Malên ji axê bi destê jinan tên çêkirin

Nûçeyên Jin

Yekşem 14 Îlon 2025 - 15:45

  • Di serdemeke ku her tişt bi lezgînî diguhere û malên ji beton bajar û gundan dagir dikin de, xaniyên ji axê çîrokên pîr û kalan vedibêjin. Ev xanî giyanê gund û germahiya aîdiyetê temsîl dikin û jiyana berê tînin bîra me.

 

Xaniyên ji axê ne tenê stargehên ji ax û avê hatine çêkirin in. Têkiliya mirovahiyê bi axa xwe û jêhatîbûna pîr û kalên me ku ji xwezayê xaniyan çêdikirin, çandeke qedîm temsîl dikin. Li herêma Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê rola jinan di parastina mîrateya mîmarî de xuya dike. Cîhan El-Husên yek ji parêzvanên vê mîrateyê ye.

Cîhan El-Husên a 40 salî ji gundekî kantona Reqayê ye, nimûneyeke zindî ya vê mîrateyê ye. Ji temenê biçûk ve, bi dayika xwe re di karê çêkirina xaniyên ji axê de xebitiye. Wê li dayika xwe temaşe dikir ka çawa ax, av û giya tevlîhev dike, kerpîçan dixe qalibên darîn û dûre di bin tavê de hişk bike. Cîhan El-Husên wiha got: "Bi coş û kelecan li pey şopa dayika xwe diçûm, min lê temaşe dikir ka çawa ax vediguhere dîwar û ew çawa bi destên xwe bê makîne û çîmento xaniyekî ava dike. Min ji vê pîşeyê hez dikir heta ku ew bû beşek ji jiyana min."

Pêvajoya avakirina xaniyên ji axê bi amadekirina kerpîçên ji axê dest pê dike, weke ku Cîhan El-Husên şîrove kiriye. Ew tevlikirina ax, av û giya ye. Baş tê tevlihevkirin û tê hiştin da ku qalindahiya guncav bi dest bixe. Dûre tê tevlihevkirin, di nav qalibên çargoşeyî yên kevneşopî de tê bicihkirin û çend rojan tê hiştin ku di tavê de hişk bibe. Piştî vê pêvajoya avakirinê dest pê dike. Kerpîçên ji axê li ser hev tên rêzkirin û axê weke materyalên girêdanê bikar tînin. Dîwar bi qurmên daran an stûnên darîn tên piştgirîkirin û dûre ban bi tebeqeyên axê û giya tê nixumandin.

Ev pêvajo bi qasî 5 rojan ji bo amadekirina kerpîçên axê digre û piştre bi qasî 15 rojan ji bo temamkirina avakirinê dem pêwist dike. Ew jî li gorî mezinahiya xanî û hejmara karkeran e. Wekî ku Cîhan El-Husên diyar dike jin di vî karî de herî çalak in, ji amadekirina kerpîçên axê bigre heya boyaxkirina dîwar û banan, dîmenek ku rola jinan di parastina mîrateya mîmariya herêmî de nîşan dide.

Cîhan El-Husên destnîşan kir ku xaniyên ji axê ne tenê sembolîk in, di heman demê de xwedî taybetmendiyên jîngehê ne ku wan ji ber hewaya dijwar a herêmê dikin bijarteyek îdeal. Cîhan El-Husên wiha berdewamî da gotinên xwe: "Bi saya şiyana axê ya rêkixstina germahî û şilbûnê, ew di havînê de sar û di zivistanê de germ in. Wekî din materyal li herêmê peyda dibin, ji ber vê lêçûna wan li gorî avakirina nûjen pir kêm e." NÛJINHA/REQA/HELA REMADAN

 

 

 

parvê bike

   

Yeni Özgür Politika

© Copyright 2025 Yeni Özgür Politika | Mafên belavkirinê parastî ne.