Bi çêkirina kadeyan debara xwe dike

Yekşem 7 Îlon 2025 - 15:15

  • Dayika Meryem Îbrahîm bi keda destê xwe hewl dide debara mala xwe bike. Dayika Meryem dikanek ji bo xwe vekiriye û bi çêkirina kadeyên germ aboriya mala xwe hildaye ser milê xwe û malbata xwe xwedî dike.

Jin û dayikên Kurd ji dîrokê heta roja îro xwedî kêrhatî û kedeke mezin a taybet a destê wan heye. Li Başûrê Kurdistanê jî jinên xwedî behre û barê malê temamî danî ser milê xwe û malbata xwe xwedî dikin pir in. Mînaka vê jî dayika Meryem Îbrahîm a temenê wê 45 salî ye.

Dayika Meryemê li navçeya Ranyayê ser bi îdareya Raperîn dijî. Dayika Meryem li ser karê xwe axivî.

Dayika Meryem Îbrahîm li nava kolaneke ya bajar dikanek ji bo xwe çêkiriye û kadeyên germ bi agirê tenûrê çêdike û debara jiyana malbata xwe temamî daye ser milê xwe. Dayika Meryemê navê kadeyên xwe jî bi navê xwe ‘Kadeyên Meryemê’ binav kiriye û difiroşe, kadehezan.

Dayika Meryemê li gel du kurên xwe û hevjînê xwe kadeyan çêdikin. Car dayika Meryemê hevîr vedike û kadeyan amade dike, car jî zarokên wê û li ber tenûrê jî hevjînê wê cih girtiye û kadeyan çêdike.

Tenûra ku dayika Meryem Îbrahîm kadeyan çêdike, ji axê hatiye çêkirin û agirê wê jî ji daran e. Dayika Meryemê anî ziman ku daxwazên welatiyan ên ji bo kadeyan ên li ser agirê daran, ji yên neft û gazê zêdetir e. Dayika Meryemê got: “Welatî pir hez ji kadeyên min dikin. Her kesê carekê xwar, dubare tên distînin.”

Dayika Meryemê berî niha li xwaringehekê bû û taştê amade dikir. Piştî ku ev xwaringeh karê nema, dest bi çêkirina kadeyan kiriye. Dayika Meryemê bang li jinan dike û dibêje; “Hewl bidin li gorî kêrhatî û jêhatîbûna xwe dest bi karê xwe bikin. Eger li mala xwe jî dest bi kar bikin, nesekinin. Girîngiyê bidin kêrhatiyên xwe û kar li ser bikin.” RANYA-ROJNEWS

parvê bike

   

Yeni Özgür Politika

© Copyright 2025 Yeni Özgür Politika | Mafên belavkirinê parastî ne.