Li Wanê komûnalîzma hunerê

Nûçeyên Çand/Huner

Şemî 21 Sibat 2026 - 03:00

  • Li Wanê, ji bo kevneşopiya "komê" zindî bikin û modelek kolektîf û komunal ava bikin bi tevlîbûna 100 hunermendan Platforma Bajêr a Wanê ya Mûzîkê hate damezirandin.

Li Wanê, gavekî girîng bi armanca ji nû ve organîzekirina bîra kolektîf a muzîka Kurdî hatiye avêtin. Piştî çend mehan ji atolyeyan û kampên muzîkê, Platforma Bajêr a Wanê ya Mûzîkê ku ji aliyê 100 hunermendên xwecîhî ve hatiye damezrandin yekem care ku  platformekê bi vî rengî li Kurdistanê tê damezirandin. Platform, ji hilberîna takekesî bêtir modela xebata komunal û kolektîf dipejirîne û pratîkek rêxistinî ya nû pêk tîne ku tê de hunermend bi rêya mekanîzmayên biryardayînê yên hevpar tevdigerin. Platforma ku piştî pêvajoya amadekariyê ya dirêj hate damezrandin, armanca sereke ew e ku muzîka Kurdî bi rehê "Kom" ji nû ve zindî bike, ji sînorên xebata takekesî derkeve û hevgirtinê, hilberîna hevkar û berdewamiya çandî xurt bike. Gelek kevneşopiyên "komê", bi taybetî Koma Berxwedan a ku di salên 1970 û 80'an de derket holê û bû sembola hilberîna kolektîf di muzîka Kurdî de, bîra berxwedan û hebûna çandî ya serdemekê temsil kiriye. Ev platforma nû ya li Wanê hatiye damezirandin armanc dike ku di şert û mercên îro de ruhê kolektif ji nû ve biafirîne û bingehek sazûmanî bide vê mîrateya dîrokî.

100 hunermend di bin sîwanekê de

Endamê Platforma Bajêr a Wanê ya Mûzîkê Mûzîkjen Kemal Yildirim diyar kir ku di encama xebata bi mehan wan 100 hunermendên xwecîhî di bin sîwana platformê de kom kirine û got:"Hem wek qada huner û hem jî ya mûzîkê me xwest ku mûzikjenên ku li bajêr dijîn bên cem hev. Bi taybetî ji bo mûzika Kurdî û çanda Kurdî em dikarin çi bikin û hem jî ji bo pêşeroja hunera Kurdî çi bikin? Em ê bikaribin bi perspektîfekê kolektif û komunal kar bikîn? Li ser vê bingehê me nêzikî mehekî nîqaş kir û me civîn li dar xistin. Di encama xebata ku me daye pêşiya xwe de sed kes kom bûn. Hemû jî mûzîkjenên Wanê ne. Me platform ava kir. Bi vî awayî me dest bi xebatên xwe kir. Ev 9 meh in jî ev xebat berdewam dikin.’’

Xebata platformê ya yekemîn e 

Yildirim, anî ziman ku wan wek platform yekem xebata xwe bi mîhrîcana mûzîkê daye destpêkirin û got:"Her meh ji bo pêşketina mûzîkjenên Wanê û hem jî ji bo hunerê û çandê me çend kargeh li dar xist. Ji bo ku em bikaribin platformê hem li ser mûzîkê û hem jî hişmendiyekê xurtir ava bikin me kargeh çêkirin. Tevlîbûna van kargehan jî baş bû. Ev 9 meh in ku xebatên me didomin. Herî dawî me mîhrîcan li dar xist. Cara yekem e ku li Kurdistanê û li Wanê mîhrîcanek di qada mûzîkê de tê lidarxistin. Ev jî pir serkeftî bû. Taybetmendiyek mîhrîcanê hebû û ew jî mîhrîcan bi hişmendiyekê komunê çêbû.’’

Hunermendên jin xweser in 

Yildirim, diyar kir ku hunermendên ku rêzikname û rêgezên wan qebûl dike dikare di nav platformê de cih bigire û got:"Em ji bo karê kolektîf û komunal dikarin çi bikîn? Ji bo bajêr ev paltform pêdiviyekê mezin bû. Bi vê nêrîn û nêzikatiyê em hatin cem hev û em dixebitin. Di nava platformê xebatên jinan û xebatên giştî hene. Ji xwe jin di qada hunerê de karê xwe xweser dikin. Cudahiyekê platformê yê bi bî awayî heye. Ev jî hişmendiyekê demokratîk ava dike. Ji ber vê ev mesele ji bo me girînge. Me rêziknameyek nivîsandiye, pîvanên platformê çi ne, li gorî wê kesên ku rêziknameya me qebûl bike, dikare di platformê de cihê bigire. Pîvanên platformê hene û em li gorî van pîvanan dixebitin. Di platformê de çandek heye, hişmendiyek heye. Yê ku bixwazin cih bigirin hewce ye van tiştan bizanibin."

Ji mûzîka takekesî ber bi ya komî 

Yildirim, destnîşan kir ku platform bi hişmendiya muzîka komê tevdigere û got:" Em hewl didin ku ji dêleva muzîka takekesî, muzîka komî, mûzîka kolektîf çêbikin. Pêşiya me xebatên Newrozê hene, me bangek kir ê ku bixwazin di Newrozê de cih bigirin û muzîkê pêşkêş bikin hewce ye ku bibin kom. Komên xwe em ava bikin û li gorî wê em bixebitîn. Armanca platformê ew e ku xebatekî hevpar bike. Ev jî ji bo demê pir hewce ye. Em piralî dixebitîn. Ji aliyekî ve em dixwazîn hişmendiyekê ava bikin, ji aliyê din ve mûzîka Kurdî hinek din pêşve bibin. Wek mûzîkjenên Wanê em dixwazin aliyê xwe yê hûnerî û mûzîkê pêş bixin. Hem li Kurdistanê û hem jî aliyên din dibe ku ceribandin hebin lê bawerim ev mînakekê nû ye. Ez dixwazim ku ev mînak li her derê hebe. Di qada şanoyê, qada sînemayê de mirov dikarin bên cem hev karekî komunal û kolektîf bi hevre bikin."

MA/ZEYNEP DURGUT

parvê bike

   

Yeni Özgür Politika

© Copyright 2026 Yeni Özgür Politika | Mafên belavkirinê parastî ne.