Tenûr; pira di navbera kevnenûyan de ye

Duşem 15 Îlon 2025 - 16:40

  • Di gundên bajarê Şedadê yê Katnona Cizîrê de hîn çanda çêkirina tenûrên nan dewam dike.

Tenûr hîn jî nûnertiya beşek girîng ji jiyana xelkê dike. Tenûr, bûye sembolek jiyanê ye; ji nifşekî derbasî nifşek din dibe.  Ew ne tenê alavek ji bo çêkirina nan e, lê belê sembola jiyana malbat û civakê bi tevahî ye. Dayîk û hezkiriyên wê li derdorê kom dibin. Wiha jî bi sedan salan pisporiya pijandina “nanê tenûrê” ji nifşekî dewrî yê din bûye.

Têkildarî mijarê dayîka bi navê Henai El Ehmed behsa girîngiya tenûrê di malê de kir û diyar kir ku tenûr ne tenê alavek ji bo pijandina nan e, lê belê bûye sembola girêdana civakê.

Divê xwelî sor û hûr be

Dayîk Henai El Ehmed da zanîn ku tenûr ji hemû cûreyên axê nayê çêkirin û got: “Divê axa tenûr pê were çêkirin sor û hûr be. Xwê, xweliya daran û kaya hûr ji bo rêjeya germê tehemûl bike, tev li axê tê kirin.” Tenûr bi yek carê nayê lêkirin, lê belê qat bi qat, ji bo hevgirtina wê bi hêztir be. Çêkirina tenûrekê derdora hefteyekê dikişîne. Piştî lêkirina wê bi dawî dibe û baş ziwa dibe. Di tîna zêde ya agir de tê sorkirin, wiha xurtbûna xwe diparêze. Piştî tê sorkirin, di erdê de tê bicihkirin, derdora wê jî bi dîwarekî ji kelpîç û axê tê girtin. Wiha jî ji derve ve tê parastin.

Dayîk Henai El Ehmed li ser çêkirina tenûrê agahî da û got ku her çêkirina beşekî wê xwe dispêre ezmûnên nifşên me yên berê û diyar kir ku: “Madeyên di çêkirina tenûrê de têne bikaranîn bi baldarî tên hilbijartin. Bi baldarî di germahiyê de tê sorkirin, wekî çawa dapîrên me dikirin.”

Dayîk Henai, da zanîn ku encama wê xebatê çêkirina nanê tenûrê ye. Ew bi çêj û bêhna xwe ya xweş tê naskirin. Tevî gelek cûreyên firinan çêbûne, lê hîn jî nanê tenûrê hebûna xwe ya bi bandor diparêze. Malbatan li hev kom dike û girêdana wan a civakî zindî dike. ANHA/HESEKÊ

 

parvê bike

   

Yeni Özgür Politika

© Copyright 2025 Yeni Özgür Politika | Mafên belavkirinê parastî ne.