Heqîqet ji xapandinê bihêztir e
Çarşem 8 Cotmeh 2025 - 03:50
Yekitiya Ragihandina Azad diyar kir ku hêzên hikumeta veguhêz li gel hewldanên reşkirin û sorkirinê yên bi destê kesên xwe wek rojnamevan nîşan didin, êrişî Şêxmeqsûd û Eşrefiyê kiriye û ev hewldan û êriş şermezar kirin. Yekitiya Ragihandina Azad (YRA) daxuyaniyeke nivîskî da û wiha diyar kir:“Yekitiya Ragihandina Azad êrişên hêzên Wezareta Parastinê ya girêdayî hikumeta veguhêz a Şamê yên li dijî sivîlên taxên Şêxmeqsûd û Eşrefiyê yên Helebê, tevî hewldanên sorkirinê ku hemû nirxên ragihandina azad ên pîşeyî û mirovî binpê dikin, bi tundî şermezar dike. Rastiyên bidîmen û bideng ên di dema êrişan de hatine belgekirin, beşdariya hejmareke dezgehên ragihandinê û rojnamevanan nava hemleyên tûjkirin, sorkirin û rewakirina şîdet û komkujiyan de, eşkere kirin ku binpêkirinên li dijî sivîlan vedişêrin û bi awayekî beloq cewherê peyama ragihandinê ya li ser bingeha heqîqet, bêalîbûn û berpirsiyariyê berovajî kirin.
Di dîmenan de derket ku hinek kesên qaşo rojnamevan in, dema êriş dişopandin, çekên xwe bi awayekî bervbiçav li ser kemberên xwe nîşan didan, ev yek jî delîlek qutûbir e ku ragihandin hatiye polîtîzekirin û veguherandina amûreke propagandayê ku li ser hesabê heqîqet û mirovatiyê xizmetî ajindeyên otorîter dike. YRA tekez dike ragihandina ku nefret û cudakariyê kûr dike û tawanan vedişêre, ne kêmtirî pêkanîna sûc e. Ji lew re jî, em bang li hemû saziyên ragihandinê, mafê mirovan ên herêmî û navneteweyî yên têkildar dikin ku helwesteke zelal li dijî van kiryaran nîşan bidin ku gefê li baweriya bi pîşeya rojnamegeriya li Sûriyeyê mayî dixwin.
Gotin berpirsyarî ye, bikaranîna wê jî ji bo nefret û kuştinê, xiyaneta ji prensîbên wê re ye. Em tekez dikin ku heqîqet wê her tim ji her hewldaneke berovajîkirin û xapandinê bi hêztir be.”
ANHA