
- Pirtûka ji aliyê Bermal Çem ve di 2 salan de hatiye amadekirin ji weşanxaneya Meymanêderçû. Di pirtûkê de behsa jiyan û têkoşîna 25 hunermendên di têkoşîna azadî û demokrasiyêde cih girtine û jiyana xwe ji dest dane vedibêje. Herwiha di berhemê de 111 stran bi nota û gotinên xwe ve cih digirin.
Ji Alî Dogan Yildirim heta Hozan Mizgînê, ji Hozan Sefkan heta Argeş û Berçemê, ev pirtûkbîra huner, berxwedan û dîroka tekoşînê ya hunermendên di têkoşîna azadiyê de jiyana xwe jidest dane vedibêje. Navê berhemê ji ber vê taybetmendiya xwe wek “Bira Stranan” hatebinavkirin. Xebata pirtûkê bi awayeke kolektîf di encama xebata du salan de hat amadekirin.
Bîra hunermendên nemir
Di pirtûkê de bahsa jiyan û têkoşîna 25 hunermenên di têkoşîna azadiyê de weh hunermend, wek çalakvan cih girtine vedibêje. Navê hunermendên di pirtûkê de cih girtine wiha ne: “AlîDogan Yildirim, Hozan Sefkan, Hozan Mizgîn, Alî Temel, Hozan Berçem, Naîf Haco, Viyan Peyman, Delîl Dogan, Hozan Çiya, Evdilmelîk Şêxbekir, Sîpan Efrîn, Şîlan Garzan, Hozan Serhat, Argeş Norşîn, Nûcan Nûrhaq, Hogir Pêt, Aram Akyuz, Zanîn Rûbar, Îbrahîm Sari, Şoreş Arjîn, Hêvî Gafûr, Kamûran Penaber, Hogir Hesekê, Agir Serhildan û Vedat Erdemcî.”
Nivîsa 28 kesan lê hat zêdekirin
28 hunermend û nivîskarên bi hunermendên jiyana xwe ji dest dane re kar kirine, hev nas kirine nivîsên xwe şandin. Bermal Çem 2 sal xebata pirtûkê kir. Kesên ji bo pirtûkê nivîsênxwe şandine ev in: “Alî Riza Yildirim, Xemgîn Bîrhat, Xelîl Xemgîn, Faysal Temel, Celal Ekîn, Delîl Mîrsaz, Cîwan Haco, Gulcan Derelî, Ahmet Aktaş, Peyman Vîyan, Erkan Gulbahçe, Muharem Aral, Hozan Zozan, Koma Amed, Emîn Engîzek, Kurdê Tavya, Amed Dîcle, Zana Yaktin, Gulistan Çîya Îke, Yaşar Aslan, Bermal Çem, Seyda Perînçek, Koma Amara, Ozlem Yaşar, Rêşad Sorgul, Bengî Agîrî, Siwarê Şaho, Xwezan Harûn.”
Pêşgotinê Hozan Comerd nivisand
Pêşgotina berhemê Hozan Comerd ku bavê 2 şervanên di têkoşîna azadiyê de jiyana xwe jidest daye nivîsand. Bermal Çem li ser berga piştê ya pirtûkê wiha nivîsî:“…Pirtûka BîraStranan xebateke, stranên cangoriyan e. Gotin û notayên stranan û biyolgrafiya cangoriyandigre hundirê xwe. Ew rêwiyên dilşad ji me re jiyaneke bêhempa û gelek berhemên hêjahiştine. Di her behemekê û jiyana şehîdan de em rastiya dîroka hezaran salan dibînin. Lewmaev behemeke ji dîroka têkoşîna me ye. Pirtûk, stran û çîrokên gelek lehengan digire hundirêxwe. Ew çîrokên ku laşê ezmanan diricivîne. Û berhemên ku cangoriyên bi xwe nivisiye û awaz çêkirine.
…”
Bîra Stranan ne tenê pirtûkek e, di heman demê de ji dîroka têkoşîna azadî û demokrasiyê ya hunera azad de guldesteyek e. Her stran, her gotin hem hestên dilê hunermendan vedibêjin û hem jî şahidiya dîrok û hunerê dikin.
Pirtûk li Weşanxaneya Meymanê, Med Çand û Hunera Mizgînê dikarin werin peydakirin. NAVENDA NÛÇEYAN















