev re çi li Şamê be, belkî jî derveyê Şamê bibe an jî cihekî sêyemîn be, em hevdu bibînin ji bo gavên nû."

Mazlûm Abdî bal bir ser di milê leşkerî de entegrasyoneke çawa divê pêk were û wiha dewam kir:"Mijarên bi vî rengî li ser ragihandinê nayên axaftin. Di mijarên leşkerî de em vê dixwazin, yên din vê dixwazin… Gelek caran li ser ragihandinê derketine. Lê em van guncav nabînin. Ji ber ku mijarên eskerî ne. Bi hevdîtinan were çareserkirin. Lê giştî ez vê bibêjim; QSD hêzek tevahiya pêkhateyên Bakur û Rojhilatê Sûriyeyêyê pêk tê. Heta bi hezaran kesên derveyî vê heremê jî tê de ne. Hêzeke 10 sal in bêhtir e bi koalîsyonê re kar dike. Tecrubeyek xwe li operasyonên DAIŞ’ê de çêbûye. Hêzeke rêxistina herî mezin a Sûriyeyê de ye. Pêwîst e bi şiklekî rêk û pêk tev li artêşa Sûriyeyê bibe. Dê artêşa Sûriyeyê xurt bike. Bi tecrubeyên xwe bi hêjmara xwe û hêza xwe xurt bike. Em di wê baweriyê de ne ku tevlibûna HSD'ê ya artêşa Sûriyeyê xurttir bike û bi xwe re aramiyê binê. Divê tu kes netirse. Berovajî vê, dê bi awayekî erênî be. Em dixwazin tiştên xwe biparêzin, keda şervanên QSD’ê vala neçe. Xwîna QSD’ê rijandiye vala nerin, bi awayekî layiqî tev li artêşê bibe. Rolek xwe yê xurt di artêşê de hebe. Yê din detay in, di muzkareyan de tê ser bê axavtin."

Mazlûm Abdî qala zagoneke nû ya ji bo Sûriyeyê kir û wiha got:" Ev du beş in. Niha destûrek heye. Di wir de hinek bendên bi Îttîfaka 10'ê Adarê re nakok, hene. Civîna me yên Şamê de bi Ahmet Şara re me anî ziman. Destpêkê ev werin çareserkirin. Destûra heyî li gorî îttîfaqa 10’ê Adarê hin bend werin sererastkirin. Yêk wekî herkes tev li hikûmetê bibe. Mijarên doza Kurd de yên werin sereraskirin. Hinek bendên bi Îttîfaka 10'ê Adarê re nakok, hene. Ev nehatiye çêkirin. Em dixwazin her kes nûnerên wan tev li vê komiteyê bibin ku em destûrek munasîp ji bo Sûriyeyê çêkin. Yek jî çêkirina destûra Sûriyeyê ya bingehîn e. Ji bo vê wext divê. Belkî 2-3 sal divê. Şixûl divê. Hemû teref divê têkevin komîteya ku vê hazir dike. Ev nehatiye çêkirin. Em dixwazin her kes nûnerên wan tev li vê komiteyê bibin ku em destûrekî munasîp ji bo Sûriyeyê çêkin."

MA / HESEKÊ / AZAD ALTAY

parvê bike

   

Yeni Özgür Politika

© Copyright 2025 Yeni Özgür Politika | Mafên belavkirinê parastî ne.