Li Bestayê bi şev daran dibirin

Sêşem 16 Îlon 2025 - 16:10

  • Piştî bertekên gel ên li dijî daristanên herêma Besta cerdevan niha jî bi şev daristanan dibirin û bi awayekî dizî daran ji herêmê dertixin.

Li Herêma Besta ku dikeve navbera bajarên Şirnex û Sêrtê bi salan e di bin kontrola leşkeran de bi destê cerdevanên bajaroka Sêgirkê ya navçeya Qilebanê û gundê Hosyan ê navçeya Berwariyê daristan tên birîn. Li dijî birîna daristanan her çiqas gel û saziyên ekolojiyê bertekê nîşan bidin jî cerdevanên hêza xwe ji Walîtiya Şirnex û Sêrtê digirin talanê berdewam dikin. Di dîmenan de tê dîtin ku cerdevan bi şev talana daristanê dikin.

Bi şev êzingan bar dikin

Li gor agahiyên ji çavkaniyên herêmê hatine wergirtin û dîmenên  hatine bidestxistin, cerdevanên gundê Hosyan ji aliyê Sêrtê ve dikevin Herêma Besta û daristanan dibirin. Cerdevan vê yekê êdî bi şev dikin, darên hatine birîn li TIR'an bar dikin û bi awayek dizîkî, şev saet piştî 12'an dibin aliyê Sêrtê.

Gef li gundiyan xwaribûn

Hêjayî gotinê ye ku cerdevanên bi navê Medenî Bîlen û Mehmet Bîlen ku ji gundê Hosyan in û daristanan dibirin, beriya niha li şêniyên gundê Omyanis yê di nava Herêma Besta de ye geriyabûn û gef li wan xwaribûn. NEDÎM ORÛÇ / AW

parvê bike

   

Yeni Özgür Politika

© Copyright 2025 Yeni Özgür Politika | Mafên belavkirinê parastî ne.