- Jinên derketin bazaran bertek nîşan dan û diyar kirin ku ew nikarin hewcedariyên ji bo zarokên xwe bigirin û wiha gotin: “Her tişt biha ye. Zivistan tê. Çar xwendekarên min hene. Yên vî welatî bi rê ve dibin sedema krîzê ne."
Krîza aborî her diçe giran dibe û welatî nikarin hewcedariyên xwe yên sereke bigirin. Bi destpêkirina dibistanan re, fature û sotemenî jî li lêçûnan zêde bû. Butçeya ku divê ji gel re bê veqetandin desthilatdarî ji şer re vediqetîne û gel ber bi xizaniyê ve diçe. Xizanî jî bandorê li her qada jiyanê dike.
Jinên Wanê ku derketin bazarê der barê krîza aborî de axivîn û gotin ew nikarin debara xwe bikin û zarokên xwe xwedî bikin.
Gulsum Yilmaz destnîşan kir ku ji bo sebze û fêkî hatiye bazarê û wiha bi lêv kir: “Derfetên min çi be ez ê li gorî wê bigirim. Ez bi 500 lîreyî hatim bazarê. Çend sal berê em bi vî pereyî dihatin me her tişt digirt. Lê niha tu tiştek pê nayê. Ez bi sê hezarî jî bêm tiştek nayê girtin. Min ji neçarî çend kîlo sebze girt. Biha pir zêde ne. Her tişt biha ye. Em ji ber Erdogan di 20 salî de hatin vê rewşê.”
Asmîn Bozas bi lêv kir ku bi hezar lîrayî hatiye bazarê lê tiştek negirtiye û wiha nirxand: “Her tişt biha ye. Zivistan tê. Çar xwendekarên min hene. Kesek li mala me naxebite. Ez ê îsal amadekariya zivistanê nekim. Formayê dibistanê hezar û 600 lîra ye. Sedema krîzê her kes dizane. Yên vî welatî bi rê ve dibin sedema krîzê ne."
Nurcan Utuş jî diyar kir ku ji ber bihayan her tiştî kêm û yên herî erzan digirin û wiha domand: “Çar xwendekarên min hene. Mamoste ji her yekî re lîsteyek amade kiriye. Lê em nikarin bigirin. Ez naxebitim. Di kirê de me. Em nikarin debara xwse bikin. Em nikarin zarokên xwse xwsedî bikin." JINNEWS/WAN