Li Helebce pêşangeha jinan
În 14 Adar 2025 - 16:00
- Li parêzgeha Helebce ji bo jinan pêşangehek hate vekirin. Di pêşangehê de 25 jinan berhemên keda destê xwe ên weke cil û bergên kurdî, xwarin û aksesuarên jinan û aksesuarên di nava malê de pêşan dan.
Rêveberiya projeya pêşangehê Ajîn Hîdayet derbarê pêşangehê de wiha got: “Ev pêşangehê me ji bo 25 jinan vekir û me hewl da jin bi riya vê pêşangehêberhemên keda destê xwe bidin nasîn. Piranî jinên beşdarî pêşangehê bûn ênli malê dixebitin û karê wan nehatine nasîn in. Di vê pêşangehê de berhemêndestê jinan ên weke cil û berg, xwarin û aksesuarên jinan cih digre.”
‘Bila berhemên jinan werin naskirin’
Gelek jin bi keda destên xwe beşdarî pêşangehê bûn. Şeyda Seyîd ku ev 6 salekarê ciwankariyê dike û di pêşangehê de bi berhemên xwe beşdar bûye ji boxwe birandayek bi navê Nilufer daniye. Şeyda Seyîd got: “Ez xwedî birandayaNîlufer im. Ez karê çêkirina sabûn, şampuan û seroman û ciwankariyên jinandikim. Di sala 2018’an de min dest bi vî karî kir û min tenê sabûn çêdikir. Lêbelê piştî wê min dewreya perwerdê girt û niha min berhemên xwe zêdekiriye. Sala 2018’an min xwendina xwe temam kir û ez tayîn nebûm û minbiryar da bibim xwedî dahata xwe û vê birandayê ava bikim. Ev cûrên bazaranji bo Helebce gelek girîng e. Ji ber hejmarek zêde jinên xwedî kar li Helebcehene û divê di bazarek bivî awayî de kombibin, da ku berhemên wan werinnaskirin.”
Pêşangeha jinan rastî eleqeyek mezin tê. JÎNHA/HELEBCE