Divê mafê hêviyê di rojevê de be
În 2 Çile 2026 - 03:52

Rojnameger, nivîskar Mumtazer Turkone, Pêvajoya Aştî û Civaka Demokratîk a ku Rêber APO daye destpêkirin û qonaxa ku pêvajo gihîştiyê nirxand. Turkone destnîşan kir ku ji bo serketina pêvajoyê, azadiya fîzîkî ya Rêber APO girîng e. Turkone diyar kir ku divê "mafê hêviyê" yê ku Serokê Giştî yê MHP’ê Devlet Bahçelî di destpêka pêvajoyê de anîbû ziman, bê cîbicîkirin û got:"Ev 14 meh in Bahçelî gelek caran nîşan da ku ew li ku dora pêvajoyê ye. Li cihekî rawestiyaye û bi israr cihê ku lê rawestiyaye dubare dike. Qet ji wir veneqetiya, pêşve neçû, heman tişt dubare kir. Herî dawî der barê rapora komîsyonê ya ji MHP'ê derket de guman çêbûn. Ew tê axaftin û nîqaşkirin. Lêbelê ne tenê MHP; raporên hemû partiyan, DEM Partî jî di nav de, a rast ne bi pêvajoyê re têkildar in; ji bo xwe çeperan dikolin. Ala nîşan didin, cihê ku lê ne îlan dikin. Ji ber vê yekê ez wateyên kûr di van raporan de nabînim. Di navbera cihê ku Ocalan lê rawestiyaye û cihê Bahçelî lê rawestiyaye de cudahiyek nîne. Bi heman biryarê rêya xwe de didomin."
Pêvajo firsendeke mezin e
Turkone anî ziman ku tê fêmkirin pêvajo li ser lihevhatin û lihevkina di navbera Rêber APO û Devlet Bahçelî de hatiye avakirin û got:"Li her du aliyan jî aqilekî stratejîk ê xurt heye. Pêvajoyên bi vî rengî dema derfeteke mezin tê avakirin derdikevin holê. Wan ev derfet dîtin û geşedanên li Sûriyeyê ev derfet anî ber Kurdan û Tirkiyeyê jî. Ez derbarê geşedanên li Sûriyeyê de bi hêvî me. Bi pêvajoya li Tirkiyeyê re hevseng e, li Sûriyeyê jî çareseriyek ku aliyan razî bike dikare bê dîtin. Divê mirov di nav têgeh û teoriyan de asê nemîne. Li vir tiştên wekî nenavendîbûn û federalîzm têne nîqaşkirin; lê rewşa fiîlî ji her tiştî girîngtir e. Tiştê ku bersiva hewcedariyên fiîlî nede, jixwe nabe. Hem ji bo pêvajoya çareseriyê ya li Tirkiyeyê hem jî ji bo dînamîkên herêmî mirov dikare heman tiştî bibêje. Mirov êdî ne ker û lal in. Nakevin xefikê. Bi awayekî pir zelal pêşiya xwe dibînin û gavên xwe diavêjin."
Divê şert û merc bikemilin
Derbarê azadiya fîzîkî ya Rêber APO de Turkone wiha got:"Ev yek bi temamî bi rewş û rewşa psîkolojîk ve girêdayî ye. Têkildarî vê yekê nêrînek heye ew jî reve dike ku ji bo vê yekê hîna şert û merc ne amade ne. Nerazîbûnê nîşanî vê yekê didin, lê ji aliyekî ve jî dikarin çareseriyên wekî derfetên ragihandinê yên Ocalan ên li Îmraliyê û azadiya wî werin dîtin. Ez bawer dikim ku li ser wan xebat têne kirin. Divê meseleya 'mafê hêviyê' di rojevê de bimîne. Heke hûn ji min bipirsin, wekî çavdêrek dibêjim; divê şert û merc hinekî din bikemilin."
Divê kesên neteweperest qanih bikin
Turkone anî ziman ku divê aliyê neteweperest ji bo pêvajoyê bê qanehkirin û got:"Aliyê neteweperest bi erênî li pêvajoyê nanêre, ev diyar e. Belkî hewcedariya wan jî bi demê heye. Divê li Tirkiyeyê şert û merc bi giştî biguhere."
MA/FETHÎ BALAMAN










