Li Helebceyê ‘Pêşangeha Kezî’

Nûçeyên Çand/Huner

Sêşem 27 Çile 2026 - 02:50

Li Dibistana Ehmed Muxtar Caf ya li Helebceyê pêşangehek hunerî hat vekirin. Di pêşangehê de tabloyên ku li ser keziyên şervanên jinên Kurd û berxwedana şervanên Rojava nîşan didan, hatibûn xêzkirin. Mamostaya Hunerê Marya Suheyb li ser vekirina pêşangehê axivî û got:“Niha mijara ji bo me û hemû Kurdan giring Rojava û şervan in. Wek jin em gelek giringiyê bi vê mijarê didîn. Em ji ber vê rewşa ku niha li Rojavayê Kurdistanê heyî gelek bifikarin. Wêneyê ku min xêzkiriye, keziyên şervanek jin ya Rojavayê Kurdistanê ye.”

Marya Suheyb da zanîn ku armanca wê ya çêkirina van tabloyan ewe ku bê zanîn jin ji bo tevayî cîhanê aştiyê dixwazin û got:“Ya ji bo me giring azadiya her çar parçeyên Kurdistanê ye. Por û keziyên jinên Kurd gelek bi nirxe. Li gor min giringe em dîroka xwe ya netewî ji nifşên bê re vebêjin. Bila dijmin bizanin ku ew keziyek bibirin, wê hezaran keziyên din werin honandin.” Rêveberê Çalakiyên Hunerî yê Dibistanên Helebceyê Emced Cemal jî li ser pêşangehê axivî û got:“Yê ku li ser vê tabloyê hatî xêzkirin General Mazlum Ebdi ye. Mixabin li Rojavayê Kurdistanê dostên me carek din ji pişt ve xencer li me xistin. Carek din diyar bû dostên me tenê çiyayên me ne. General Mazlum di vê pêşangehê de wek sembolek hatiye nîşandan. Ev peyameke ji bo her serkirdeyek din yê Kurd ku dilsozê xak û ava xwe bin.”

ROJNEWS/HELEBCE

parvê bike

   

Yeni Özgür Politika

© Copyright 2026 Yeni Özgür Politika | Mafên belavkirinê parastî ne.