Yek şervan jî bimîne nikarin dagir bikin
Duşem 2 Sibat 2026 - 03:55

Jinên Helebceyê dan zanîn ku dewletên hegemon li beramberî Kurdan komplo kirin û got:“Lê heta şervanek mabe, wê nikaribin Kurdistanê dagir bikin. Pêwîste yekrêzî û lihevkirina nava Kurdan hîn zêdetir bibe.” Piştgiriya xelkê Başûrê Kurdistanê ya ji bo berxwedana Rojavayê Kurdistanê berdewame. Jinên parêzgeha Helebceyê piştgiriya xwe ji bo berxwedana gel û şervanên Rojavayê Kurdistanê anîn ziman û banga xurtkirina yekitiya netewî kirin.
Jina bi navê Kejal Ehmed da zanîn ku niha Rojavayê Kurdistanê di rewşek zehmet de ye û got:“Li aliyek wê şer li ser heye, li aliyê din jî dorpêç û birçîtî heye. Hemû hêzên hegemon li dijî Kurdan û Rojavayê Kurdistanê komployek kirin. Pêwîste hemû gelê Kurd di vê demê de yekdeng û yekhelwest bin. Pêwîste bi hemû hêza xwe piştgiriyê bidin berxwedana Rojava. Da ku bikarin vê komployê li ser gelê xwe rakin. Ger ev komplo li Rojava biserkeve, wê dor were Başûrê Kurdistanê jî. Em ji dagirker û dijminên gelê xwe re dibêjin ku gelê me wê bi hemû hêza xwe li dijî dijmin rabe. Wê serkeftin hertim para me gelê Kurd, şervan û Rojavayê Kurdistanê be. Em ê heta dawiyê parastinê li Rojava bikin.”
Yekrêzî û aştiya nava Kurdan divê
Lawîn Cemal jî da diyarkirin ku Rojava ne bi tenê ye û got:’’Pêwîste yekrêzî û aştiya nava Kurdan zêdetir be. Daku dijmin nikaribin welatê me dagir bikin. Pêwîste xwepêşandanên ji bo piştgiriya Rojava hîn berfirehtir bibin.”
Benaz Beha jî destnîşan kir ku tişta niha li Rojavayê Kurdistanê rû dide ne tiştek nûye ji bo gelê Kurd û got:“Bi sedan sale Kurd di vê rewşê de ne. Ya herî cihê keyfxweşiyê jî yekrêzî û yekdengiya gelê Kurd ya ku divê demê de li Başûrê Kurdistanê heyî ye. Pêwîste li hemû bajaran gelê Kurd ji bo Rojavayê Kurdistanê rabin ser lingan. Ji bilî wê jî hêz û morala ku di nava gelê me de heyî, di nava ti netew û gelek din de nîne. Ji bo wê heta çiyayên Kurdistanê û şervanek mabe, wê dijmin nikaribe Kurdistanê dagir bike.”
ROJNEWS/HELEBCE










