
Li herêma 18'emîn a Parîsê hunermenda Kurd Meral Polat di çarçoveya Festîvala Au fil des voix de derkete ser dikê û di konsera ji bo Rojava de stranên xwe got. Çalakiya ku 10'ê Sibatê roja Sêşemê pêk hat, ne tenê konserek her wiha weke nîşaneyeke xurt a piştevanî, hişê kolektîf û azadiya jinê derkete pêş. Meral Polat bi Kurdî, zaravayê Zazakî û Tirkî stranên xwe yên li ser sirgûn, înkar û berxwedanê got. Gelek Fransî jî beşdarî konserê bûn. Di dawiya konserê de li gel tilîliyan dirûşma 'Jin, Jiyan, Azadî' li salonê deng veda.
ANF/PARÎS













