Komkujiya Geliyê Sefo
Sêşem 28 Tîrmeh 2026 - 17:00

- Di ser komkujiya Geliyê Sefo, bi navê din ’33 Gule’ re 83 sal derbas bûn. CuzeyrîOzkaplan ê ku 16 mirovên wî hatine kuştin diyar kir ku ev 33 mirov bêdadgeh hatinekuştin û wiha got: “Komkujiya Geliyê Sefo wekî komkujiyên li hemû deverênKurdistanê yên pêkhatî wek Dêrsim, Zîlan projeyek kuştina Kurdan bû.”
Yek komkujiya ku dewleta Tirk aniye serê gelê Kurd jî komkujiya Geliyê Sefo, bi navê din komkujiya 33 guleyan e. Ev komkujî di 29'ê Tîrmeha 1943'yan de li herêma bi navê GeliyêSefo ya li navçeya Seravê ya Wanê pêk tê. Ji ber ku helbestvan Ahmed Arîf li ser vêkomkujiyê helbesteke bi navê ’33 kurşûn’ dinivîse, ev komkujî bi navê ’33 Gule’ jî tê zanîn. Di 28'ê Tîrmeha 1943'yan de li Gundê Xirabsork, Êngiza Milan û Runexarê 33 gundî li malêwan tên binçavkirin. Ev 33 gundiyên ku ji aliyên leşkeran ve hatin binçavkirin, bi talîmataFermandarê Artêşa 3'yemîn yê wê serdemê Orgeneral Mustafa Muglali ve tên gulebarankirinû 32 kes tên kuştin. Gundiyê bi navê Îbrahîm Ozay bi awayekî birîndar di bin cendekan de dimîne û pişt re derbasî Rojhilatê Kurdistanê dibe. Ev komkujiya hovane bi vegotinênÎbrahîm Ozay ê ku 4 meh şûn de dimire wek rûreşiyeke dewletê di dîrokê de cihê xwe digire.
Di 83'yemîn salvegera komkujiyê de Cuzeyrî Ozkaplan ê ku 16 mirovên wî jiyana xwe ji dest dane li ser agahiyên ku mezinên wî û şahidên komkujiyê dane, der heqê komkujiyê de axivî.
Cuzeyrî Ozkaplan faîlên komkujiya ku 83 sal ji ser re derbas bûye şermezar kir, wiha got: “Ez di serî de vê komkujiyê şermezar dikim, qurbaniyan bi rehmetî bi bîr tînim û bejna xwe li berruhê wan ditewînim. Komkujiya Geliyê Sefo wekî komkujiyên li hemû deverên Kurdistanêyên pêkhatî wek Dêrsim, Zîlan projeyek kuştina Kurdan bû.”
Di axaftina xwe de Cuzeyrî Ozkaplan da zanîn ku ew bi xwe jî ketiye pey şopa komkujiyê û hewl daye şahidên wê komkujiyê peyda bike ji wan agahiyan kom bike û destnîşankir ku wîçend sal berê li navçeya Bazîdê ya Agiriyê xwe gihandiye kesekî bi navê Mustafa Eplî ku didema komkujiyê de li Qelqeliyê leşker bûye û ev tişt anî ziman: “Li Bazîdê Mistefa Aplîhebû, ez çûm, min ew peyda kir û ez li gel wî derheqê komkujiyê de axivîm. Ji min re got ‘sêşevan di nezaretxaneyê de man û gelek heqaret li wan hate kirin. Şeva ku birin ez newxweşketibûm, şeveqê leşkerên suwarî ew gundî birin kuştin û seet 10-11'an vegeriyan û gotin me kuştin. Yanê bêdadgeh hatin kuştin.’ Ev mirovan heke sûcdarbûna divê bihatana lêpirsînkirin, dadgehkirin, li gor wê biryar bihata dayîn.”
Cuzeyrî Ozkaplan di axaftina xwe de behsa polîtîkayên dewletê yên bêcezatiyê jî kir û wihaberdewam kir: “Piştî komkujiyê çend sal şûn de Mustafa Muglalî hate darizandin, demekê dizindanê de ma lê hate tehliyekirin. Di van salên dawiyê de navê wî dan qişleya Qelqeliyê. Ev tê wê wateya ku dibêjin me bavê we kuşt, ger hûn serê xwe rakin, em ê we jî bikujin. Ewmirovên ku di komkujiyê de hatin kuştin ger hûn ji wan re dibêjî em xwişk û bira ne, em yek in, çima tu navê kujerê wan didî qereqolê û tu lêvegerana rûmetê jê re didî? Ew hemwaletîbêsûc bûn û mexdûr bûn. Heta îro jî cihê hestiyê wan em nizanin, gora wan tune ye.”
Cuzeyrî Ozkaplan bi van hevokan dawî li axaftina xwe anî: “Dema ez di şaredariya Wanê de bûm bi pêşniyara Bekîr Kaya li Geliyê Sefo me plan kir ku em li cihekî 33 daran biçînin û kaniyêkî çêkin. Ji bo bîranîna wan 33 kesan ku wekî goristanekê da ku malbatên wan bên liwir wan bi bîr bînin. Lê belê qayim avêtin ser şaredariyê û ev proje hate astengkirin. Em hemû aşitiyê û xwişk û biratiyê dixwazin, divê şer û komkujî careke din tune be. Gelek kuştinû komkujiyên ‘faîlên wan ne diyar’ hene. Dayikên Şemiyê bi salan e bi hesreta dîtina hestiyênzarokên xwe digerin, ji ber vê em dibejin ‘êdî bes e.’ Dewlet divê sûcê xwe qebûl bike û lêborînê bixwaze.” AW/ SEMA GEZÎCÎ/ONDER AKBÛLÛT







