Televizyon çawa hat îcatkirin û hat roja îro?

Sêşem 4 Tebax 2026 - 17:10

  • Televizyon di jiyana mirovan de xwediyê cihekî taybet e. Îcatkirina televizyonê jî yek ji îcatên gîrîng e û hatiye heta roja îro. Ev pêşketin bi awayekî çawa çêbûye ev jî yek xalên girîng a pêşketina teknolojiyê ye.

 

Di demên berê televizyon pir dihat temaşekirin. Wekî rêyeke agahiyan mirovan serî lê didan. Ev bi demê re pêş ket û li hemû cihên cîhanê belav bû. Peyva televizyonê ji peyvên di Yewnana berê de peyva teloas a tê wateya 'dûr' û ji peyva bi Latînî visio ya tê wateya dîtinê pêk tê. Pêlên elektromanyetîk ên ji Danêr (verici) belav dibin wekî dîmen tê dîtin û wekî deng tê bihîstin. Cîhaza vî karî dike em jê re dibêjin televizyon. Di dîrokê de gelek kesî hewl dan ku televizyonê îcat bikin. Li gor hinek çavkaniyan tê gotin televizyon di sala 1923'yan de ji aliyê John Logie Baird de li Bajaroka Hastingsê ya Îngilistanê hatiye îcatkirin. Yekem dîmenên televizyonê jî dîsa ji aliyê John Logie Baird ve di sala 1926'an de hatiye weşandin. Dîmenên televizyonê berê wekî noqteyan bû û dihejiya. Qalîteya dîmen ji aliyê John Logie Baird ve hatiye pêşxistin. Di warê îcada televizyonê de navên wekî John Logie Baird, Vladimir Zworkin ve Philo T. Farnsworth di dîrokê de derketine pêş. Di warê pêşketina girîng a televizyonê de aqilmendiyeke mezin heye. Bi aqilekî hatiye îcatkirin û fêdeya wê ji cîhanê re çêbûye. Lê belê televizyon heger bi awayekî hevseng neyê bikaranîn li gel fêdeyê wê elbet zirarên wê jî wê hebin.

Ast bi ast pêş ket

Alavên televizyonê ast bi ast pêş ketine. Ji bo vêya jî elbet ked û demek lazim e. Em balê bibin ser qûmandayê. Her wiha qûmandaya televizyonê jî li gor hinek çavkaniyan di nava salên 1950'î de hatiye îcatkirin. Wê demê bi qabloyeke girêdayî televizyonê pêş ket. Ji ber her roj teknolojî pêş dikeve qumandayên bi aqil jî pêş ketin. Vê pêşketinê dilê mirovan xweş kir. Çimkî mirovên li cîhanê fêde û feyzeke mezin ji televizyonê girtine.

Ji ser înternetê jî êdî tê temaşekirin

Em dikarin bibêjin bi pêşketina teknolojiyê re gihaştina televizyonê hîn rehetir bû. Bi demê re êdî weşana tv’yan a li ser înternetê jî pêk hat. Bi pêşketina teknolojiyê di qada antenên televizyonê de jî pêşketin çêbûn. Niha sîstemên ûydûyê yên bi aqil di meriyetê de ne. Gelek caran antena li ser xaniyê mirov ji ber şerdên hewayê yên ne baş zirar didît û ji ber vî hawî jî weşana televizyonê diçû. Lê belê di roja me ya îro de mirov dikare li ser internetê jî li weşana televizyonê temaşe bike. Berê teqez li her malekê televizyon hebû û dihat temaşekirin lê belê niha bala mirovan bêtir li ser înternetê ye. Înternet derket şûnde eleqeya ji bo tv’yê kêm bû.

