Têkoşîna di nava zeviyan de

Duşem 24 Mijdar 2025 - 03:20

Jinên ku 25’ê Mijdarê bi xebata li zeviyan pêşwazî dikin, balê dikişînin ser tundiya ku zexta aborî û civakî li jinan çêdike û daxwaza başkirina şert û mercên xebatê û bidawîkirina bêcezakirina tundiyê kirin.

Jinên karker ên çandiniyê, 25’ê Mijdarê Roja Têkoşîna li Dijî Tundiya li Ser Jinan A Navneteweyî, bi şert û mercên xebatê yên bêewlehî û kedxwarina kedê di zeviyan de dixebitin pêşwazî dikin. Jinên ku ji sedî 44'ê karkerên çandiniyê yên welêt pêk tînin, hem di kar û hem jî di malê de bi “du qat xebat” ve kedeke nedîtî didin.

Di navbera Edene û Mêrsînê de jinên karker ên çandiniyê yên ku beriya roj hilê diçin zeviyan, diyar kirin ku mûçeya kêm, xebata bê sîgorte, barê nav malê û tundiya civakî bi hev re şert û mercên wan girantir dike. Tiştên ku jinên karker ên çandiniyê vedibêjin, newekheviya aborî û tundiya sîstematîk a li ser jinan aşkera dike.

Hacer Kizilyildiz (56) a ku 20 sal in li zeviyê dixebite, diyar kir ku ew saet  di 4'an de dest bi xebatê dikin û êvarê saet di 16.00’an de vedigerin malê. Hacer Kizilyildiz got: “Em bêyî ku bêjin baran, herî, serma dixebitin. Rojaneya me hezar û 200 TL ye. Ev çi heqdest e? Em heqê keda xwe nagirin, lê em neçar in ku werin. Ger em neyên, em ê birçî bimînin. Zarok diçin dibistanê. Dema em vedigerin malê, xwarin û paqijî jî li ser me ye. Mêr piştî zeviyê bêhna xwe vedidin. Em weke jin jiyaneke xweş dixwazin.”  

Şukran Kansu ya ku neçar ma ku zaroka xwe ya 9 mehî li malê bihêle û li zeviyê bixebite, dijwariya xizaniyê ya ji bo jinan wiha rave kir: “Em saet di 4'an de ji Mêrsînê radibin. Heta em tên baxçeyê saet dibe 6. Heta karê me diqede saet dibe 2-3. Dema em diçin malê jî; şîva êvarê ye, karê malê ye, paqijî ye, zarok e, em nikarin ji xwe re demê veqetînin. Zaroka min 9 mehî ye, lê ez li vir im. Keça min a 8 salî li zaroka min dinêre. Ji bilî vê debarek me tune ye. Ger baxçe tunebe, em karê tevrik dikin.” Şukran Kansu bal kişand ser tundiya sîstematîk a li ser jinan û krîza aborî ya kûr, rave kir ku ew di her qadê de di bin zextê de ne wiha pê de çû: "Bihayên marketan li ber çavan e. Em ê bi 100 TL zemê ve çi bikirin? Ez nikarim şîrê hezar TL bikirim, zaroka xwe bi bîskûwîtên erzan xwedî dikim. Jin her roj bi nûçeyên tundiyê şiyar dibin.” Daxwaza tenê ya jinên din ên ku li zeviyê dixebitin jî ew bû ku şert û mercên xebatê bêne başkirin û bêcezakirina tundiyê bidawî bibe.

MA /MÊRSÎN/MEHMET GULEŞ

parvê bike

   

Yeni Özgür Politika

© Copyright 2025 Yeni Özgür Politika | Mafên belavkirinê parastî ne.