Serdana Rêber APO pêwîstiyek e
Sêşem 25 Mijdar 2025 - 03:52

Fermandarê Giştî yê QSD’ê Mazlûm Ebdî, di beşa duyemîn a hevpeyvînê de Ebdî têkildarî têkiliyên bi Tirkiyeyê re, pêwendî bi Rêber APO re hene yan na û mijarên cuda nirxandin kir.
Di vê pêvajoyê de têkiliyên Bakur û Rojhiltatê Sûriyeyê û Tirkiyê gelek di rojevê de ye? Di destpêkê de têkilî çi astê de ne û têkiliyek çawa di navbera we de heye?
Têkilî hene. Qenalên vekirî di navbera me de hene. Lê belê lihevhatin nîn e. Em bibêjin ev ne meseleyê muzakereyan e. Hevdîtin hene, danûstandin hene. Ev tiştek baş e. Em li bendê ne ku asta van hevdîtinan hêj xurttir bibe. Şêwazekî fermî, heta em bikaribin hinek mijaran de lihev bikin.
Hinek metirsiyên Tirkiyê hene. Em amade ne ku vana bigirin rojeva xwe û çareser bikin. Ên me jî hene. Axên me yên dagirkirî hene. Ji ber hebûna Tirkiyeyê nikarin vegerin. Wekî Efrîn, Serêkaniyê. Mijarên bi vî rengî em dixwazin bi Tirkan re çareser bikin. Em hêvî dikin ku asta van hevdîtinan bilindtir bibe, em bikaribin encamên erênî bigirin.
Metirsiyên Tirkiyeyê çi ne? Li gel hevdîtinan ev metirsî tê çi wateyê?
Dibêjin metirsî, lê em tev li vê nabin. Ê ku êriş ser hatî kirin em in. Ê ku axa wan hatî dagirkirin em in. Ên ku xelkê wan hatî koçberkirin em in. Ên ku li ser zext tê çêkirin em in, ne terefê Tirkiyê ye. Ji ber wê em wateyê nadin. Lêbelê ew dibêjin. Hebûnek leşkerî ê Kurdan ji bo wan gef e. Em tev li vê nabin. Statuyekê vê derê ji bo Kurdan çêbe ji bo xwe gef dibînin. Tevlibûna saziyên eskerî yê Sûriyê wek gef dibînin. Ne rast e. Berovajî vê hebûna me, tevlibûna saziyên me, tevlibûna van saziyên mezin, behsa dehhezaran leşker dikin, dîsa dosya petrolê, dosyayên mezin hene, çareserkirina van dosyayan heye, ev hemû dê bibe cihê aramiyê. Ji bo Tirkiyê jî bibe cihê aramiyê. Ji ber wê em dibêjin ji bo vê pêvajoyê bibin piştgir, piştgiriya vê pêvajoyê bikin.
Gelek derdor eleqeyek di navbera pêvajoya Aştî û Civaka Demokratîk û rewşa Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê de dibîne. Bandoreke çawa pêvajoyê ya li ser vir heye?
Bandoreke xwe yê yekser heye. Heta ez dikarim bibêjim herkesî bêtir (derveyî Bakur) Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê eleqedar dike. Niha li vir bi artêşa Tirk re agirbestek heye. Ev di saya pêvajoyê de hatiye çêkirin. Ez bawer dikim ku ev pêvajo bibe encamekî agirbest cem me mayînde bibe. Îro heke em behsa danûstandina bi dewleta Tirk re dikin bi saya vê pêvajoyê ye. Bi rastî em dixwazin ji bo ku ev pêvajê bi ser bikeve tişta ku dikeve ser me, QSDê em amade ne ku pêk bînin. Bibin terefek alîkar ne asteng ji bona vê. Pêşxistina vê pêvajoyê herî zêde wê rojavayê Kurdistanê eleqeder bike. Bandora pêvajoya bakurê Kurdistanê li serçareserkirina pirsgirêka Kurd a li Sûriyeyê jî hene.
Di vê pêvajoyê de têkiliyeke we ya bi Rêber APO re çêbû yan na?
Belê çêbû. Bi şêwazekî guncav (bi rêya nameyê) nêrînê Îmraliyê hat girtin û yên me jî hat ragihandin. Em dixwazin hinek mijar cem me hene; behsa hebûnên şervanên Bakur dikin. yên PKK’ê dikin. Ev tenê dikare Îmralî çareser bike. Çareserkirina vê bangawaziya Îmraliyê ve girêdayî ye. Ji ber wê jî pêdivî heye ku têkiliyeke yekser ji bo hinek pirsgirêk hene werin çareserkirin. Pêdivî heye ku bi Rojava û Îmralî re têkilî werin çêkirin. Heke têkiliyên me baştir werin çêkirin, ev dê encamên xwe yên erênî hebin dê hem ji bo pêvajoya aştiyê Bakur hem jî çareserkirina pirsgirêke Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê. Belê me bihîst. Heyeta diçe Îmraliyê ji me re got ku xwestek ji Rêber Ocalan jî heye ku rayedarên Rojava herin ziyareta wir. Em jî pêwistiyek bi vî rengî dibînin. Ev wê bandora xwe yê erênî hebin bo pêvajoya Bakur û pirsgirêka Kurd a Bakur û Rojhilata Sûriye. Ev wê bi berjewendiya Tirkiyê jî be.
MA/AZAD ALTAY