Bi rola xwe navê xwe di dîrokê de hiştin

Hinek kesan di warê pêşketina tv’yê de roleke girîng lîstine. Bi vê rola xwe wan di dîrokê de navê xwe hiştine. Ev jî ji bo wan û ji bo mirovahiyê cihê şanaziyê ye. Endezyarê Îskoç John Logie Baird di 1925'an de televizyona mekanîk a yekem a ji gelek çerx û perçeyan pêk dihat çêkir. John Logie Baird di sêwirandina xwe de dîskek qul a dîmen ji bo wekî sinyalê elektirîkê bê ragihandin diseridand û di sala 1894'an de ji aliyê Endezyarê Elmanî Paul Nipkow ve hatibû çêkirin, bi kar anî. Sînyalên digihaştin televizyonê birqonektiya ampula di cihazê de bi lezgînî diguhert. Di vê mekanîzmayê de qulikên bi tevger û birqonektiya diguhert dema dihatin gel hevdu dîmenên bi tevger ên biçûk dihatin afirandin. Ji bo dîmen bê mezinkirin rojik dihatin bikaranîn. Lê sêwirandina John Logie Baird dibû sedema dîmenekî dihejiya û şolî. Loma ji vê cîhaza navê “Televisor” lê kiribû tenê 1000 heb firot. Çend sal şûnde dahênerê bi eslê xwe Rûsî lê ji Emerîqayê Vladimir Zworykin tupê ji tîrêjên katotê yê dibû sedem dîmen li ser ekranê bê xuyakirin pêş xist. T. Farnsworth îcata xwe ya dîmen diseridand hilberand. T. Farnsworth ji bo televizyon ji sîstemeke mekanîk derbasî sîstemeke elektronîk bibe bi Zwortkin tev geriya. Di vî warî de T. Farnsworth jî roleke mezin lîst. Ev rol bû sedema geşedaneke girîng a di warê teknolojiyê de. Pêşktina teknolojiyê bi demê re karê mirovan hêsantir kir.

Pêşketina teknolojiyê şoreşek e

Dema mirov li dîroka pêşketina tv’yê dinêrin rastiyeke jiyanê jî dibînin. Ev rastî jî pêştineke şoreşên di warê teknolojiyê de nîşanî me didin. Pêşketina teknolojiyê şoreşek e. Dîrokek dûdirêj û balkêş a gavên pêşketina afirandina televizyonê hene. Bi şoreşa teknolojiyê re televizyonê jî gaveke jidiyayî avêt. Pêşketinên di beşên din ên teknolojiyê de bandor li ser pêşketina televizyonê jî kirine. Hinek gotinên di dîrokê ji bo televizyonê hatine gotin jî hene. Wekî mînak Serokê  şîrketa filîman a bi navê Twentieth Century Fox, Daryik F. Zanuck di sala 1944'an de wiha dibêje:"Ew ê televizyon herî kêm di nava 6 mehan de ji piyasayê rabe. Mirovê her roj li ber qutuyekê bisekinin û çi bikin? Ew ê gelekî aciz bibin. " Van gotinên wiha jî di dîrokê de cihê xwe girtine.

Berê tenê reş û spî bû

Ekranên reş û spî yên tv’yan gelek caran zarokatiya gelek kesan niha tîne bîra wan. Hafizeyekê dide nîşandan. Di destpêkê de televizyon tenê wekî dîmen reş û spî bû lê belê ekrana wê piştre bi tebeqeya fosforê hat dorpêçkirin loma dîmen rengîn bû. Di televizyonên ji tîrêjên katotê ku wekî televizyonên tup jî tên binavkirin de gurzên elektronan ên ji katottan derdikevin ji aliyê elektromiknatisan ve beriyê wê bi ekrana bi fosforê hatiye dorpêçkirin ve vedibe. Elektronên li tebeqeya fosfor dikevin ronahiyê belav dikin loma di ekranê de dîmen ava dibe. Dema em pir ji nêz ve li televizyonê binêrin wê demê em ê dîmenên bê wate bibînin lê dema em çend gavan bi dûr bikevin wê dîmen zelal bibe. Sedema vê jî ew e ku ekran ji kareyên biçûk ên bi navê pikselê pêk tê. Ev pîkselana rengê wan sor, kesk, şîn in û rengên navberê yên ji van rengan pêk tên, tên ronîkirin. Bi ronîkirina pîkselan wêneyên tên çêkirin li dû hevdu dilîzin û dîmenekî bi tevger pêk tê. Pêşketineke ji spî û reş ber bi rengîniyê ve ne pêşketineke ji rêzê ye elbet.

