- Peykersaza bi navê Seongmin Yoo ku di navbera Kore û Kalîforniyayê de maye, bi awirên nû yên aîdiyet û koçberiyê dadikeve. Peykerên wê yên xerîb û balkêş dikin ku mirov li ser hebûn û qutbûyîna ji warê xwe careke din bifikirin.
Hunermend Seongmin Yoo xwedî du nasnameyan e. Li Koreyê ji dayik bûye û li Kalîforniyayê dijî û dixebite. Ew hunera xwe wekî rêyek bikar tîne da ku wateya dualîteya ku tê de dijî bide. Seongmin Yoo dibêje, "Ev tengezariya di navbera kevneşopî û modernîteyê, aîdiyet û xerîbiyê de bingeha karê min pêk tînin." Xebatên wê yên hunerî ji dircên behrê, perr û çermê heywanan pêk tên. Ji bo hunera xwe bêhtir bi malzemeyên avêtî dixebite û ji van malzemeyên avêtî fîgûr û peykerên xweşik û mezin çêdike.
Dema ku peykerên wê li cihekî tên bi cih kirin rasterast bi mekan re jî têkildar in. Pêşangeha wê ya bi navê “The Flow of Displacement” ku di demek nêz de bi dawî bû ji bo bîneran ezmûneke nû bû. Ji lewma hemû fîgûr ango peyker bi awayekî ku bîner dikaribin li dora wan bigerin li Muzexaneya Hunerê ya Holter hatibûn bi cih kirin. Bi vî awayî bîner bi rehetî li van fîgûran nihêrîn û lêkolîn kirin. Gava ku bîner li ser van fîgûran hûr bûn û xwestin van fîgûran bi mane bikin, bi awayekî şênber “koçberîyê ango qutbûna ji warê xwe” jî hîs kirin û ev yek tesîreke cûdatir li ser bîneran çêkir.
Fîgûrên ecêb û balkêş ên Yoo dişibin mirovan ji ber ku dest û lingên wan hene, lê tenê ewqas. Hunermend dixwaze van fîgûran ji bo ravekirina mayîna di navbera di dinyayan de bikarbîne û hizrên xwe tîne ziman. Hunermenda ji bo sêwirandinên xwe yên hunerî dibêje; "Di destpêkê de karê min dibe ku nenas xuya bike, lê gava mirov di nav fîgûrên min de dimeşin, ew hîn jî dikarin xwe di nav wan de bibînin."
Girêdanên di navbera mirov û xwezayê de
Peykersaz Seongmin Yoo ji bo paşxaneya xwe ya hunerî got; “Ez li Koreyê ji dayik bûm û bi salan e li Kalîforniyayê dijîm û dixebitim. Rêya min a ber bi hunerê ve ji xwesteka jiyanî ya ji bo têgihîştina cîhanê bi rêya materyal û wêneyan dest pê kir. Min di wênesaziyê de perwerde dît û paşê min berê xwe da peykersaziyê, sazkirinê û performansê ji ber ku min dixwest di nav medya û performansan de bigerim.” Yoo tiştên ku ew kişandine ber bi hunerê jî wiha rave dike; “Tiştê ku bi rastî min kişand ber bi afirandina hunerê ve ew kêlî bû ku min dest bi dîtina hevrêziya di navbera ramanek têgehî û materyalan bi xwe de kir, dema ku wate û materyal bi hev re axivîn. Ev vedîtin ji wê demê ve rêberiya pratîka min kiriye û jîngehên ku mirov dikarin li ser girêdanên di navbera mirovahiyê û xwezayê de çêbikin bala min kişandine. Her wiha awayên cihguherandin û aîdîyetan ku çawa şêwe didin jiyana me jî ew tiştin ku li ser wan disekinim û şirove dikim.”
Di nav fîgûrên balkêş de hevdîtinek bêdeng
Hunermend Yoo hunera xwe ji kesekî/ê ku qet berê nedîtiye re wiha rave dike; “Dibe ku di destpêkê de nenas xuya bikin; şikestî, hîbrîd, nîv mirov, nîv heywan, nîv nebat. Lê gava temaşevan nêzîk dibin, materyal dest bi axaftinê dikin. Ez tiştên rizgarkirî, qalik, kulîlk, çermê heywanan û çîmentoyê bikar tînim da ku fîgurên ku berxwedan û zindîbûnê temsîl dikin biafirînim. Her çend ez silûeta laşê mirov digirim jî, materyal di nav wê de bi hev re mezin dibin, sînoran nezelal dikin. Di xwezayê de, di navbera nebat, heywan û tewra hilberên ji hêla mirovan ve hatine çêkirin de cudahîyek zelal tune; ew jixwe tevlihev in. Fîgurên min vê girêdanê nîşan didin, temaşevanan vedixwînin hevdîtinek bêdeng bi cudabûnê re.”
‘Rêzgirtinek e li tiştên ku nayên paşguhkirin’
Karê Yoo yên peykersaziyê li ser tiştên rizgarkirî û tiştên ku yên din diavêjin disekine. Yoo sedema vê biryarê jî wiha tîne ziman; “Ez bi tiştên ku hem jiyan û hem jî bîranînan hildigirin re dixebitim. Bikaranîna materyalên rizgarkirî an jî yên avêtî ne tenê ji nû ve bikar anîn e, ew rêzgirtina li tiştên ku nayên paşguhkirin e. Mînak, giyayek bi strîn zêde nayê hezkirin û xwestin, lê ew mêşhingiv û perperokan têr dike û li cihên ku nebatên din nikarin bijîn. Bi heman awayî, mirovên ku ji cih û warên xwe hatine kirin an jî hatine dûrxistin xwedî bedewî û hêzek bingehîn in.”
‘Ez çanda xwe diafirînim’
Hunermend Yoo li ser rola hunerê ya di pêvajoya bûyer û hestên pê re têkildar de jî van tiştan anî ziman; “Ez di vê qadê de çanda xwe diafirînim. Û ez bawer dikim ku her kesê ku di navbera cîhanan de dijî heman tiştî dike, çandekê diafirîne ku bi tevahî ne aîdî aliyekî an aliyekî din be, lê bi serê xwe heye. Huner dibe rêyek ji bo pêvajoya meleziyê ne wekî pevçûnek ji bo çareseriyê, lê wekî şertek ji bo çêbûn û hebûnê.”
NAVENDA NÛÇEYAN