Heyeta DYE’yê bi Mazlûm Ebdî re hevdîtin kir

Çarşem 27 Tebax 2025 - 03:20

Heyeteke payebilind a ji Dewletên Yekbûyî yên Emerîkayê (DYE) bi Fermandarê Giştî yê QSD’ê Mazlûm Ebdî û Serokkomarê Hikumeta Demkî ya Şamê Ahmed El Şara re hevdîtin kir.

Heyeta DYE’yê ya ji Senatora DYE’yê û Endama Komîteya Têkiliyên Derve ya Senatoyê Jeanne Shaheen, Nûnerê DYE’yê Joe Wilson û Nûnerê Taybet ê Sûriyeyê Thomas Barrack serdana Sûriyeyê kir.

Di serdanê de heyeta ji Endama Komîteya Têkiliyên Derve ya Senatoyê û DYE’yê bi Fermandarê Giştî yê Hêzên Sûriyeya Demokratîk (QSD) Mazlûm Ebdî û Serokkomarê Hikumeta Demkî ya Şamê Ahmed El Şara re du civînên cuda lidar xist.

Herdu aliyan bûyerên ewlekarî û siyasî yên li herêmê, piştevaniya aramiyê û xurtkirina hewldanên têkoşînan li dijît terorê nirxandin.

Hate ragihandin ku hevdîtin ji bo nîşandana sekna hevpar a li pêşberî zehmetiyên navneteweyî, herêmî, bangên xurtkirina diyaloga siyasî û eleqeya navneteweyî ya ji bo Sûriyeyê zêde bûye, hate lidarxistin.

NAVENDA NÛÇEYAN

parvê bike

   

Yeni Özgür Politika

© Copyright 2025 Yeni Özgür Politika | Mafên belavkirinê parastî ne.