Piştî 9 salan şahiya çandî û hunerî

Nûçeyên Çand/Huner

Yekşem 12 Cotmeh 2025 - 16:15

Li navçeya Nisêbîn a Mêrdînê ji aliyê Şaredariya Nisêbînê û Sanatça Organîzasyonê ve piştî 9 salan Mîhrîcana Çand û Hunerê hat lidarxistin. Mîhrîcana ku wê 4 rojan berdewam bike îşev li Qada Newrozê ya Berê bi tevlibûna Hevşaredara Bajarê Mezin a Mêrdînê Devrîm Demîr, hevşaredarên Nisêbînê û bi hezaran welatiyan destpê kir.

Di axaftina vekirina mîhrîcanê de hevşaredarên Nisêbînê Gulbîn Şahîn Daxhan û Selahattîn Ay axaftin kir. Hevşaredaran diyar kir ku herî dawî beriya 9 salan li navenda Çand û Hunerê ya Mîtanê mîhrîcan hatibû lidarxistin û ji ber avêtina qeyûman ya li ser vîna gel, gelê Nisêbînê ji mîhrîcanên çanda kurdî hatibû dûrxistin.

Piştî axaftinên hevşaredaran mîhrîcanê bi stranên hunermend Sûavî heya derengiya şevê berdewam kir.

AW/MÊRDÎN

parvê bike

   

Yeni Özgür Politika

© Copyright 2025 Yeni Özgür Politika | Mafên belavkirinê parastî ne.