Raporên Atolyeya Jineolojiyê

Duşem 23 Sibat 2026 - 03:42

Endamên Jineolojiyê raporên der barê sûcên şer ên ji aliyê Akademiya Jineolojiyê ya Rojava ve hatiye amadekirin û bi 8 zimanan hatiye weşandin nirxandin û gotin: “Raporên hatine amadekirin şandin welatên cuda. Vegerên erênî çêbûn.”

Akademiya Jineolojiyê ya Rojava der barê sûcên şer ên HTŞ, DAIŞ û komên girêdayê Tirkiyeyê li Heleb, Kobanê, Tebqa, Reqa û Dêra Zorê de raporek amade kirin. Rapor bi sernavên wekî ‘li Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê sûcê şer’ û li ‘Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê sûcên şer ên li dijî zarokan’ hat weşandin.

Rapor bi 8 zimanî hat weşandin û ji rêxistinên mafê mirovan re hat şandin.

Endama Akademiya Jineolojiyê ya Rojava Leman Şexo û Siyam Dawud der barê rapora hatiye amadekirin de axivîn.

Leman Şexo têkildarî êrîşên li dijî taxên Şêx Meqsûd û Eşrefiyê yên Helebê ku di 6’ê Çileyê de dest pê kirin axivî û wiha got: “Me di êrîşan de sûcên şer kirin belge. Me êrîşên li dijî nexweşxaneyan dît. Gelek kes bi awayekî hovane hatin qetilkirin. Di şeran de du hêz pev diçinin. Lê li her du taxan sivîl hatin qetilkirin. Me hovîtiya li taxan a li ser gel hat meşandin dît. Jina ku hatibû qetilkirin ji avahiyê hat avêtin. Keziyê jina ku hat qetilkirin hat birîn. Divê ev çavsorî û hovîtî bihata belgekirin. Heman êrîş li Kobanê jî hatin kirin. Xwestin îradeya gel bikşînin.”

Siyam Dawut jî der der barê raporê de agahî da û wiha got: “Me dane û tiştên hatine jiyîn kom kirin. Peymana ku HSD û hikûmeta Şamê çêkiriye heye. Lê tevî vê em nikarin bêjin her tişt qediyaye. Ji ber xetere hîna didome. Di êrîşan de sûcên şer hatin kirin. Sivîl hedef hatin girtin. Niha mirovên di destê çeteyan de hene. Ligel vê li dijî pirtûkxaneya Şehîd Nagîhan Akarsel a li Helebê êrîş pêk hatin. Pirtûkên Kurdî hatin şewitandin texrîbkirin. Êrîşê saziyên jinan kirin. Saziyên jinan yên Zenobiya û Tehalîf hatin texrîbkirin. Bi pêkanînên dijmirovahî êrîşê cihên jinan kirin.”

JINNEWS/RIHA/DERYA REN

parvê bike

   

Yeni Özgür Politika

© Copyright 2026 Yeni Özgür Politika | Mafên belavkirinê parastî ne.