Bi pêşbirkekî piştgirî dan Rojava

Nûçeyên Çand/Huner

Pêncşem 12 Sibat 2026 - 02:40

Bi armanca belavkirina hişmendiya hestên neteweyî û piştgiriya ji bo Rojavayê Kurdistanê pêşbirkek hunerî di navbera xwendevanan de hate lidarxistin. Li dibistana Selahedîn ya sereteyî ya li Helebceyê, di navbera xwendevanan de pêşbirkek hunerî hate lidarxistin. Rêveberê beşa çalakiyên hunerî yê dibistanê Emced Cemal derbarê armanca pêşbirkê de axivî û got:“Pêşbirk bi armanca piştgirîdayina Rojavayê Kurdistanê ye, bi rêya hunerê em xwendevanan fêrî hestên netewî dikin. Wêneyên xwendevanan jî piraniya xwe li ser berxwedana Rojava bûn, kezî hatin çêkirin. Divê em bi neteweya xwe serbilind bin.” Emced got ku piştî tablo hatin temaşekirin, wê li gorî wan encamek derbikeve û yekemînên pêşbirkê jî werin diyarkirin.

ROJNEWS/HELEBCE

parvê bike

   

Yeni Özgür Politika

© Copyright 2026 Yeni Özgür Politika | Mafên belavkirinê parastî ne.