Qalîte baştir bû

Bi demê re her ku teknolojî hîn pêş ket qalîte jî bi vê re pêş ket. Pêşketina qalîteyê rûyê xweş ê teknolojiyê ye. Bi pêşketina teknolojiyê re televizyon bû xwediyê taybetmendiyên cuda. Di roja me ya îro de dewsa tupên bi tîrêjên katotê sîstemên elektronîk ên nû tên bikaranînin. Qalîteya televizyonê her roj derbas dibe baştir dibe. Dîmenên bi sê pîvanan êdî dikarin bên temaşekirin û dikare bi cîhazên mobîlê bê girêdan. Ev pêşketin nişana rihê demê jî bi xwe re tîne.

Şer her zirar daye teknolojiye

Bi qasî pêşketina teknolojiyê em dikarin behsa bandora şer a li ser pêşketina tv’yê jî bikin. Şer her tim rewşên kambax bi xwe re aniye. Bandorek neyînî li ser teknolojiyê jî kiriye. Berê her çiqas bi armanca ceribandinê li welatên cuda weşan hatibin kirin jî weşana televizyona bi rêk û pêk û qalîteya wê ji yên din çêtir ji aliyê Şîrketa Weşanê ya Brîtanyayê (BBC) ve, di 136'an de hat destpêkirin. Ji ber şerê yekem ê cîhanê ji bo demekê îstasyonên televizyonê hatine girtin. Lê belê di serdema şer de jî teknîkên nû yên pêşketî televizyon bi hêztir kirin. Şer li her derê cîhanê bandoreke neyînî li civak, xwezayê û pêşketinê dike. Elbet niha şerekî mezin jî û manipulasyoneke mezin ji aliyê îktidaran ve bi rêya medyayê tê kirin.

Naveroka weşana li Tirkiyeyê

Li Tirkiyeyê weşana nû ya televizyonê ji aliyê Zanîngeha Teknîkê ya Stenbolê  (ÎTU) di 1952'yan de pêk hat. Di destpêkê de di nava zanîngehê de ev weşan dihat kirin lê piştre belav bû. Weşana zindî ya yekem jî dîsa ji aliyê ÎTU TV'yê li Stenbolê di 12'ê Mijdara 1961'ê de bi maça Tirkiye-Yekîtiya Sovyetan dest pê kir. Piştî zagona Saziya Televizyon û Radyoyê ya Tirkiyeyê  (TRT) ket meriyetê ÎTU TV'yê di 1970'ê de dawî li weşana xwe anî û piştî salekê şûnde ragihînerî dewrî TRT'yê kir. Weşana TV'yê ya fermî jî di 1968'an de hatiye kirin. Wê demê weşan li ser yekqenalê bû û di nava hinek saetan de ev weşan dihatin kirin. Piştre bi pêşketina teknolojiyê qenalên taybet zêde bûn. Niha bi sedan qenal hene. Ev qenal êdî bi hev re dikevin pêşbirkê. Lê belê îro li Tirkiyeyê em nikarin behsa weşanek bêalî û naverokeke bi qalîte bikin. Ji ber ku rêzefilmên tên nîşandan exlaqê civakê xera dikin. Ji ber ku îro medya di bin kontrola îktidarê de ye loma jî tenê ji bo berjewendiyên îktarê tê bikaranîn. Her iktidara hatiye xwestiye çapemeniyê bi temamî têxe binê kontrola xwe. NAVENDA NÛÇEYAN

parvê bike

   

Yeni Özgür Politika

© Copyright 2026 Yeni Özgür Politika | Mafên belavkirinê parastî ne.