Poşmanî qebûl nekir nehat berdan

Pêncşem 13 Mijdar 2025 - 03:38

Şukru Baytar ê ku beriya niha du caran hatibû girtin û serbest hatibû berdan, piştî ku cezayê wî di 27'ê Mijdara 2019'an de hatibû erêkirin, bi îdîaya "endamtiya rêxistinê" hat girtin û 6 sal û 3 meh cezayê girtîgehê lê hat birîn. Baytar ê ku di Girtîgeha Tîpa L Hejmar 2 a Maraş Turkoglû de tê ragirtin, ji ber ku poşmaniya ku di 22'yê Cotmehê de ji aliyê Lijneya Îdarî û Çavdêriyê ve lê hatibû ferzkirin qebûl nekir, tehliyeya wî cara sêyemîn hat astengkirin. Xwişka Baytar û endama Meclîsa Dayikên Aşitiyê ya Êlihê Melahat Sarhan, anî ziman ku ew hêvî dikin ku dewlet jî piştî Banga Aştî û Civaka Demokratîk a Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan a di 27'ê Sibatê de, gavên pêwîst biavêje û got:“Rexmê ewqas gavên ku Serok Apo avêtiye, tu gavek ji aliyê dewletê ve nehatiye avêtin. Li hemberî van gavan, em li bendê bûn ku ji aliyê dewletê ve bersiveke baş were dayîn. Em li bendê bûn ku girtiyên nexweş û girtiyên ku cezayê wan qediyayî ne bên berdan lê ev yek nehat kirin.” Melahat Sarhanê diyar kir ku ew ji bo cîhanê aştiyê dixwazin û got: “Hûn nikarin xwînê bi xwînê bişon. Dawiya hemû şeran bi aştiyê diqede. Serok Apo, PKK fesix kir û çek da şewitandin. Li hemberî vê yekê, dewletê gav neavêt. Herî dawî hemû hêzên xwe ji derveyî Tirkiyeyê kişand, lê dîsa jî dewletê gav neavêt. Ne Serok Apo berdan û ne jî girtiyên siyasî berdan.” Melahat Sarhanê anî ziman ku rexmê birayê wê Şukru Baytar cezayê xwe qedandiye, cara sêyemîn 3 meh ceza lê hatiye birîn û got:“Li wî poşmaniyê ferz dikin. Çi kiriye ku poşman bibe, cezayê xwe jixwe qedandiye. Birayê min kes nekuştiye ku poşman bibe. Bila zanibin ku çi dibe bila bibe aştî dê bê vê axê. Ger dewlet di vê pêvajoyê de jidil be, bila girtiyên nexweş û siyasî berde. Hîn jî ji girtîgehan cenaze derdikevin. Ger jidil bûya, ji girtîgehan cenaze dernediket.”

Di 8'ê Hezîrana 2014'an de li Êlihê wekî Hevserokê MEYA-DER hat hilbijartin. Di hilbijartinên giştî yên 24'ê Hezîrana 2018'an de li Êlihê bû namzetê Parlamenteriyê yê rêza 5'an ê HDP’ê.

MA/OZAN BAYINDIR

parvê bike

   

Yeni Özgür Politika

© Copyright 2025 Yeni Özgür Politika | Mafên belavkirinê parastî ne.