- Bîranîneke zindî ji quntara çiyayên Amedê heta roja îro: Dem û hevrêtiya ku di bîra demê de wekî mîraseke bêhempa dimîne.
Dema ku qala çîrok û şevbihêrkan tê kirin, yekser demsala zivistanê, şevên dirêj ên li dora agirê sobeya daran û efsaneyên kalik û pîrên me dikevin bîra me. Lewra di nava wan çîrokên kevnar de, herêma ku herî zêde bi berf, sir û seqema xwe tê nasîn, yanî Serhed, bi hemû rûmeta xwe ve li ber çavên me zindî dibe.
Li van xakên pîroz, zivistanên Serhedê û Agirî ne tenê demsalek in ku bi ser me de tên; bi xwe ew dibin xwedî rûmeta çîrokê. Wê bêdengiya ku piştî barîna berfê li ser wan xakan rû dide, dengê bayê ku ji çiyayan radibe û çirûskên agirê sobeyê, ji mirovên herêmê re dibûn wekî dibistaneke mezin a jiyanê. Ew zarokên ku li dora wê sobeyê mezin bûn, bi wan çîrokên lehengî, evîn û efsaneyan re bîranînên herî delal û xurt di nava bîra xwe de hildan. Ev sir û seqema bêaman, ji bo kesên ku li ser vê axê dijîn, ne tenê astengiyek e; ew dibe sedema ku her tişt atmosfereke bêhempa, tijî raz û bi heybet bide destpêkirin. Her çîrokek li vir bi nefesa bayê çiyê re dest pê dike û di nava cemedê de mezin dibe.
Hilma wê sir û seqema Serhedê bi xwe re çîroka Cemîle Akkuş, ango bi navê tevlîbûnê Sînem, anî bû ber deriyê dil û hişê me. Pêl bi pêl me rûpelên pirtûka bîranîn û albûma di nava tûrikê dîroka hevrêtiyê de mayî vekirin û bi rondikên çavên xwe ew li ser dilê xwe nexşandin.
Di roja îro de, dema ku wan rûpelên nava destê hevrêtiyê yên hatî nivîsandin bîr tînin û wan gerîlayên ku ew lehengên azadiyê vegotin tînin ber çavan, bêrîkirin û kêliyên nayên jibîrkirin wan jî dan jiyîn û hîskirin. Mînak gerîla û lehenga azadiyê Rojna Pîran e ku di wan kêliyan de vegotina şehîd Sînem dikir. Lê dema ku niha ew bernameya lehengiya dîroka artêşbûna jina Kurd û hevrêtiya wan di dema amadekirinê de careke din dibînin, dibînin ku şehîd li ser şehîdan diaxivin. Dem derbas dibe bêguman, lê hest, raman û bîranînên ku li pey xwe hiştine jî diyariyên herî bi nirx û watedar in di rûpelên dema hevrêtiyê de.
Belê, li qûntarên çiyayên Amedê ew kêliyên destpêkê, nasîn û parvekirin, bi kişandina wêneyan û tomarkirina wan deman, ji bo îro bûn mîraseke bêhempa ku bîra hevrêtiyê di nava demê de digihîne me.
Bi rastî hemû ev kêlî ne tenê dîmenên ku di arşîvê de asê mane; ew vegotineke zindî ne ku ji me re dibêjin çîroka azadiyê çawa hatiye nivîsandin. Dema ku mirov lê dinêre, ev pirs bixweber tê bîra mirov: Wê demê ew kêliyên parvekirinê, ew hestên li qûntarên çiyayan û şopên ku şehîd Sînem li pey xwe hiştine, di dilê hevrêyên ku li gel wê bûn de çawa hatin jiyîn?
Ji bo ku em hîn çêtir li wan şopan vegerin û wateya wê demê ji zimanê kesên ku bixwe ew jiyane bibihîzin, em bi vê pirsê dest bi sohbeta xwe dikin. Şehîd Rojna Pîran dibêje:
"Em demeke kurt bi şehîd Sînem re man. Ew li eyaleta Amedê hevaleke herî zêde dihat naskirin. Hevrê Sînem xwendevan bû. Di warê zanyarî, hişmendî û watedayîna tiştan de xwedî kûrayiyeke mezin bû; dikaribû wateyeke rast bide her tiştî. Taybetmendiya herî berçav a hevrê Sînem ev bû. Zanîngeh xwendibû û di warê zanistî de pir baş bû. Wê demê ku wê berê xwe da şoreşgeriyê, zanîngeh bi nav û deng bûn. Dema ku li zanîngehê dixwend, hinek lêgerînên kûr di hişê wê de çêbûn û tevlîbûna wê ya li ser vê bingehê pêk hat. Bi rêya malbatên welatparêz re partî nas kir û bi vî rengî tevlî bû. Hevrêyeke ne pir bejindirêj bû û temenê wê jî ne pir mezin bû; derdora 18-19 salî bû. Miroveke rûsipî û rûgeş bû. Lê belê hevaleke gelekî xweşik bû; di wêneyên wê de jî bi zelalî diyar e ku xwedî rûyekî pir bedew e. Dema ku mirov lê temaşe dikir, mirov sekneke ji xwe bawer di hevala Sînem de didît. Baweriya wê bi xwe hebû, ku wekî jinekê hebûna vê baweriyê hîn girîngtir û bi nirxtir bû. Di wan deman de hişmendiya zayendî ew çand ne kûr bû; ji bo wê yekê, ji xwe bawerbûn tiştekî pir pîroz bû. Jinek ku baweriya xwe bi hêz û qeweta xwe bîne, bi wê baweriyê tevlî bibe û kar bike, wê demê dê fêm bike têkiliyeke pir mezin bixwe re dianî. Hevala Sînem jî ev taybetmendî di nava dil û mêjiyê xwe de çandibûn. Bi taybetî di eyaleta Amedê de ew paşverûtiya zilam a desthilatdar li pêş bû. Lê belê, tevî hemû zext û astengiyan jî, têkoşîna wê di asta herî bilind de bû û li hemberî wan tu carî serê xwe neçemand. Taybetmendiya wê ya herî xweş ev bû ku li hemberî nêzîkatiyên paşverû tawîz nedida. Her dem wekî jinekê têkoşiya, di her warî de pêşeng bû, rê nîşan dida û fêr dikir. Dema ku nêzîkatiyên paşverû di nav hevalên jin bixwe de jî didît, li hemberî wan jî têkoşîn dimeşand. Her dem xwedî helwest û xwedî hişmendiyeke kûr bû."
ANF/NAVENDA NÛÇEYAN
ÇAVKANÎ: STARÊN AZADIYÊ - JIN TV