• Hevseroka PJAK'ê Peyman Viyan anî ziman ku tundiya li Îranê ya li dijî jinê xwe ji îdeolojiya gerontokratîk û serweriya mêr a dewletê xwedî dike û got, "Jin êdî xwe mexdûr nabînin, jin pêşengiyê dikin, têdikoşin."

 

Hevseroka Partiya Jiyana Azad a Kurdistanê (PJAK) Peyman Viyan bi wesîleya 25'ê Mijdarê Roja Têkoşîna li dijî Tundiya li ser Jinan a Navneteweyî nirxandin kir û anî ziman ku li Îranê tundiya li jinê bûyerên kêmdîtî nîne, weke encameke zîhniyeta gerontokratîk û serweriya mêr dewletê bi rêk û pêk tê meşandin. Peyman Viyan destnîşan kir ku li dijî van polîtîkayan divê jin li ser bingeha xweparastin û rêxistin bûna xwe têkoşînê mezin bikin.

Bi dewamî anî ziman ku têkoşîna li dijî tundiya li jinê tenê bi 25'ê Mijdarê sînordar nîne û got, "Têkoşîna ku di şexsê jinê de tê meşandin têkoşîneke ji bo tevahiya civakê ye. Têkoşîna li hemberî tundiya mêr a li dijî jinê li her rojê belav bûye. Ji ber ku tundiya li jinê her roj bi rengekî cuda tê kirin."

Hevseroka PJAK'ê anî ziman ku li Rojhilat û Îranê tundiya piralî li jinan tê kirin û işaret bi armanca îdeolojîk a li pişt vê tundiyê kir. Feraseta rêveberiyê ya li Îranê jî weke serweriya mêr û gerontokratîk pênase kir û got, "Serweriya mêr û zîhniyeta xwe dispêre desthilatdariya mêr ên extiyar a li nava sîstema Îranê qirkirinê li ser tevahiya civakê ferz dike. Ev tundî herî zêde li jinan tê kirin Polîtîkayên Komara Îslamê hewl dide bi hedefgirtina jinan civakê bi temamî tine bike."

Peyman Viyan diyar kir ku 'Şoreşa Jin, Jiyan, Azadî' ya bi pêşengiya jinan pêk hat, derba herî giran li îdeolojiya olperestî û zayendîperestiyê ya rejîma Îranê xist û axaftina xwe bi vî rengî dewam kir, "Derbeke giran li zîhniyeta extiyarbûyî ya ku bi her rêbazê desthilatdariyê di destê xwe de digire xist. Ev têkoşîn û feraset îro jî li nava civakê dewam dike."

Peyman Viyan anî ziman ku rejîm hewl dide têgîna 'Jin, Jiyan, Azadî' û naveroka şoreşê vala bike û diyar kir ku êrişên li dijî jinê ne tenê bi tundiya fîzîkî sînordar e, bi aliyên xwe yên fikrî û psîkolojîk jî dewam dike. Peyman Viyan got, "Ev yek tundiyek e ku li dijî jinê bi rengekî sîstematîk û plankirî tê meşandin. Zîhniyeta ku sîstem ava kiriye bi şerîatê û qanûnan rewabûnê dide vê yekê. Desthilatdariya xwe bi rêya zilm û zexta li hemberî jinan dewam dike."

Hevseroka PJAK'ê Peyman Viyan ragihand ku li Îranê komkujî û xwekuştina jinan bi giranî li Kurdistanê rû dide û got, ji ber ku li Kuridstanê têkoşîna jinê û têgihiştina civakî bi pêş ketiye, ev bûyer bi lez li nava raya giştî tê bihîstin. Peyman Viyan anî ziman ku li herêmên din ên Îranê gelek jin têne kuştin, lê belê haya raya giştî ji van komkujiyan nabe û got, "Ji ber vê jî qala pergaleke sîstematîk dikim. Sîstem bi xwe bi tundiyê tê birêvebirin."

Peyman Viyan diyar kir ku li pişt tundiya li jinê ew feraset heye ku jinê weke milkê mêr dibîne û bi bîr xist ku bav, kek û hevjîn jinê weke mafê xwe yê milkiyetê dibîne û polîtîkayên rejîmê jî vê ferasetê rewa dike.

