
Di 6’ê Çileyê de li dijî Bakûr û Rojhilatê Sûriyeyê û tevahî Rojavayê Kurdistanê êrîşek topyekûn a qirkirina gelê Kurd û destkeftiyên şoreşa Rojava destpê kir. Êrîş bi destê çeteyên HTŞ, DAIŞ û dewleta Tirk destpê kirin. Li dijî plana êrîşên topyekûn, li çar aliyên Kurdistanê û li derveyî welat Kurd ji bo parastina Rojava rabûn ser piyan û berxwedana topyekûn ji hemû cîhanê re ragihandin. Li her deverek ku Kurdistanî lê dijîn, veguherandin qadên berxwedanê. Çalakiyên xwedî derketina li destkeftiyên şoreşa Rojava didomin. Ji Navenda Çand û Hunera Sitiya Nexşa Koma Şehîd Bêrîvan, li ser berxwedana bi heybet a şervanan û gelê Rojavayê Kurdistanê klîbek bi navê ‘Rojava Xeta Sor e’ amade kir. Sitiya Nexşa klîpa ku amade kirine, diyarî hemû şervanan û gelê berxwedêr ê Rojavayê Kurdistanê kir.
NÛJINHA/ŞENGAL