Her wiha anî ziman ku polîtîkayên necezakirina komkujiya jinan a li Îranê jî xwe ji vî mejî xwedî dike û got, "Li girtîgehên Îranê, kesekî ku jinek kuştibe di demeke ewçend kurt de tê werdan ku weke bê xelatkirin. Ji ber ku mafê milkiyetê ji mêr re tê dayin; bav, kek, hevjîn jinê weke milkê xwe dibîne. Polîtîkaya rejîma Îranê vê feraseta milkiyetê rewa dike û maf dide zîhniyeta bi serweriya mêr ku her roj jinê bikuje."

Peyman Viyan anî ziman ku bidawîkirina pêşengiya civakî ya jinê wê civakê ber bi hilweşînê ve bibe û got, "Civakek ku jin lê ne pêşeng û zane be, ew civak civakeke hilweşiyayî, pûç û ji cewhera xwe dûrketî ye. Ji aliyê exlaqî û polîtîk ve vediguhere civakeke pûç. Lê belê jin îro li hemberî vê rewşê li ber xwe didin û têdikoşin."

Peyman Viyan destnîşan kir ku yek ji sedemên zêdebûna tundiya li hemberî jinê ew e ku jin van polîtîkayan qebûl nakin, li dijî zîhniyeta bi serweriya mêr têdikoşin û diyar kir ku jin êdî tenê weke mexdûrên tundiyê nikarin bêne pênaskekirin.

Hevseroka PJAK'ê got, "Jin êdî xwe tenê weke mexdûr nabînin. Sedema giranbûna tundiya li hemberî jinê ew e ku êdî tundiyê û van polîtîkayan qebûl nakin. Li ber zîhniyeta bi serweriya mêr radibin. Ev rewş ji bo sîstemê bi rastî jî derbeke kuştinê ye. Ji ber ku jin êdî xwe mexdûr nabînin, pêşengiyê dikin û têdikoşin."

Peyman Viyan bal kişand ser pêwîstiya jinan a bi sîstema xweparastin û rêxistinbûnê û diyar kir ku xweparastin divê tenê weke parastina bi fîzîkî yan jî têkoşîna çekdarî neyê dîtin. Hevseroka PJAK'ê anî ziman ku xweparastin ji xurtkirina îradeya fikrî heta bi piştevaniya civakî qadeke berfireh a têkoşînê ye û got, "Dema ku êriş li hemberî jinekê hate kirin, divê bi hezaran ciwan karibin li hev bicivin û li dijî wî mêrî û zîhniyeta wî helwestê nîşan bidin. Li hemberî mirina Sogendê derketina ciwanan a li qadan jî şêweyekî xweparastinê ye."

Hevseroka PJAK'ê li hemberî tundiya li jinê bi taybetî işaret bi girîngiya nîşandana helwesteke civakî ya bi biryar û rêxistinbûyî ya ciwanan kir û got, "Eger bavek keça xwe dikuje, li hemberî vê divê reflekseke welê bê nîşandan ku ew kes êdî nikaribe derkeve kolanan, nikaribe li wî bajarî bimîne, her wiha divê pêkanînên cuda yên civakî lê bê ferzkirin. Divê ciwan xwe bi rêxistin bikin û bikin îrade."

Peyman Viyan anî ziman ku jin ên ciwan divê li hemberî mêr ê serwer xwe bigihîne wê asta îrade û zanebûnê ku xwe karibin biparêzin û destnîşan kir ku rêxistinbûn wê têkoşîna civakî mezin bike.

Hevseroka PJAK'ê diyar kir ku têkoşîna jinê tenê bi Îran û Kurdistanê re sînordar nîne, di asta global de divê bê meşandin û got, "Îro li cîhanê sîstemeke bi serweriya mêr û zîhniyeteke dewletperest serwer e. Qurbanên esasî yên şerê tê kirin jin e. Ji ber vê jî ne tenê li Îranê, di dema heyî de li dijî tundiya mêr divê têkoşîna jinê radîkal bibe."

Peyman Viyan destnîşan kir ku li kolanan, zanîngehê, dibistanê, li qadên sporê û her qadên jiyanê divê jin bibin xwedî hişmendiya xweparastinê û got, "Di vê pêvajoyê de tişta ku em herî zêde girîng dibînin sîstemeke xweparastin û xwerêxistiniyê ye. Divê jin zanibin ku çawa dikarin xwe baştir bi rêxistin bikin û bi bikaranîna van rêbazan di dema pêş de divê têkoşînê hîn bilind bikin."

ANF / NAVENDA NÛÇEYAN